Naverok, Berhem, an jî Xizmetên li Herêmê Neqanûnî

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Dema ku li gor sazker û sazîyên hikûmetê naverokên li ser xizmetên me li dijî qanûnan bin, ew dikarin ji me daxwaza sînordarkirina wan naverokan bikin. Sazîyên derveyî hikûmetê û endamên raya giştî jî dikarin raporên wan naverokên ku li gor îdîayan li dijî qanûnan in bişînin. Herwisa em dikarin biryarên dadgehê jî wergirin.
Dema ku em rapor an jî biryarekê wergirin, em ewilî wê li gorî Standardên me yên Civakê dinirxînin. Heke em tesbît bikin ku naverok ne li gorî polîtîkayên me ye, em dê wê rakin. Heke naverok li gorî teahûdên me yên wekî endamekî Însiyatîfa Tora Global û a Polîtîkaya me ya Mafên Mirovan a Sazûmanî ne li dijî polîtîkayên me bin, em ji bo diyarkirina derbasdariya gilîkirinê, giringiyê didin nirxandina qanûnî û mijara mafên mirovan.
Di wan rewşên ku li gorî me gilî bi awayekî qanûnî nederbasdar in, gelekî berfireh in an jî ne li gorî standardên mafên mirovan ên navneteweyî ne, em dikarin daxwaza zelalkirinê bikin an jî ti destkariyê nekin.
Dema ku em li şûna Standardên me yên Civakê li dijî naverokên bikarhênerî xwe dispêrin qanûnên herêmî, em gihîna naverokê tenê di qada dadgehê de ya tê îdîakirin ku li wir neqanûnî ye sînordar dikin û jê pê ve ti ceza an jî sînordariyên taybetmendîyan li ser wê nasepînin. Herwisa em bikarhênerê ku jê bandorê dibîne jî agahdar dikin.
Herwisa em raporên bi hûrgilî yên ku têde şêweya me ya nirxandina gilîyên naverokan ên ku qanûnên herêmî bin pê dikin û di rewşên wisa de ka em gihîna naverokê çawa sînordar dikin hene li vir diweşînin.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Ji bo naverok, berhem an jî xizmetên neqanûnî yên herêmî alîkariyê bistîne
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike