Daxwazên Bikahêneran

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Meta li gorî qanûnên guncan û rêzikên me yên xizmetê bersivê dide daxwazên rakirina hesaban. Hemû daxwazên ku em werdigirin yekûyek bi baldarî têne nirxandin û dibe ku em hin daxwazan red bikin an jî zelalkirina zêde bixwazin.
Em girêdayî daxwazên rakirina tiştên jêrîn dibin:
  • Rakirina hesabî, dema ku ji aliyê xwediyê hesabî ve bê daxwazkirin
  • Rakirina hesabên aîdî kesên bêşiyan, dema ku ji aliyê temsîlkarekî rayedar ve bi Belgeya Destûrê û belgeyên tibî yên ku bêşiyaniyê piştrast dikin bê daxwazkirin
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê daxwazên bikarhêneran de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike