Spam

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Em destûr nadin naverokên ku ji bo xapandin an jî şepirzekirina bikarhêneran hatine sazkirin da ku bi awayekî destkird hejmara temaşevanan zêde bikin. Ev naverok kapasîteya mirovan kêm dike ku bi rasteqînî li ser platformên me mijûl bibin û dikare ewlehî, îstîqrar û bikaranîna xizmetên me tehdîd bike. Di heman demê de em hewl didin ku rê li ber taktîkên îstîsmarker bigirin, wek belavkirina lînkên xapînok da ku bikarhênerên negumanbar bi navgîniya fonksiyon an jî kodên xapîner bikişînin, an jî teqlîdkirina domaineke pêbawer.
Spama online pîşesaziyeke bikar e. Siyaset û tesbîtkirina me divê bi berdewamî pêş bikeve da ku bi trend û taktîkên spamê yên ku derdikevin pêş haydar be. Di çalakîya têkoşîna li hember spaman de, em hewl didin ku bilindkirina xercên ji bo hilberîner û belavkerên wan ên li ser platformên xwe hevseng bikin bi parastina çalakîya zindî û rastîn a civaka xwe.
Em destûrê nadin:
  • Çi bi destî çi jî otomatîk gelek zêde şandin, parvekirin û mijûldarbûna bi naverokan an jî sazkirina hesab, Kom, Çalakî an jî hebûnên din.
    • Dibe ku em li ser hesabên kêmtir çalak sînordarîyan daynin dema ku nîşanên din ên Spamê (mînak, şandina naverokeke dubare) an jî nîşanên Nerastiyê hebin.
  • Hewl an jî serkeftinên firotin, kirîn, an jî veguhestina hebûnên platformê, wekî hesab, kom, rûpel, û hwd.
  • Hewl an jî biserfkeftinên firotin, kirîn, an jî veguhestina îmtiyazên malperê, wek rolên birêvebir an jî çavdêrîyê, an jî destûra parvekirina li cihên taybet.
  • Hewldan an jî serketina di firotin, kirîn, an jî guhertina naverokê bi tiştekî bi nirxekî pereyî, ji bilî Naveroka Markayî ya ku bi awayekî zelal hatibe destnîşankirin, wekî ku hatibe pênasekirin ji hêla van polîtîkayên me Polîtîkaya Naveroka Markayî.
  • Hewl an jî biserfkeftinên firotin, kirîn, an jî veguhestina ji bo mijûldarbûnê, wekî ecibandin, parvekirin, dîtin, şopandin, tikandin, bikaranîna hashtagên taybet, û hwd. Tê de ev hene:
    • Teklîfkirina pere an jî nirxê pereyî di berdêla mijûlbûnê de (ango, teklîfkirina şanseke qezenckirinê ji bo kesên din). (mînak, "Her kesê ku rûpela min biecibîne dê şansê qezenckirina $500 bi dest bixe")
    • Teklîfkirina tiştekî ku nirxê wê yê pereyî hebe di berdêla mijûlbûnê de. (mînak, "Heke tu rûpela min biecibînî, ez dê iPhoneekê bidim te!")
  • Xwestin an jî îdîakirina wê yekê ku divê bikarhêner bi naverokê re mijûldar bin (bo mînak ecibandin, parvekirin) berîya ku bikarin naveroka sozdayî bibînin an jî kar li ser bikin.
  • Parvekirina URL, domain, an jî aplîkasyonên xapînok an jî xapîner, wekî:
    • Veşartin: Veşartin hemû hewildan in ji bo îhlalkirina polîtîkayên me yên naverokan bi rêya pêşkêşkirina bi qestî ya naverokên cihêreng ên derveyî-platformê, wek URL an jî aplîkasyonan ji bo pergalên me yên hevgirîyê ku ji tiştên ku ji bikarhêneran re têne xuyakirin xwe vedidizin.
    • Lînkên Xapînok: Lînkeke naverokê ye ku soza cureyeke naverokê dide lê tiştekî bi tevahî cuda pêşkêş dike. Dibe ku têde naverokên di aplîkasyon an jî nermalava sozdayî de hebin.
    • Tevgera arastekirina xapîner: Malperên ku kiryarekê (bo mînak captcha, temaşekirina rekleman, li vir bitikîne) dixwazin ji bo dîtina naveroka rûpela daxwazkirî ya armanc û navê pawana URLyê piştî pêkanîna kiryarê diguhere, an jî bi otomatîkî bikarhêneran bêyî destkarîya bikarhêneran ber bi pawaneke bi tevahî cuda araste dike.
    • Derîyê Biecibîne/parve bike: Xwestina ji bikarhêneran ku mijûldar bibin (bi awayê ecibandin, parvekirin, şopandin, an celebek din a mijûldarbûna giştî) da ku bigihîjin naverokên taybet.
    • Erkbarîya platforma xapîner - Teqlîdkirina taybetmendî an jî erkbarîya xizmetên me, bo mînak teqlîdkirina berhevkirina pereyan, anketên di rêzê de, bişkokên lêdanê, an jî bişkoka Ecibandinê ya ku ew erk lê tune ye, da ku lînkekê bi bikarhênerekî bide şopandin.
    • Erkbarîya rûpela armanc ya xapîner: Malperên ku xwediyê navrûyên bikarhênerîyê yên xapînok in, ku di encamê de trafîka şansî çêdibe (mînak pencereyên ku li pêş/paş vedibin, nêçîra tikandinê, hwd.). Têde taktîkên wekî xefikê hene, gava ku mirov hewl dide ku ji rûpela vekirinê derkeve, pencereyên bêleqe yên li pêş vedibe.
    • Teqlîdkirina rûpela armanc an jî pawanê - Rûpeleke armanc, URL, an jî malpereke derveyî an jî pawaneke derveyî-platformê ku xwe wekî markayek an jî xizmetek bi navûdeng nîşan dide bi rêya bikaranîna nav, pawan an jî naverokek ku di nav de xeletîyeke nivîsandinê, vegotinê an jî alavake din heye da ku bi rêya rûpelekî vekirinê yê dişibe ya eslî ya pêbawer malper, pawan an jî markayên navdar teqlîd bike.
    • Bikaranînên din ên xapînok yên URLyê yan jî lînkên ku gelek dişibin yên jorîn.
  • Ji bilî yên li jor, em van qedexe nakin:
    • Danasîna çeprast ya ku bi peredayina alîyekî sêyemîn nayê destpêkirin
    • Li şûna danûstendina nirxî li gorî berjewendiya wan a li ser rûpel an jî komê, veguhestina berpirsiyarîyên birêveberî an jî çavdêriya rûpel an jî komekê ji bo bikarhênerekî din.
    • Şandin an jî parvekirina Naveroka Markayî ya bi hêsanî tê naskirin.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê spaman de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike