Berhem û Xizmetên Qedexekirî

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Ji bo teşwîqa selametîyê û kêmkirina çalakîyên zirarkar, em hewldanên kes, hilberîner û belavkeran ên kirîn, firotin, pişkavêtin, dîyarîkirin, veguhastin an jî bazirganîya hin mal û xizmetên platformên me qedexe dikin. Em rê nadin pevguhertin an jî firotina ti dermanên ku dibe ku bibin sedema mibtelayîya maddeyên hişber ku dikevin bin banê polîtîkayên me yên li jêr de hatine rêzkirin. Belavkerên dikandar û yên online dibe ku danasîna çekên teqînbar, alkol û berhemên titûnê bikin ji bo daxistina bihayê xizmetên me; lê belê em xuyabarîya vê naverokê ji bo biçûkan sînordar dikin. Em destûrê didin nîqaşên li ser firotina van tiştan yên li dikanan an jî ji alîyê firoşkarên online, piştgîrîya ji bo guhertina rêzikên mal û xizmetên ku di vê polîtîkayê de cih digirin û piştgirî ji bo an jî têkildarî bikaranîna dermanên dermansazîyê di çarçoveya dermankirina bijîşkî de, digel nîqaşkirina bandorên bedenî an jî derûnî.
Berhem û Xizmetên Sînordarkirî ji van kategoriyên jêrîn pêk tên:
  • Derman û Berhemên Dermansaziyê
  • Çek, Cebilxane an jî Teqemenî
  • Tûtin û Berhemên Têkildar
  • Alkol
  • Tenduristî û Silametî
  • Qûmar û Lîstikên Online
  • Cureyên di xetereyê de û yên tên parastin (jiyana wehşî û nebat)
  • Berhemên Dîrokî
  • Berhem û Malzemeyên Xeternak
  • Organ û Avên Bedenî
Li jêrê her kategorî bi awayekî hûrgilîtir hatiye ravekirin.
Derman û Berhemên Dermansaziyê
Em destûrê nadin:
Dermanên xwedî rîska bilind (madeyên hişber ên ku xwedî potansîyeleke mezin a xerabikaranîn û miptelayîyê ne an jî têkildar in bi rîskên bilind ên tenduristîyê, doza zêde jî tê de; bo mînak, kokaîn, fentanîl, eroîn).
Naveroka ku:
  • Hewldanên kirîn, firotin, birêvebirina tircareta wan, bexşandin, dîyarîkirin an jî daxwazkirina madeyên hişber ên rîska bilind dikin.
  • Kirîn, ticaret an jî birêvebirina ticareta madeyên hişber ên rîska bilind yên şanderê naverokê bi xwe an jî bi rêya kesên din qebûl dikin.
  • Bikaranîna şexsî qebûl dike bêyî agahdarî an jî referansa başbûn, tedawî an jî alîkarîyên din ên li hemberî têkoşîna bikaranînê. Dibe ku ev naverok derbarê madeyên hişber ên rîska bilind de bi awayekî erênî neaxive, bikaranîna wan teşwîq neke, an jî ji bo çêkirin û bikaranînê rênîşandanan nade.
  • Madeyên hişber ên xwedî rîska bilind kordîne dikin an jî wan teşwîq dikin (qesda me jê; axaftina bi awayekî erênî, teşwîqkirina bikaranîna wan, an jî ji bo çêkirin û bikaranînê pêşkêşkirina rênîşandanan e).
  • Nîşe: Destûr tê dayîn ji bo nîqaş an jî parastina qanûnîbûnê an jî nîqaşa nirxên zanistî an jî tibî yên li ser dermanên xwedî rîska bilind. Têde nûçe û agahdarikirinên civakî jî hene.
Dermanên ne-tibî (derman an jî madeyên ku ji bo armanceke dîyarkirî ya tibî nayên bikaranîn an jî bi tenê ji bo gihîna asta bilind tên bikaranîn - têde madeyên kîmyewî yên pêşeng û madeyên ku ji bo hilberîna van dermanan têne bikaranîn jî hene.)
Naveroka ku:
  • Hewldana kirîni firotin, kordînasyona pevguhernadina wan, bexşandin, dîyarîkirin an jî daxwazkirina madeyên hişber
  • Kirîn, ticaret an jî birêvebirina ticareta madeyên hişber ku ji alîyê şanderê naverokê bi xwe ve an jî bi rêya kesên din tê pêkanîn qebûl dike.
  • Bikaranîna şexsî qebûl dike bêyî agahdarî an jî referansa başbûn, tedawî an jî alîkarîyên din ên li hemberî têkoşîna bikaranînê. Dibe ku ev naverok derbarê madeyên hişber bi awayekî erênî neaxive, bikaranîna wan teşwîq neke, an jî ji bo çêkirin û bikaranînê rênîşandanan nade.
  • Dermanên ne-tibî kordîne dikin an jî wan teşwîq dikin (qesda me jê; axaftina bi awayekî erênî, teşwîqkirina bikaranîna wan, an jî ji bo çêkirin û bikaranînê pêşkêşkirina rênîşandanan e).
  • Hewldanên firotin an jî danasîna amûrên dermanên ne-tibbî dike.
  • Têde berhemên ku dermanên ne-tibbî teswîr dikin jî hene.
Dermanên reçeteyî (dermanên ku pêdivî bi reçeteyê an jî pisporên tibî heye ji bo bikaranînê)
Naveroka ku:
  • Hewdanên kirîn, firotin an jî ticareta dermanên bi reçete dike, ji bilî:
    • Dema ku bihayê vaksînan bi awayekî zelal di çarçoveya perwerde an jî nîqaşkirinê de tê lîstekirin dema ku ji bo kesên 18 salî û mezintiran ve tê sînordarkirin.
    • Dema ku ji aliyê karsaziyên e-ticarî yên tenduristiyê û rewa ve û bi kesên 18 salî û mezintiran sînordarkirî tê weşandin, teslîmatê pêşkêş dikin. Herwisa ji bo ku bi pisporekî tenduristiyê re bê şêwirîn an jî reçeteyeke derbasdar bê wergirtin divê ev naverok cih bide ferxetnameyekê.
  • Ji bilî rewşên têkildarî aborî, tenduristî, civakî an jî qeyrana bobelateke xwezayî, hewldanên bexşkirin an jî diyarkirina dermanên reçeteyî.
  • Daxwaza dermanên reşeteyî, ji bilî ku naverok di peywendeke tibî de behsa kirînbarî, gihînbarî an jî bandora madeyên hişber dike
  • Nîşe: Destûr tê dayîn ji bo nîqaş an jî parastina qanûnîbûnê an jî nîqaşa nirxên zanistî an jî tibbî yên dermanên reçeteyî. Têde nûçe û agahdarikirinên civakî jî hene.
Madeyên Enteojen
  • Naveroka ku hewl dide madeyên enteojen bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bebexşîne, dîyarî bike an jî daxwaza wê dike.
  • Nîşe: Destûr tê dayîn ji bo nîqaş an jî parastina qanûnîbûnê an jî nîqaşa nirxên zanistî an jî tibî yên li ser madeyên enteojen.
Esrar û Berhemên ji Esrarê Hatine Hilberandin
  • Naveroka ku hewl dide ku marihuana û THC an jî berhemên ku tê de pêkhateyên psîkoaktîf hene bikire, bifiroşe, pevbiguhere, bibexşîne an jî diyarî bide an jî daxwaza wan bike.
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Madeyên Enteojen
  • Naveroka ku qebûla bikaranîna şexsî, birêvebirin an jî danasîna (ku em wekî axaftina erênî bi nav dikin) madeyên enteojen dike an jî bikaranîna wan teşwîq dike.
    • J bilî gava ku yek ji xalên jor di peywenda honakî an jî belgeyî de pêk bê.
Esrar û Berhemên ji Esrarê Hatine Hilberandin
  • Naveroka ku marîhuana û THC an jî berhemên ku tê de pêkhateyên psîkoaktîf hene kordîne dike an jî dide nasîn (qesda me jê; derbarê wan de axaftina erênî, teşwîqkirina bikaranîna wan an jî pêşkêşkirina talîmatên têkildarî çêkirina wan).
  • Naverokên têkildarî karên ku ji aliyê dîspanserên esrarê ve hatine weşandin ku ti hewldanên kirîn, firotin an jî danûstendina berhemên ku têde esrar û THC an jî pêkhateyên psîkoaktîf ên têkildar hene di xwe de nahewînin.
  • Naveroka ku hewl dide û dixwaze esrara herifînbar an jî berhemên esrarên wekî wê bikire, bifiroşe, bazirganiya wê bike, bibexşîne, diyarî bike an jî daxwaza wê bike.
  • Naveroka ku hewl dide û dixwaze esrara herifînbar an jî berhemên esrarên wekî wê bikire, bifiroşe, bazirganiya wê bike, bibexşîne, diyarî bike an jî daxwaza wê bike.
  • Naverokên ku têkildarî berhemên ne-herifînbar (CBD) an jî yên wekî berhemên kanabinoidê îdîayên nexweşiyê belav dikin.
  • Naveroka ku bikaranîna esrarê teswîr dike.
Dermanên reçeteyî
  • Digel ku ji aliyê karsaziyên rewa yên e-ticaretê yên tenduristiyê ve jî bêne weşandin, naveroka ku di her cure çarçoveyê de hewla kirîn, firotin an jî danûstendina dermanên reçeteyî didin.
  • Naveroka ku hewl dide dermanên bi awayekî bêreçete tên firotin bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bebexşîne, dîyarî bike an jî daxwaza wan bike.
  • Naveroka ku cih dide vexwarin an jî bikaranîna dermanên bêreçeteyî.
Çek, Cebilxane an jî Teqemenî
Em destûrê nadin:
Naveroka ku:
  • Ji bilî rewşên jêrîn, hewlên kirîn, firotin an jî ticareta çekên teqînbar, parçeyên çekên teqînbar, cebilxane, teqemenî an jî ekîpmanên kujerbar, gava ku:
    • Ji aliyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê ya ku sazîyên fizîkî temsîl dikin têne parvekirin, karsaziyên parekendeyê, malper, marka an jî saziyên dewletê jî tê de (mînak; polîs, îtfaîye), an jî ji aliyê kesekî taybet ê ku li ser navê saziyên fîzîkî yên qanûnî naverokan parve dikin û xuyabarî bi tenê bi temenmezinên 21 salî û mezintir ve sînordar e.
  • Hewldana bexşandin an jî dîyarîkirina çekên teqînbar, parçeyên çekan, cebilxane, parçeyên teqînbar an jî ekîpmanên kujer ji bilî ku di van peywendên jêr de hatibine parvekirin:
    • Bexşandin, pevguherandin an jî kirîna çekên teqînbar û cebilxaneyan ji alîyê Rûpel, Koma an jî profîla Instagramê ya ku temsîla karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî dikin, wekî karsazî, malper, marka an jî ajansên hikûmetê an jî kesayetekî taybet ê ku li ser navê karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî naverokan parve dikin û xuyabarî bi tenê bi temenmezinên 21 salî û mezintir ve sînordar e.
    • Mezad an jî pişkkêşana çekên teqînbar ku ji aliyê karsaziyên parekende, saziyên girêdayî hikûmetê an jî rêxistinên neticarî an jî girêdayî rêxistinên rewa yên fîzîkî an jî ji aliyê van rêxistinan ve tên piştgirîkirin, kesên taybet jî di nav de ji aliyê saziyên rewa yên fîzîkî ve tên sazkirin; û xuyabarî bi temenmezinên 21 salî û mezintir ve hatiye sînordarkirin.
  • Daxwazên çekên teqînbar, parçeyên çekan, cebilxane, teqînbar an jî ekîpmanên kujer.
  • Hewlên kirîn, firotin, diyarîkirin, pevguherîn, transferkirin, kordînekirin, axaftina erênî ya derbarê wan de, teşwîqkirina bikaranîna wan an jî rêvekirina ji bo gihîna çapkirina 3D an jî talîmatên hilberînê yên komputerê ji bo çekên teqînbar an jî parçeyên çekên teqînbar bêyî peywend an jî posterê.
  • Hewlên kirîn, firotin, pevguherandin, bexşkirin, diyarîkirin, daxwazkirin an jî qebûlkirinên xwedîtiya cîhazên veguherandina çekên makîneyî.
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi temenmezinên 21 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Çek, Cebilxane an jî Teqemenî
  • Naveroka ku ji aliyê firoşgeheke fîzîkî ya qanûnî, sazîyên wekî malperên karsazîyên perakendeyê marka an jî ajansên hikûmetê ve tê parvekirin ku hewl dide çekên teqînbar, parçeyên çekan, cebilxane, teqemenî an jî malzemeyên kujerbar bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bibexşîne, dîyarî bike an jî daxwaz bike (peywendên mezad û pişkkêşanê jî tê de).
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Hêmanên kêrîn û çekên din:
  • Naveroka ku hewl dide kirîn, firotin, pevguherîn, kordînekirin, bexşkirin, diyarîkirin an jî daxwazkirina hêmanên kêrîn û çekên din (mînak; gaza dijwar an jî şikînera hestiyan) bike.
  • Naverokên ku di nirxandinên berheman de derbarê çekên teqînbar, parçeyên çêkên teqînbar, cebilxane, teqemenî, hêmanên kujerbar an jî berhemên kêrîn de bi awayekî erênî diaxivin, talîmatên bikaranînê pêşkêş dikin an jî bikaranîna wan teşwîq dikin
  • Danasîn û teklîfên firotina aksesuarên ne-kujerbar
Tûtin û Berhemên Têkildar
Em destûrê nadin:
Naveroka ku:
  • Hewl dide û dixwaze berhemên têkildarî tûtinê/nîkotînê an jî berhemên ku cixarekêşiyê sîmule dikin bikire, bifiroşe an jî ticareta wan bike, her cure Berhemên Sîstema Belavkirina Nîkotinê ya Elektronîk "BSBNE" (mînak: cixareyên elektronîk, cixareyên dijîtal û cixareyên elektronîk yên bê nîkotîn) jî tê de.
    • Ji bilî parvekirinên ku ji aliyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê ya ku saziyên fîzîkî yên qanûnî temsîl dikin, karsaziyên parekendeyê, malper, marka an jî saziyên dewletê jî tê de, an jî ji aliyê kesekî taybet ê ku li ser navê saziyên fîzîkî yên qanûnî naverokan parve dikin, pêşkêşkirina xizmetên teslîmatê û diyariyên danasînê jî tê de.
  • Hewl dide berhemên tûtinê/nîkotînê an jî berhemên "BSBNE"yê bibexşîne an jî dîyarî bike.
    • Ji bilî parvekirinên ku ji aliyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê ya ku saziyên fîzîkî yên qanûnî temsîl dikin, karsaziyên parekendeyê, malper, marka an jî saziyên dewletê jî tê de, an jî ji aliyê kesekî taybet ê ku li ser navê saziyên fîzîkî yên qanûnî naverokan parve dikin, pêşkêşkirina xizmetên teslîmatê û diyariyên danasînê jî tê de.
  • Daxwaza berhemên tûtinê/nîkotînê dikin an jî berhemên ku cixarekêşanê sîmule dikin, digel her cure berhemên "BSBNE"yê (cixareyên elektronîk ên bê nîkotîn).
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
  • Naveroka ku ji aliyê sazîyên fîzîkî ên wekî malper an jî markayên malperên karsazîyên perakende ve hatine parvekirin an jî danasîna wan dikin ku hewl dide alkol an jî tûtinê bikire, bifiroşe, bibexşîne, dîyarî bike.
  • Naveroka ku kêşana tûtin, berhemên nîkotînê an jî berhemên "BSBNE"yê nîşan didin.
  • Naveroka ku bikaranîna tûtin, berhemên nîkotînê, berhemên "BSBNE"yê an jî markayên tûtinê kordîne dike an jî dide nasîn.
  • Naveroka ku Berhemên Berdana Tûtinê teswîr dikin
  • Naveroka ku bikaranîna tûtin, berhemên tûtinê an jî markayên tûtinê nîqaş dike an jî teşwîq dike
  • Naveroka medyayî ya ku di peywendeke ne-xeyalî de teswîra kêşana cixareyê an jî vexwarina tûtinê dike
    • Ji bilî peywenda kampanyayên li dijî çixareyê, xizmetên şêwirmendiya ji bo bengîtiya cixareyê, rehabîlîtasyona cixareyê an jî PSA'yê
Alkol
Em destûrê nadin:
Naveroka ku:
  • Hewldanên kirîn, firotin an jî ticaretê dike, ji bilî:
    • Parvekirinên ku ji aliyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê têne kirin ku saziyên fîzîkî yên qanûnî temsîl dikin, digel karsaziyên parekendeyê, malper, marka an jî saziyên dewletê, an jî kesekî taybet ê ku li ser navê saziyên fîzîkî yên qanûnî naverokan parve dikin, pêşkêşkirina xizmetên teslîmatê û diyariyên danasînê jî tê de.
    • Naveroka ku têkildarî alkolê be an jî teklîfa vexwendinê li mirovan dike ji bo cihekî li çalakî, xwaringeh, bar an jî partîya ku alkol lê tê kirîn an jî vexwarin.
  • Hewildanên ku alkol an jî tûtinê bibexşînin an jî dîyarî bikin ji bilî ku ew ji alîyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê ya ku temsîla karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî dikin, wekî karsazî, malper, marka an jî kesayetekî taybet ê ku li ser navê karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî ve bêne parvekirin.
  • Daxwazên berhem û vexwarinên alkolê.
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
  • Naverokên ku ji aliyê saziyên fîzîkî ve têne parvekirin an jî danasîna wan dikin, malper an jî markayên malperên karsazîyên perakende jî di nav de, ku hewl didin berhem an jî vexwarinên alkolê bikirin, bifiroşin, ticareta wan bikin, bibexşînin an jî diyarî bikin.
  • Naverokên ku têde bikaranîna berhem an jî vexwarinên alkolê tê nîşandan an jî têde tarîfên vexwarinên alkolê têne parvekirin.
  • Naverokên ku behsa berhemên alkolê dikin an jî teklîfa vexwendine dikin ji bo cihê lê alkol tê firotin an jî vexwarin.
Tenduristî û Silametî
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Berhem an jî xizmetên zeîfbûn an jî qelewbûnê
Naveroka ku:
  • Hewl dide berhem û xizmetên zeîfbûnê an jî qelewbûnê bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bibexşîne, dîyarî bike, behsa wan bike an jî daxwaza wan bike.
  • Di peywendeke erênî de bikaranîna berhemeke zeîfbûnê an jî qelewbûnê qebûl dike an jî nîşan dide an jî bandorên wê yên kêlekî nîqaş dike.
  • Kordînasyon an jî danasîna berhemeke parêzê nîşan dide (qesda me ji vê; axaftina erênî, teşwîqkirina bikaranîna wê an jî ji bo bikaranîn û kirinê pêşkêşkirina talîmatan e).
  • Têde îfadeyên kêmdîtinê yên derbarê xuyabûna fîzîkî hene (bo mînak; têgih, pênase an jî pirsên ku neyînî ne û êrişî xuyabûna kesekî, beşên taybet ên bedenê, an jî paqijîyê dikin), an jî teswîrên ji nêz ve yên qadeke taybet a bedenê ku dondina tengkirî nîşan dide.
  • Îdîayên wê yekê ku mirov dikare bi tenê bi rêya bikaranîna berhemên lixwebar, wekî micewher an jî pîneyan encaman bi dest bixe.
  • Di peywendeke zeîfbûn an jî qelewbûnê de taktîkên kemîna tikandinê bi kar tîne, wekî zimanekî sansasyonel bi îdîayên tenduristiyê yên mezin an jî dijwar, an jî sozên encamên taybet ên di çarçoveyeke demî de bêyî ferexetname an jî pênaseker.
Berhem, Pêvajo an jî Emelîyatên Kozmetîk
Naveroka ku:
  • Hewldanên kirîn, firotin, pevguhertin, bexşkirin, diyarîkirin, behskirin an jî daxwaza berhem, pêvajo an jî emeliyatên kozmetîk dike. Tê de ev hene:
    • Berhemên Spîkirina Çermî yên wekî kremên spîkirinê.
    • Prosedûrên kozmetîk ên tedawîkirin an jî nûkirina fonksiyon an jî şêweya rû an jî bedenê mirovan.
  • Bi pêşdederxistina bandora erênî an jî neyînî an jî bandorên kêlekî ve qebûl dike an jî teswîr dike ku pêvajo an jî emelîyateke kozmetîk hatiye bikaranîn.
  • Kordînasyon an jî danasîna pêvajo an jî emeliyateke kozmetîk nîşan dide (qesda me ji vê; axaftina erênî, teşwîqkirina bikaranîna wê an jî pêşkêşkirina talîmatan e ji bo bikaranîn û pêkanînê).
  • Têde îfadeyên kêmdîtinê yên derbarê xuyabûna fîzîkî hene, (bo mînak, têgih, pênase an jî pirsên ku neyînî ne û êrişî xuyabûna kesekî, hin beşên taybet ên bedenê an jî paqijîyê dikin)
Nîşe: Danasîna rêbazên antrenmanê (wekî Pîlatesê) an jî kozmetîkên demkî (wekî makyajê) ne di çarçoveya vê polîtîkayê de ne.
Pratîkên Tenduristiyê yên Xapîner
  • Îdîayên (yên ji pisporên tenduristîyê an jî rêxistinên tenduristiyê tên jî tê de) tedawîkirin, rihetkirin an jî jiholê akirina yek ji nexweşiyên jêrîn ên kujer û/an jî nayêne tedawîkirin (lîsteya berfireh): Nîşe: Ev yek li ser îdîayên tedawîkirin an jî birêvebirina nîşaneke van rewşan nayê sepandin.
    • Nexweşîya şekirê
    • Nexweşîya çermî
    • Nexşweîya gûatirê
    • Nexweşiya sedefê
    • Ebola
    • Penceşêr
    • Otîzm
    • Nexweşîya Alzheimerê
    • Parkînson
    • Amyotrofîk Lateral Sklerosîs (ALS)
    • Vîrûsa kêmkirina xweparastina mirovan (HIV)
  • Di çarçoveya tenduristiyê de taktîkên kemîna tikandinê bi kar tînin, wekî zimanekî sansasyonel bi îdîayên tenduristiyê yên mezin an jî dijwar, an jî sozên encamên taybet ên tenduristîye yên di wextekî dîyarkirî de bêyî ferexetname an jî pênaseker.
Berhemên Hişyarkirina Cinsî ya Temenmezinan
Naveroka ku:
  • Hewlên kirîn, firotin, danasîn, pevguhertin, bexşkirin, diyarîkirin an jî daxwazkirina wan berhemên hişyarkirina cinsî yên temenmezinan ku di peywendeke xeyalî an jî ne-xeyalî de xala wan a sereke, hişyarkirina zewqa cinsî ya kesekî an jî zêdekirina hişyarkirina zewqa cinsî ya kesekî ye. Tê de ev hene:
    • Pêlîstokên seksê
    • Berhemên erotîk
    • Berhemên baştirkirina genîtal ên ne-cerahî yên ku daxwaza cinsî bilind dikin an jî performansa cinsî zêdetir dikin
    • Berhemên ku bala wan li ser teşwîqkirina xwestek an jî hişyarkirina cinsî ye
    • Teswîrkirina pêlîstikên seksê yên ku peywenda wan ne zelal e
Berhemên Tenduristiya Zêdebûnê an jî Silametiyê
Naveroka ku:
  • Hewldanên kirîn, firotin, danasîn, pevguhertin, bexşkirin, diyarîkirin an jî daxwaza berhemên tenduristiya zêdebûnê an jî silametiyê. Tê de ev hene:
    • Berhemên Tenduristiya Zêdebûnê an jî Silametiyê dema ku xala wan a sereke ne li ser feydeyên tibbî lê li ser zewqa cinsî be, digel wan ên ku hêmanên fallîk an jî yonîk dihewînin
    • Berhemên ku balê dikişînin ser bêserûberîyên zêdebûna cinsî
    • Emeliyatên genîtal ên kozmetîk
    • Cerahiya genîtal a temenmezinan
    • Perwerdeya cinsî ya ku bala wê li ser zewqa cinsî ye
    • Berhemên hormonan (mînak, teqwiyeyên testosteronê)
Karsaziyên cinsî yên temenmezinan
Naveroka ku:
  • Hewla kirîn, firotin, danasîn an jî daxwazkirina wan karsaziyên cinsî yên temenmezinan ku dikarin zewqa cinsî an jî hişyarkirina cinsî ya mirovan zêdetir bikin. Tê de ev hene:
    • Karsaziyên şahiyê yên temenmezinan
    • Saziyên temenmezinan
    • Xizmetên cinsî yên hîndar
Qûmar û Lîstikên Online
Ji bo naveroka di rêzê de, em xuyabarîyê bi mezinên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin:
Qûmar û Lîstikên Online
  • Naveroka ku hewl dide qumara online û xizmetên qûmarî bifiroşe, ticareta wê bike, wê teswîr bike an jî danasîna wê bike ku her tiştê xwedî nirxekî pereyî (wekî pereyên neqîd an jî dîjîtal/xeyalî, bo mînak bitcoin) pêdivî ye ji bo lîstinê û her tiştê xwedî nirxekî pereyî parçeyekî xelatî pêk tîne. Têde ev hene lê bi van ve ne sînordar e:
    • Lîstikên şiyanê, piyango/pişk, bahîs, bahîsên werzişê, lîstikên qûmarxaneyê, lîstikên şansê an jî pêşbirke/pişkên xelatan.
    • Lîstikên Qûmarê yên ku maweyeke sînorkirî ya ceribînê pêşkêş dikin û paşê paredayînê dixwazin.
Lîstikên Qûmarxaneya Civakî
  • Naveroka ku hewla firotin, ticaret, teswîrkirin an jî danasîna lîstikên qûmarxaneya civakî ku qumarê sîmule dikin dide, ên wekî makîneyên slot ku lê derfeta qezenckirina pere an jî nirxê pereyî tune ye. Tê de ew naverok jî hene ku derfeta qezenckirina "jeton"ên ku nirxê wan ê pereyî tune ye didin.
Lîstikên ku bi awayekî bêpere tên lîstin ên peywenda qûmarê dihewînin
  • Naveroka ku hewla firotin, pevguhertin, teswîrkirin an jî danasîna lîstikên bêpere yên ku lîstikên qûmarê sîmûle dikin dide ku tê de ji bo lîstina lîstikê ti tiştekî pereyî hewce nake lêbelê dikare derfetên qezenckirina pere an jî beremberên pereyan bide hene.
Cureyên di xetereyê de û yên tên parastin (jiyana wehşî û nebat)
Em destûrê nadin:
Naveroka ku:
  • Hewl dide cinsên di bin xetere de an jî parçeyên wan an jî cinsên nebatan yên têne parastinkirîn bifiroşe, bikire, ticareta wan bike, wan bibexşîne, diyarî bike yan jî daxwaza dike.
  • Nêçîra qedexe, kirîn, firotin an jî ticareta cinsên di bin xetereyê de an jî parçeyên wan ku ji alîyê parvekerê naverokê bi xwe ve yan jî ji aliyê şirîkên kesên din ve tên kirin qebûl û teşwîq dike. Di van de teswîra nêçîra qedexe ya ji aliyê biyanîyan ve tune ye.
  • Nîşandan nêçîra qedexe ya cinsên di xetereyê de an jî parçeyên wan yên ku ji aliyê parvekerê naverokê bi xwe ve yan jî ji aliyê kesekî din ve hatiye kirin.
  • Kordînasyon an jî danasîna ji bo bikaranîn an jî çêkirina berhemên ji cinsên di bin xetereyê de an jî parçeyên wan an jî jiyana wehşî ya di bin xetereyê de an jî nebatan nîşan dide (qesda me ji vê; teşwîqkirin û nêçîra qedexe, axaftina erênî ya derbarê cinsên di bin xetereyê de ye).
Heywanên hebûna wan ne di xetereyê de
  • Naveroka ku hewl dide heywanên zindî yên ne di xetereyê de bikire, bifiroşe, an pevguherîna wan bike ji bilî gava ku:
    • Parvekirina ji alîyê Rûpel, Kom an jî profîla Instagramê ya ku temsîla karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî dikin, wekî karsazî, malper, marka an jî bereqeyên xwedankirinê an jî kesayetekî taybet ê ku li ser navê karsazîyeke fîzîkî ya qanûnî naverokan parve dikin.
    • Di çarçoveya xwedîderketin, diyarîkirin, daxwazkirin, bexşkirin an jî bimalîkirina heywanên zindî yên hebûna wan ne di xetereyê de hatiye weşandin, tevî pereyê hewandinê yê ji bo xwedîderketineke cot bi cot.
    • Firotina heywanekî ji bo qûrbanîkirin dînî an jî teklîfkirina xelatê ji bo heywanên malê yên winda.
    • Di çarçoveya firotina heywanên zindî de hatiye weşandin.
    • Di çarçoveya kirîn, firotin an jî diyarkirin, daxwazkirin, bexşkirina qoç, organ, parçeyên laşî, laşê gurandî, eyarê dagirtî, pîsîyên heywanan (ji bilî kompost an jî gubreyî) de hatiye weşandin.
    • Di çarçoveya pêşkêşkirina berhemên têkildarî heywanan ji bo xwarina mirovan: wekî hêk, masî û hwd. de hatiye weşandin.
Berhemên Dîrokî
Em destûrê nadin:
Naveroka ku hewl dide berhemên dîrokî bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bibexşîne, dîyarî bike an jî daxwaza wan bike.
Berhem û Malzemeyên Xeternak
Em destûrê nadin:
Naveroka ku hewl dide berhem û malzemeyên xetere bikire, bifiroşe, pevbiguherîne, bebexşîne, dîyarî bike an jî daxwaza wan bike.
Parçeyên Laşê Mirovan û Avên Bedenê
Em destûrê nadin:
Naveroka ku:
  • Hewldanên kirîn, firotin û bazirganîkirina organên laşê mirovan, heta ji naveroka qaçaxçitîya mirovan a ku di çarçoveya polîtîkaya Îstîsmarkirina Mirovan de hatine qedexekirin jî wêdetir.
  • Daxwaza pevguherandina avên bedenê mirovan.
  • Hewlên ji bo kirîn, firotin an jî danûstendina avên bedenê mirovan.
  • Ji bilî wan rewşên ku ji bo bexşkirina avên bedenê mirovan ên wekî avik an jî plazmaya xwînê tên weşandin.
Kelûpelên Paşvegazîkirî
Em destûrê nadin:
Naveroka ku hewl dide berhemên paşve gazîkirî bikire, bifiroşe, pevguhernadina wan kordîne bike, wan bibexşîne, dîyarî bike an jî daxwaz bike.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê berhem û xizmetên qedexekirî de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike