Bingehên Polîtîkayê
Em têdigehin ku mirov derbarê dîmenên hesas û tund de xwedî hesasîyetên cuda ne. Ji bo parastina bikarhêneran ji naverokên wisa, em naverokên herî zêde hesas radikin û etîketên hişyariyê li cureyên din ên naverokên hesas zêde dikin da berî ku ew lê bitikînin, haya mirovan jê hebe ku ew hesas an jî acizker in. Em şiyana dîtinê ya bikarhênerên ciwantir ji bo dîtina naverokên ku dibe ji bo wan an jî temenê wan ne guncan bin sînordar dikin. Bi pêkanîna vê yekê, armanca me ev e ku em tecrûbeyeke bikarhêneriyê ya guncav pêşkêş bikin, pê re em bi berdewam in ku ji bo bikarhênerên xwe qadeke derbirînê pêşkêş bikin.
Em dizanin ku bikarhêner dikarin naverokan parve bikin da ku kiryarên wekî binpêkirina mafên mirovan an jî şerê çekdarî ronî bikin an jî wan şermezar bikin. Polîtîkayên me demên ku naverok di vê çarçoveyê de têne parve kirin dihesibînin û li gorî wê cihê nîqaş û bilindkirina hişmendiyê dihêlin.
Ji bo reklamên bipere, em parastinên zêdek pêşkêş dikin. Bo mînak, naverokên ku wekî hesas têne hesibandin ji bo weşandina di reklaman de ne guncan in. Di heman demê de em wan reklaman qedexe dikin yên ku wêne û vîdyoyên şaşwazker, tirsbar, an jî wekî din sansasyonel in tê de bin. Ji bo zêdetir agahiyan, ji kerema xwe li Standardên me yên Reklamê binêre.
Van parve neke:
Dîmenên mirovan
Vîdyoyên mirovên zindî an jî mirî, di peywendên ne-tibî de, ku van tiştan nîşan didin:
Parçekirina bedenî.
Organên xuyabar, wekî organ, hestî an jî masûlkeyên dervemayî yên kesên zindî an jî mirî;
Kesên şewitî an jî kûtbûyî; an jî
Serjêkirin.
Weşanên zindî yên cizayên mirinê.
Gotinên Sadîstîk
Gotinên sadîstîk - wekî sernivîs an jî şirove - ew şirove ne ku kêfxweşî an jî zewqa ji êş an jî şermezarîya mirov an jî heywanan îfade dikin.
Em van radikin:
Gotinên sadîstîk ên ji bo dîmenan (hem vîdyo û hem jî dîmenên sabît) ku wekî din li jêr vê siyasetê ekraneke hişyariyê werdigirin û ji mirovan re dibêjin dibe ku naverok hesas be; ji bilî wê yekê ku wêne kiryarên xweparastinê nîşan bide (mînak, vîdyoya kesekî ku xwe ji diziya çekdarî diparêze) an jî di peywendeke tibî de be (mînak, dîmeneke pisporên tibî yên ku emelîyatê dikin).
Gotinên sadîstîk ên eşkere yên li ser êşa heywanên ku di dîmenan de têne nîşandan û dîmenên ku heywanên li ber mirinê nîşan didin.
Gava ku pê re gotinên sadîstik hebin, dîmenên teklîfker an jî teşwîqker yên ku hatine jêbirin an jî li gorî vê polîtîkayê hişyarîyeke li ser ekranê werdigirin.
Ji bo naveroka di rêzê de, em ekraneke hişyarîyê li ser zêde dikin da mirov jê haydar bin ku ew naverok muhtemelen acizker e: Herwisa em şiyana dîtina vê naverokê bi mezinan, 18 salî û mezintiran ve sînordar dikin:
Dîmenên mirovan
Vîdyoyên mirovên zindî an jî mirî, di çarçoveyeke tibî de, ku van tiştan nîşan didin:
Parçekirina bedenî.
Organên xuyabar, wekî organ, hestî an jî masûlkeyên dervemayî yên kesên zindî an jî mirî;
Mirovên şewitî an kûtbûyî, peywendên şewitandina mirîyan jî tê de; an jî
Serjêkirin.
Dîmenên sabît ên mirovên zindî an jî mirî, ku van tiştan nîşan didin:
Parçekirina bedenî.
Organên xuyabar, wekî organ, hestî an jî masûlkeyên dervemayî yên kesên zindî an jî mirî;
Kesên şewitî an jî kûtbûyî; an jî
Serjêkirin.
Dîmenên (hem vîdyo û hem dîmenên sabît) ku mirina tund a mirovekî nîşan didin (yên kêliya mirina wan û piştî hingê) an jî kesekî ku bûyereke xetere ya jiyanê derbas dike (wekî qelibîna erebeyekê, ketina ji bilindîyeke zêde an jî derbaskirina birîndarîyên din ên muhtemelen kujer).
Dîmenên ku cizayê mirinê yê kesekî nîşan didin (ji bilî weşanên zindî).
Wêneyên ku kiryarên hovîtiyê nîşan didin (mînak, kiryarên şîdetê an jî tehdîdên kujer ên li ser kesên ku bi darê zorê hatine girtin) ku li dijî kesekî an komek mirovan hatine kirin.
Dîmenên ku cismên biyanî yên ne-tibî (mînak; kêr, bizmar an jî cismên din ên metal) yên ku çermê mirovan qul dikin nîşan didin;
Dîmenên ku didanên şikestî û xwînî ên kesekî, didanên jêkirî yên xwînî; an jî têrakirina tiştên biyanî di nav didan an jî pidûyan de nîşan didin.
Dîmenên ku fetûs û bebikên mirî yên li derveyî malzarokî nîşan didin, ji bilî ku kesekî din di dîmenê de hebe.
Dîmenên heywanan
Her cure dîmenên heywanên zindî an jî mirî yên ku perçebûna bedenî, organên xuyabar, şewitandin, qemirandin an jî kelandina wan a bi saxî nîşanan didin.
Dîmenên heywanên li ber mirinê.
Dimenên mirovan ên ku kiryarên hovane li ser ajalên zindî pêk tînin (bo mînak pehînlêdan, xeniqandin an jî rûçikandin).
Ji bo naverokên jêrîn, em şiyana dîtina wan bi bikarhênerên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Dîmenên mirovan
Digel ku nîşaneyeke berbiçav a kuştina bi şîdetê tune be jî, dîmenên ku mirovên mirî yên bi qismî an jî bi temamî nehatine veşartin teswîr dikin.
Dîmenên ku fetûs û bebikên mirî yên li derveyî malzarokî nîşan didin, dema ku kesekî din jî di dîmenê de hebe.
Li derveyî peywendên derzîkirin, akapûnktûr an jî derzîkirina zuha, deqsazî an jî piercingê, dîmenê derziyên ku di çermê kesekî re bûne nîşan didin.
Dîmenên ku birîndaran di peywendên tibê de teswîr dikin dema ku di nava êş û azaran de be, werimî be an jî li ser rû û/an jî destên wan xortimên tibê hebin.
Dîmenên ku bermayîyên mirovan an jî avên bedenî nîşan didin (bo mînak; pisî, mîz, verişîn, gemara guhan, mûkûs an jî berhemên talî yên ekstraksiyonên çermî an jî xwînê);
Dîmenê ku wesayîtên ku dişewitin an jî diteqin nîşan didin an jî kêliyên wesayîtên ku bi leza zêde diçin û li cismên din deqelibînin an jî piştî lêqelibandanê wesayîta ku ji rê derketiye û/an jî ji ber vê yekê dîmenên ajokar an jî cihê rêwiyan gelekî zirar dîtine nîşan didin.
Dîmenên heywanan
Dimenên ku heywanên zindî an jî mirî yên ku xwîn li ser wan xuya ye nîşan didin.
Dîmenên ku heywanan di peywenda zayînê de nîşan didin (bo mînak; xwîn an jî organên hundirîn têde hebin).
Dîmenên ku ji heywanên zindî an jî mirî kêzîk derdikevin nîşan dide (mînak; kurmik an jî zîro).
Dîmenên ku heywanên êşê dikşînin nîşan didin.
Dîmenên Honakî
Dîmenên ku di peywendên jêrîn de kesên honakî nîşan didin:
Parçekirina bedenî;
Organên hundirîn ên xuyabar, wekî organên dervemayî, hestî an jî tevîneka masûlkeyê;
Kesên şewitî an jî kûtbûyî;
Qirikjêkirin; an jî
Mirinên bi şîdet an jî bûyerên ku jiyanê tehdît dikin.
Di peywendên jêrîn de, dîmenên wênerastîn ên ku mirovên xeyalî nîşan didin (dema ku dişibin wêne an jî vîdyoya kesekî rastîn an jî gelekî nêzî hev).
Cismên biyanî yên ne-tibî (mînak; kêr, bizmar an jî cismên din ên metal) yên ku çermî qul dikin;
Bermayîyên mirovan an jî avên bedenî ji bilî xwînê (mînak; pisî, mîz, verşî, gemara guhan, mûkûs an jî berhemên kêlekê yên ekstraksiyonên çermî);
Bebikên mirî an jî cenînên li derveyî malzarokê;
Di peywendên jêrîn de, dîmenên ku heywanên honakî lêbelê fotorealîstîk nîşan didin:
Parçekirina bedenî;
Organên hundirîn ên xuyabar, wekî organên dervemayî, hestî an jî tevîneka masûlkeyê;
Heywanên şewitî an jî kûtbûyî;
Bi saxî kelandina heywanan;
Hebûna xwînê;
Heywanên li ber mirinê;
Mirovên ku kiryarên hovane li ser heywanên zindî pêk tînin (mînak; pihênlêdan, fetisandin an jî rûçikandin);
Heywanên birîndar yên ku êşê dikşînin
Heywanên ku ji hundirê wan kêzik derdikevin (wekî mînak; kurmik an jî zîro).
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandina:
Em destûrê nadin:
Dîmen an jî dengê kesekî ku mirina bi şîdet a kesekî nîşan dide, dema ku mirina wî mirovî ji alîyê tomarên hêzên ewlehîyê, belgeya mirinê, rapora Hevkarê Pêbawer, an jî raporên medyayê ve hatibin erêkirin û endamekî malbata kesê mirî daxwaza rakirina wê dike.
Di peywenda xweşewitandinê de wekî çalakîyeke protestoyê, vîdyoya mirovên kûtbûyî an jî şewitandî.
Em dikarin destûrê bidin:
Dîmenên ku mirina kesekî ya bi êş an jî bûyekereke ku jiyanê tehdît dike, dema ku teswîrkirin tesadifî be