Agahîya Xelet
Hûrgilîyên polîtîkayê
QEYDÊ BIGUHERÎNE
Îro
8ê Nsna 2025an
14ê Adra 2025an
8ê Rbna 2025an
19ê Trma 2024an
10ê Trma 2024an
11ê Hzra 2024an
21ê Glna 2024an
7ê Sbta 2024an
6ê Brfa 2023an
30ê Îlna 2023an
15ê Trma 2023an
Bingehên Polîtîkayê
Agahiyên xelet ji cureyên din ên axaftinê yên ku di Standardên me yên Civakê de têne destnîşankirin cûda ne ji ber ku ti rêyek tune ye ku mirov lîsteyeke berfireh a tiştên ku qedexe ye bi awayeke eşkere diyar bike. Bo mînak, derbarê naverokên hesas an jî reftarên nefretê, polîtîkayên me naverokên ku em qedexe dikin diyar dikin û kesên ku wan polîtîkayan qebûl nekin jî dikarin wan bişopînin. Lê derbarê agahiyên xelet de em nikarin wê yekê pêk bînin. Dinya bi berdewamî diguhere, û tiştê ku yek deqîqe rast e dibe ku di deqeya din de ne rast be. Di heman demê de mirov derbarê cîhana li dora xwe de xwediyê astên cûda yên agahiyê ne, û dibe ku bawer bikin ku tiştek rast e dema ku ne wisa be. Polîtîkayeke ku bi tenê "agahiyên xelet" qedexe dike dê ji kesên ku xizmetên me bi kar tînin re agahdariyek kêrhatî dabîn neke û dê nikare bê sepandin, ji ber ku em ne xwediyê gihîna bêkêmasî ya agahiyan in.
Li şûna wê, polîtîkayên me kategoriyên cihêreng ên agahiyên xelet bi awayeke eşkere diyar dikin û hewl didin ku rêbernameyeke zelal dabîn bikin ka gava em bibînin em bi wê gotarê re çawa tevdigerin. Ji bo her kategoriyê, nêzîkatîya me hewldana me ya ji bo hevsengkirina nirxên me yên derbirîn, ewlehî, rûmet, rastbûn û mehremiyetê nîşan dide.
Em wan agahiyên xelet radikin yên ku îhtîmala wan a rasterast heye ji bo xetereya zirara fîzîkî ya nêzîk. Herwiha em wan naverokên jî radikin yên ku dikarin bi awayekî rasterast midaxeleyî pevajoyên siyasî bikin. Di destnîşankirina tiştên ku di van kategoriyan de agahiyên xelet pêk tînin de, em bi pisporên serbixwe yên xwedî zanyarî re hevkariyê dikin da ku rastiya naverokan û wê yekê ka îhtîmal heye ku ew rasterast beşdarî xetereya zirara nêz bibin binirxînin. Tê de ev hene; bo mînak, hevkarîya bi rêxistinên mafên mirovan re ligel hebûna xwe ya li welatekî ji bo destnîşankirina rastiya gotegoteke derbarê pevçûnên sivîl de, û hevkarîya bi rêxistinên tenduristiyê re di dema pandemiya gerdûnî ya COVID-19ê de.
Ji bo hemû agahiyên din ên xelet, em bala xwe didin ser kêmkirina berbelavbûna wê an jî sazkirina hawîrdoreke ku diyalogeke berhemdar saz dike. Em dizanin ku mirov bi gelemperî agahiyên xelet bi awayên bê zirar bikar tînin, wek mînak ji bo zêdetir mezinkirina xalekê ("Ev tîm di dîroka werzîşê de xwediyê asta herî xirab e!") an jî bi henekî an jî tinazî ("Mêrê min vê dawiyê Mêrê Salê hate destnîşankirin.”) Her wiha dibe ku ew tecrûbeyên xwe bi çîrokên ku tiştên nerast têde be parve bikin. Di hin rewşan de, mirov nerînên xwe yên şexsî parve dikin ku ji dil qebûl dikin lê kesên din wan wek nerast dihesibînin an jî agahiyên ku li gor wan rast in lê yên din netemam an xelet dihesibînin.
Bi naskirina wê yekê ka ew axaftin çiqas berbelav in, em balê didin ser dabînkirina agahîyên alîkar ji bikarhêneran re dema ku naverokek bi potansiyel xapînok an jî tevlihevker hebe. Wekî beşek ji vê hewldanê, li derveyî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo nirxandin û pîlekirina rastbûna naverokên herî vîral ên li ser platformên me, em bi saziyên kontrolkirina rastiyê yên aliyê sêyem ên li gelek deverên cîhanê re hevkariyê ava dikin (ji bo nêzîkatiya me ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li vir û li vir binêre). Bernameya Nîşeyên Civakê ya ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye destpêkirin dihele ku mirov bikarin zêdetir peywendê li şandiyên xapîner an jî tevlihevker ên Facebook, Instagram û Threadsê zêde bikin (li vir bibîne). Herwisa em ji bo zêdekirina xwendewarîya dijîtal û medyayê çavkaniyan pêşkêş dikin, bi vî awayî mirov dikarin bi xwe biryarê bidin ka çi bixwinin, baweriya xwe bi çi bînin û çi parve bikin. Dema ku mirov naverokên bi vîdyoyên fotorealîstîk an jî dengên rastîn ên bi awayekî dijîtal hatine sazkirin an jî guhertin biweşînin, em pêwîst dikin ku bi rêya alava me ya hişê çêkirî ya îfşakirinê ve wê naverokê îfşa bikin, heke ew vê nekin em dikarin cezayan li wan bibirin. Di heman demê de dibe ku em nîşanekê li hin naverokan zêde bikin ku bi awayên dîjîtal hatibin sazkirin an jî guhertin û bi taybetî xetereyeke mezin a xapandina mirovan li ser mijareke ku ji xelkê re giring e pêk bînin.
Di dawiyê de, em naverok û reftarên li warên din ên ku bi gelemperî bi belavkirina agahiyên xelet re wek hev in qedexe dikin. Bo mînak, Standardên me yên Civakî hesabên sexte, sextekarî û reftara kordîneyî ya nepiştrast qedexe dikin.
Her ku hawîrdorên online û offline diguherin û pêşve diçin, em dê pêşvebirina van polîtîkayan bidomînin. Hesabên ku agahiyên xelet ên li jêrê hatine rêzkirin li ser hev parve dikin, digel ku naverokên wan li gorî vê polîtîkayê bêne cîbicîkirin jî dibe ku belavkirina wan bê kêmkirin, şiyana wan a reklamdayînê bê sînordarkirin an jî ji platformên me bên rakirin. Agahiyên zêdetir li ser wê yekê ka çi dibe dema ku Meta naverokan radike, li vir peyda dibin.
Rêbername
Agahîyên xelet yên ku em radikin:
Em van cureyên jêrîn ên agahîyên xelet radikin:
I. Zirara Fîzîkî an jî Tundî
Em wan agahîyên xelet an jî gotegotên ne piştrastkirî radikin yên ku hevkarên pispor wisa destnîşan kirine ku ew dê muhtemelen rasterast tevkarîyê bikin bo xetereya tundîyê an jî zirara fîzîkî ya li hemberî mirovan. Em agahîya xelet wekî wê naverokê pênase dikin ku xwedî îdîayeke wisa ye ku ji hêla alîyê sêyem yê rayedar ve wekî xelet hatiye destnîşankirin. Em gotegota nepiştrastkirî wekî wê îdîayê pênase dikin ku li gor hevkarên pispor erêkirina çavkanîyan wan gelek zehmet an jî nepêkan e, ji çavkanîyên rayedarî bêpar e, taybetmendîyên têra xwe baş tune ne ku îdîa bê pûçkirin an jî îdîa ew qas zêde pênebawer an jîderveyî aqil e ku mirov pê bawer nebe.
Em dizanin ku hin caran agahîyên xelet ên ku wekî bêzerer xuya dikin, di peywendeke taybet de dikarin bibin sedemê zirara offline ku têde gefên tundîyê hene ku dikarin bibin sedemê rîska zêde ya mirin, birîndarîya cidî an jî zirarên din ên fîzîkî. Em bi toreke rêxistinên sivîl (RS), rêxistinên neticarî, rêxistinên alîkarîya mirovî, û rêxistinên navneteweyî yên ku li ser van dînamîkên herêmî xwedî pisporîyê ne dixebitin.
Li welatên ku di bin rîskeke zêde ya tundîya civakî derbas dibin, em bi hevkarên herêmî bi awayekî pêşîlêgirtinî dixebitin da fehm bikin ka kîjan îdîayên xelet dikarin tevkarîya rîskeke zirara fîzîkî ya di cih de bikin. Paşê em li ser dixebitin da ku naverokên ku wan îdîayan dikin tesbît bikin û ji ser platformên xwe rakin. Bo mînak, bi şêwirmendîya pisporên herêmî, dibe ku em wê medyaya derveyî peywendê rakin ya ku îdîaya teswîra kiryarên tundîyê, mexdûr an jî bikerên tundîyê, çekan, an jî hişkalavên leşkerî dike.
II. Agahîyên Xelet ên Tenduristîyê yên Zirarkar
Em bi rêxistinên tenduristîyê yên sereke dixebitin da ku agahîyên xelet ên tenduristîyê tesbît bikin ku muhtemelen rasterast dibin sedemê zirara tenduristî û selameta civakê. Agahîyên xelet ên tenduristîyê yê ku em radikin ji ev ên jêrî ne:
- Agahîyên xelet ên derbarê vaksînan. Em agahîyên xelet ên derbarê vaksînan radikin gava ku rayedarên tenduristîya civakê bigehin wê fikirê ku ew agahî xelet in û dikarin rasterast bibin sedemê redkirinên vaksînê. Têde ev hene:
- Vaksîn dibe sedemê otîzmê (Mînak: "Ji ber vaksînkirina zêde ye ku van rojan ev qas zarok dibin otîstîk."
- Vaksîn dibin sedemê Sendroma Mirina Zarokan a Nepayî (Mînak: "Ma tu nizanî ku vaksîn dibe sedemê SMZNê?"
- Vaksîn dibin sedemê wan nexweşîyên ku qaşo ew li hemberê têne bikaranîn, an jî ew dibin sedemê wê yekê ku kesê vaksînê li xwe didin bêtir bi nexweşîyê dikeve (Mînak: "Lêdana vaksînê di esilê xwe de mirovî zêdetir nexweş dike ji ber ku têde taybetmendîyên nexweşîyê hene. Baldar be!)
- Vaksîn an jî naverokên wan kujer in, toksîk in, bijehr in, zirarkar in, an jî xetere ne (Mînak: "Helbet, tu dikarî vaksînê li xwe bidî, bi şertê ku bixwazî jehrê têxî bedenê xwe.")
- Parastina sirûştî çêtir e ji parastina ku ji vaksînê tê bidestxistin (Mînak: "Ewletirîn rê ew e ku mirov bi nexweşîyê bikeve, ne ku vaksînê li xwe bide.")
- Tiştekî xetere ye ku mirov di maweyeke kurt a demî de gelek vaksînan li xwe bide, herçiqas dem ji aliyê tibî ve bêne pêşniyazkirin jî (Mînak: "Ti caran di carekê de ji yekê zêdetir vaksînan li xwe nede, ew tiştekî xetere ye - Ne xema min e ka doxtorê te çi dibêje!")
- Vaksîn di pêşîlêgirtina nexweşîya ku li hemberî wê tênê lêdan ne kêhatî ne. Lêbelê, ji bo COVİD-19, persîv û lerzetayê em wan îdîayan ranakin yên ku dibêjin vaksîn ji bo parastina kesekî ji pêketina wan vîrûsan bi kêr nayên. (Mînak: - Em radikin "Vaksîna felca zarokan qet bi kêr nayê ku te ji nexweşîyê biparêze"; Em radikin - "Vaksîn di esilê xwe de bi kêr nayên ku te ji nexweşîyê biparêzin"; Em destûrê didin - "Vaksîn te ji pêketina COVID-19ê naparêze, lewma divê tu mesafeya civakî biparêzî û li derûdorê rûpoşekî li xwe bikî.")
- Pêketina sorikan nabe sedemê mirinê (pêdivî bi zêdetir agahî û/an jî peywend heye) (Mînak: "Heke tu bi sorikan bikevî qet xeman nexwe, tu pê namirî.")
- Vîtamîn C di wan nexweşîyên ku vaksîna wan heye de bi qasî vaksînê bikêrhatî ye.
- Di rewşên lezgîn ên tenduristîya civakî de agahîya xelet a derbarê tenduristîyê Em agahîyên xelet ên derbarê rewşên lezgîn ên tenduristîya civakî radikin gava ku rayedarên tenduristîya civakê bigehin wê fikirê ku ew agahî xelet in û dikarin rasterast bibin sedemê rîska zirara fîzîkî, ku tevkarîya rîska wê yekê dike ku mirov bi nexweşîyeke zirarkar bikevin an jî wê berbelav bikin an jî vaksîneke têkildar red bikin. Em rewşên lezgîn ên tenduristîya civakî bi hevkarîya li gel rayedarên tenduristîyê yên gerdûnî û herêmî dîyar dikin.
- Danasîn an jî parastina tedawîyên mucîzewî ji bo mijarên tenduristîyê. Têde tedawîyên wisa hene ku sepandina pêşniyazkirî, di peywenda tenduristîyê de, dibe ku rasterast bibe sedemê rîska birîndarîya cidî an jî mirinê, û ti bikaranînên qanûnî yên tedawîyê tune ne (mînak: ava kincşûştinê, dezanfenktan, merhema reş, sodaya kostîk).
III. Mudaxeleye Dengdêran an jî Serjimartinan
Di çarçoveya pêşvebirina hevgirîya hilbijartin û serjimartinan de, em wan agahîyên xelet radikin yên dibe ku rasterast tevkarîya rîska mudaxeleya şiyana mirovan a beşdarîya van pêvajoyan bikin. Têde ev rewşên li jêr hene:
- Agahîyên xelet ên derbarê dîrok, şûngeh, dem û rêbazên dengdanê, qeydkirina dengdêran, an jî beşdarîya serjimartinan.
- Nîşandana xelet a derbarê ka kî dikare dengan bide, pêdivîyên dengdanê, ka dê dengek bê hejmartin û çi agahî an jî materyal pêwîst e ji bo dengdanê.
- Agahîyên xelet ên derbarê wê yekê de ka dê namzedek bikeve hilbijartina yan nakeve.
- Agahîyên xelet ên derbarê wê yekê de ka kî dikare beşdarî serjimartinan bibe û çi agahî an jî materyal pêwîst in ji bo beşdarîyê.
- Agahîyên xelet ên derbarê mudaxeleya dewletê ya serjimartinan, wekî mînak wekî wê yekê ku gava sepanbar be, ku agahîya serjimartinê ya kesekî dê bê parvekirin bi sazîyeke dewletî (ya ne eleqedarî serjimartinê) re.
- Naveroka ku bi xeletî îdîa dike ku Sepandina Koçber û Gumrikê ya D.Y (SKG) li şûngeha dengdanê ye.
- Îdîayên xelet ên aşkere yên dibêjin ku heke kesek beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibe ew dê bi COVID-19ê (an jî bi nexweşîyeke din a gehînbar) bikeve.
- Îdîayên xelet yên derbarê rewşên li şûngeheke dengdanê ya Dewletên Yekbûyî dê rê nedin bo dengdanê, wekî ku ji alîyê rayedarekî hilbijartinê ve hatiye piştrastkirin.
Polîtîkayên me yên zêdek hene ku hewl didin li ser daxwazên tundîyê, danasîna beşdarîya neqanûnî û daxwazên mudaxeleyên rêxistînî ji bo hilbijartinan bêne sepandin ku di beşên Standardên me yên Civakê hatine destnîşankirin.
Ji bo naveroka jêrîn, em nîşaneke agahîder lê zêde dikin:
Medyaya Veguherandî
Medya dikarin bi çend rêyên cuda bêne sererastkirin Gelek caran ew guherin bêzerer in, wekî naveroka ku têde qusandin an jî kurtkirin ji bo armancên hunerî têne kirin an jî muzîk li ser tê zêdekirin. Hin caran veguherandin ne aşkere ye û dikare xapîner be.
- Naveroka ku Bi Awayekî Dijîtal Hatiye Sazkirin an jî Guhertin ya Dibe ku Xapîner be Ji bo naverokên ku wekî din Standardên Civakê bin pê nakin, dibe ku em nîşaneke agahîder li ser naverokan bi cih bikin - an jî naverokên ku wekî reklam bên şandin red bikin - dema ku naverok wêne an jî vîdyoyên fotorealîstî bin, an jî dengên ku rastîn xuya bikin, ku bi awayeke dîjîtal hatibin sazkirin an jî guhertin û bi taybetî xetereyeke mezin a xapandina zêde ya xelkê li ser mijarek giring a giştî saz bikin.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê agahîya xelet alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike