Daxwaza Cinsî ya Temenmezinan û Zimanê Cinsî yê Aşkere

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Wekî ku di polîtîkaya Îstîsmara Cinsî ya Temenmezinan de hatiye destnîşankirin, mirov xizmetên me bi kar tînin da ku tundî û îstîsmara cinsî nîqaş bikin û balê bikêşin ser wan. Em giringiya vê nîqaşê qebûl dikin û destûrê didin wê. Herwisa em destûrê didin nîqaşa li ser parêzvanîya mafên karkerên seksê û rêziknameyên karê seksê. Lêbelê, dema ku naverok di navbera temenmezinan de rasthatinên cinsî an jî xizmetên ticarî yên cinsî hêsan dikin an jî dema ku ew naverokên pornografîk an jî cinsî dixwaze an jî pêşkêş dike wê çaxê em cuda tevdigerin. Em vê yekê dikin da ku rê bigirin li ber kirinên ku bazirganîya mirovan, zordarî û kirinên cinsî yên bê riza hêsan dikin.
Dîsa em zimanê ku ji aliyê cinsî ve aşkere ye jî sînordar dikin ku bikare bibe sedemê daxwaza cinsî ji ber ku dibe ku hinek guhdarên li nav civaka me ya gerdûnî ji bo naveroka wihareng hesas bin, û dibe ku şiyana mirovan kêmtir bike ku li gel hevalên xwe û civaka berfireh pêwendîyê bikin.
Em destûrê nadin:
Naverokên ku ji bo fihûşê rêbazên pêwendîdanînê pêşniyaz dikin, daxwaz dikin an jî pêşkêş dikin, wekî ku bi beramberî pere an jî tiştekî bi nirx daxwaz an jî teklîfa têkiliya cinsî dikin:
  • Teklîfkirin an jî daxwazkirina rasthatinên cinsî (bo mînak, xizmetên eskortê, peyamên cinsî/erotîk, suhbetên cinsî, xizmetên fetîş/serdestîyê)
  • Bikaranîna gotinên argo ji bo fihûşê, digel daxwaz an jî teklîfa berdestbûnê, biha an jî hemû sinyalên destkariyên ji bo pere an jî tiştekî bi nirx, şûngeh an jî agahiyên pêwendiyê
  • Daxwazkirina têkiliya cinsî beramberî berdêlekê an jî her cure nîşanên destkariyê ji bo pere an jî tiştekî bi nirx
  • Teswîrkirin an jî behskirina rasthatinên cinsî an jî partneran bi beramberî berdêlekê an jî pereyî an jî bi hemû nîşaneyên pereyan an jî veguhestinên wekî wan.
  • Erkdarkirin an jî teklîfkirina kesên din ji bo karê cinsî yê ticarî jî li bin polîtîkaya Îstîsmara Mirovan tê hesibandin.
Naverokên ku ji bo rasthatinên cinsî bi rêya teklîfkirin, daxwazkirin an jî pêşkêşkirina rêbazên pêwendiyê daxwaza têkiliya cinsî dikin, yên wekî:
  • Têkiliya cinsî an jî pêxweşî
  • Seksa oral
  • Fetîşên cinsî
  • Suhbet an jî axaftinên cinsî
  • Peyamên cinsî an jî erotîk
  • Dans an jî strîptîza erotîk
  • Parvekirina wêneyên tazî (wekî tazîtî, vîdyoyên seksê)
Naverokên ku ji bo bidestxistina materyalên pornografîk rêbazên pêwendiyê dixwazin, pêşniyaz dikin an jî pêşkêş dikin an jî cih didin navên bikarhêneriyê an jî lînkên malperên pornografîk.
Zimanê ku ji aliyê cinsî ve aşkere ye ku derbarê yên jêrîn de agahiyên zelal an jî bi hûrgilî bi kar tîne:
  • Organên cinsî,
  • Rewşên pêxweşiya cinsî (wekî mînak şilî an jî ereksiyon)
  • Rasthatinên Cinsî
  • Ew ên jorîn naverokên ku di peywendeke mîzahî, hîcîvî de wekî dijûnkirina cinsî hatine parvekirin nagirin nava xwe.
Gava ku di peywendên şermezarkirin, perwerdehî, bilinkirina hişyarîyê an jî raporkirina nûçeyî de têne parvekirin, em destûrê didin naveroka ku dikeve bin banê vê polîtîkayê. Herwisa em di çarçoveya polîtîkaya xwe de rê li ber nîqaşkirina pratîkên cinsî jî nagirin. Lêbelê, ji bo ku kesên nereşît bikarin bi awayekî hêsan li gorî temenên xwe tecrûbeyan bijîn, dibe ku li gorî polîtîkaya Tenduristî û Silametiyê, ev bi kesên ji 18 saliyê mezintir re bên sînordarkirin.
Ji bo naveroka di rêzê de, em şiyana dîtina vê naverokê bi mezinên 18 salî û mezintiran ve sînordar dikin:
  • Naveroka ku nîqaşa pratîk an jî tecrûbeyên cinsî dike
  • Naverokên ku têde navên bikarhênerî, lînk an jî logoyên Malperên Aboneyên Temenmezinan hene
  • Metaforên cinsî jî têde, zimanê cinsî yê aşkere di peywendên qerfî an jî hîcîvî de
  • Zimanê ji aliyê cinsî ve mustehcen ku qala têkiliyên cinsî dike
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
  • Hin caran gava hatibe dîyarkirin ku naverok hîcîvî ye, em dê destûrê bidin naveroka ku di halê asayî de Standardên Civakê bin pê dike. Tenê heke hêmanên binpêker ên naverokê hîcîvî bin an jî bi tiştek an jî kesekî wisa girêdayî bin ji bo henekpêkirin an jî rexnekirina wan, dê destûra naverokê bê dayîn.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê daxwaza cinsî ya temenmezinan û zimanê cinsî yê aşkere alîkariyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike