Bikaranîna Milkîyeta Fikrî û Lîsansên Metayê

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Meta çavkanîyên giring vediqetîne ji bo pêşvebirin, parastin û bikaranîna guncan a milkiyeta fikrî. Ev polîtîka dibe alîkar ku milkîyeta fikrî ya Metayê bi awayekî nehiqûqî, bêyî destûra me ya nivîskî an jî bi awayekî ku ne li gorî Navenda me ya Çavkaniyên Markayan neyê bikaranîn.
Van naverokan neweşînin:
  • Bikaranîna markayê:
    • Naverokên berî ku destûra nivîskî ya Metayê wergirin an jî bi awayekî ku ji aliyê Navenda Çavkanîyan a Markayên Metayê ve hatiye qedexekirin mafên telîfê an jî markayên ticarî yên Metayê bi kar bînin.
    • Naverokên ku yek ji markayên Metayê dikin hêmana herî berbiçav an jî taybetmendîyeke pêşdederketî ya reklamê.
    • Naverokên kusêwirandin an jî rengê markayên hebûnên Metayê diguherînin an jî di efektên taybet an jî anîmasyonan de bi her awayî bi kar tînin.
  • Pesendkirinên Markayê:
    • Naverokên ku bêyî destûra nivîskî ya Metayê, îma dikin ku yek ji markayên Metayê ew pesend kirine an jî bi awayekî pe re hevkarî kirine.
    • Naverokên ku bêyî destûra nivîskî ya Metayê, îma dikin ku yek ji markayên (Facebook, Instagram an jî WhatsApp), teknolojî an jî programên Metayê re ew pesend kirine an jî jê piştgirî wergirtine.
  • Naverokên ku navrûya bikarhêneriyê ya berhemekê bi awayekî wisa nîşan dide ku:
    • Nîşandana xelet a xuyanîya heyî, taybetmendî an jî erkbarîya berheman e.
    • Navrûya bikarhêneriyê ji her awayî diguherîne wekî lêzêdekirina efektên taybet, destkarîkirin an jî anîmasyonan.
    • Hêmanên navrûya bikarhêneriyê cuda cuda an jî yek bi yek bi kar tîne
    • Navrûya bikarhêneriyê di peywenda cîhazeke têkildar a wekî mobîl an jî sermase de nîşan nadin.
  • Bikaranîna muzîk an jî naverokên din bi awayekî wisa ku peymanên lîsansa muzîkê yên Metayê bin pê bikin.
  • Bêrî ku pejirandina nivîskî bistînin, naveroka Facebook Watchê ya aîdî Metayê an jî xwedî lîsansa taybet diweşînin.
  • Bêrî ku destûra nivîskî bistînin, mafên milkîyeta fikrî yên Metayê bi kar tînin.
  • Markayên ku bi awayekî tevlîhevker dişibin markayên ticarî yên Metayê bi kar tînin.
Em van radikin:
  • Hesabên ku bi berdewamî vê polîtîkayê bin pê dikin, hesabên ku piştî rakirinê hatine sazkirin jî têde.
Em destûrê didin wan naverokên yên ku mafên milkîyeta fikrî yên Metayê û/an jî ji alîyê wê ve Lîsanskirî bi awayekî wisa bi kar tînin ku:
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê bikaranîna milkîyeta fikrî û lîsansên Metayê alîkariyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike