Tundî û Tehrîk

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Armanca me ev e ku rê li ber tundîya offline ya potansiyel bigirin ya dibe ku têkildarî naveroka li ser platformên me be. Herçiqas em fehm dikin ku mirov pir caran bi gefxwarin an jî bangewazîya tundîyê ya bi rêyên ne-ciddî ve biçûkxistin û nepejirandinê îfade dikin, dîsa jî em gotinên ku tundîyê teşwîq dikin an jî hêsan dikin û tehdîdên cidî ji bo ewlehiya şexsî pêk tînin radikin. Têde gotinên tund ên ku di çarçoveya taybetmendî (yên) parastî an jî statûya koçberiyê de kes an jî komeke mirovan dikin armanc hene. Dema ku li gor me rîska zirara fîzîkî hebe an jî gefeke rasterast hebe ji bo selametîya civakî em naverokê radikin, hesabê asteng dikin û bi hêzên ewlehîyê dixebitin. Herwisa em hewl didin li ser ziman û peywendê bifikirin da ku wan îfadeyên rojane an jî hişyarker yên naverokan tesbît bikin ku gefeke aşkere ne ji bo selametîya civakî an jî ya şexsî. Di tesbîtkirina aşkerebûna gefan de dibe ku em li ser zêdetir agahîyê jî bifikirin wekî xuyabarîya civakî ya kesekî û rîskên ji bo selametîya wan a fîzîkî.
Di hin rewşan de, em tehdîdên tundîyê yên xwestekî an jî mercî dibînin, digel îfadeyên hêviyê yên ku dê tundî bê kirin, ku li dijî terorîstan û aktorên din ên tund in (mînak, "Terorîst kuştinê heq dikin", "Ez hêvî dikim ku ew terorîstan bikujin") . Ji ber nebûna delîlên taybet yên dijî vê yekê, em wan cihê bawerîyê nabînin.
Em van radikin:
Em gefên tundîya li hemberî gelek hedefên ji hev cuda radikin. Gefên tundîyê ew îfade an jî dîmen in ku nîyetekê, daxwazekê an jî bangewazîya tundîyeke li hemberî hedefekê nîşan didin, û dibe ku gef bi awayên cuda yên îfadeyan bêne bilêvkirin, wekî beyanên nîyetê, parastin, îfadeyên xwestekî û îfadeyên mercî.
Gava ku di peywenda bilindkirina hişyarîyê an jî şermezarkirinê de têne parvekirin, gava gefên kêmtir dijwar di peywenda werzişên xweparastinê de têne kirin an jî gava ku gef rasterast li hemberî komên tundîyê yên wekî komên terorîstan bin, wê çaxê em gefan qedexe nakin.
Parastinên gerdûnî ji bo her kesê
Her kes parastî ye ji gefên di rêzê de:
  • Gefên tundîyê yên ku dikarin bibin sedema mirinê (an jî şêweyên din yên tundîya ast bilind)
  • Gefên tundîyê yên ku dikarin bibim sedemê birîndarîya cidî (an jî şêweyên din yên tundîya navîncî). Gava ku em jê bawer bin em gefên wisa yên li hemberî kesên navdar û komên ne li ser taybetmendîya parastî radikin û bêyî jêbawerîyê, em wan li hemberî hemû hedefên din jî radikin (komên li ser taybetmendîyên parastî jî tê de)
  • Qebûlkirinên pêkanîna tundîya ast-bilind û tundîya navîncî (bi şêweya nivîskî an jî devkî an ji aliyê tawanbarekî ve bi dîmenan hatibe pênasekirin), ji bilî ku di peywendeke xwe xelaskirin, xwe parastinê, werzişên xweparastinê (navîncî an jî kêmtir) de bê parvekirin, an jî gava ji alîyê hêzên ewlehîyê û personelên leşkerî an jî ewlehîya dewletê ve têne pêkanîn.
  • Gef an jî teswîrên revandina zarokan an jî revandina keçan, heke zelal be ku naverok ji aliyê mexdûrekî an jî malbata wan ve wekî daxwaza alîkarîyê tê parvekirin, an jî ji bo armancên agahdarkirinê, şermezarkirinê an jî bilindkirina hişyarkirinê tê parvekirinê
Parastinên zêde ji bo Temenmezinên Taybet, Hemû Zarokan, kesên xwedî rîska bilind û kes û komên li ser taybetmendîyên wan ên parastî:
Li kêleka parastinên gerdûnî yên ji bo her kesê, hemû temenmezinên taybet (gava ku bi xwe gilî dikin), zarok û kes û komên civakên ku li ser bingeha taybetmendî(yên) parastî tûşî êrîşan tên, ji tundîya ast nizm têne parastin.
Tundîyên Din
Li kêleka hemû parastinên ku li jor hatine rêzkirin, em van ên di rêze de jî radikin:
  • Naveroka ku bangewazîya xizmetên tundîya ast bilind dike, wê teklîf dike an jî qebûl dike (bo mînak mêrkujê kirêkirî, caş, sûîqast, sineta jinan) an jî parastina bikaranîna van xizmetan
  • Talîmatên çêkirin û bikaranîna çekan gava ku zimanekî wisa hebe ku bi awayekî aşkere armancê wekî birîndarkirina cidî an jî kuştina mirovan îfade dike, an jî dîmenên ku encamê nîşan dide an jî pênase dike, ji bilî ku peywend ew be ku naverok ji bo armanceke ne tundî ye, wekî xweparastina perwerdeyî (bo mînak, perwerdeya şerî, hunerên şerî) û perwerdeya leşkerî.
  • Talîmatên li ser çêkirin an jî bikaranîna teqemenîbaran, ji bilî ku peywendeke zelal hebe ku naverok ji bo armanceke ne tundî ya wekî kêfxweşîye ye (bo mînak agirbazî û lîstikê vîdyoyê yên ticarî, masîgirî)
  • Gefên wergirtina çekan an jî anîna çeken ji bo şûngehekê an jî bi zorî ketina şûnegehekê (cihên wekî, lê nesînordar bi, îbadetxane, saziyên perwerdeyê, cihên dengdanê an jî şûngehên ji bo hejmartina dengan an jî birêvebirina hilbijartinekê hatine bikaranîn) an jî şûngehên ku têde nîşaneyên demkî yên rîskeke bilindbûyî ya tundîyê heye.
  • Heke qet hedefek nebe jî gefên tundîya têkildarî dengdanê, qeyda dengdêran, an jî birêvebirin an jî encamên hilbijartinekê.
  • Pirôzkirina tundîya bingeh zayendî ku yan tundîya dildaran an jî tundîya bingeh namûsê ye
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
Em van radikin:
  • Bêyî statûya wan a navdarîyê yan jî jêbawerîyê, gefên li hemberî karmendên hêzên ewlehîyê an jî karmendên hilbjartinan.
  • Îfadeyên kodkirî ku têde rêbaza tundîyê bi zelalî nehatîye îfadekirin, lê gef nixumandî an jî îmakirî ye, wekî ku bi kombînasyona nîşaneyek gefê û nîşaneyên peywendî ji lîsteya jêrîn tê nîşandan.
    • Gef: Îfadeyeke kodkirî ku yek ji ev ên jêrîn e:
      • Naveroka ku di peywendeke tolhildanê de hatiye parvekirin (bo mînak, wekî bersiva şîngirtinê îfadeyên daxwaza pêkanîna tiştekî zirarkar ji bo kesên din an jî dibe ku gefeke rast, wergirtî an jî daxilbûyî be)
      • Referansên ji bo bûyerên tundîyê yên dîrokî an jî honakî (bo mînak, naveroka ku gefan li kesên din dike bi referanskirina bûyerên tundîyê yên navdar ên dîrokî ku di dirôkê de an jî di qadeke honakî de pêk hatine)
      • Kirinên wekî bangewazîya kiryarê ya gefker (bo mînak, naveroka ku kesên din vedixwîne an jî wan bi dil dike ji bo pêkanîna kiryarên zirarkar an jî beşdarîya pêkanîna kiryarên zirarkar)
      • Nîşan dide ku xwedî agahîya hesas e an jî ya wê parve dike ku dikare zirarê bigehîne kesên din (bo mînak, naveroka ku derbarê agahîya şexsî de nîşe yan jî hişyarîyê dide ku muhtemelen gefeke tundîya fîzîkî ya zêdetir pêbawer dike. Tê de îmaya zanyarîya navnîşana kesekî, cihê wan ê karkirinê an jî perwerdeyê, rotayên wan ên hatûçûya rojane an jî şûngeha niha hene).
    • Peywend
      • Peywenda herêmî an jî pisporîya mijarê erê dike ku îfadeya behskirî dikare bibe sedemê tundîya di cih de.
      • Hedefa naverokê an jî temsîlkarekî destûrdayî naverokê bo me gilî dike.
      • Armanc zarokek e.
  • Gefên îmakirî ji bo anîna çekan ji bo şûngehan, cihên wekî, lê nesînordar bi, îbadetxane, saziyên perwerdeyê, cihên dengdanê an jî şûngehên ji bo hejmartina dengan an jî birêvebirina hilbijartinekê hatine bikaranîn (an jî teşwîqkirina kesên din ji bo kirina heman tiştî) an jî şûngehên ku têde nîşaneyên demkî yên rîskeke bilindbûyî ya tundîyê heye.
  • Qebûl an jî spekûlasyonên derbarê gendelî, bêrêzî û pêşdarazên têkildarî hilbijartinan, gava ku nîşaneyek hebe ku naverok gefa tundîyê dike ( bo mînak, gefên wergirtin an jî anîna çekan, teswîrên dîtbarî yên çekekê, referansên agirberdanê, dizî, vandalîzm), wekî:
    • Hedefkirina kes(an)
    • Hedefkirina şûngeheke taybet (dewlet an jî biçûktir)
    • Gava ku hedef ne aşkere be
  • Referansên ji bo kombûn an jî bûyerên têkildarî hilbijartinan gava nîşaneyek hebe ku naverok gefa tundîyê dike (bo mînak, gefên wergirtin an jî anîna çekan, teswîrên dîtbarî yên çekekê, referansên agirberdanê, dizî, vandalîzm).
  • Gefên tundîya ast-bilind an jî tundîya navîncî di parastina xwe an jî mirovekî din de dema ku krîterên jêrîn pêk bên.
    • Li dijî kesekî be (ji bilî kesên ku bi nav an jî rûyê xwe têne naskirin, kesên ku li gorî taybetmendiyên wan ên parastî têne armancankirin û zarokan)
    • Di çarçoveya ketina malê de an jî tundîya navbera kesan de ya ku bi tundîya ku jê re bertek tê dayin û di dawîyê xetereyek be
    • Bandora potansiyel a li ser deng ji xetereya tundîya dawîyê zêdetir e
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê tundî û tehrîkê de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike