Binpêkirina Milkiyeta Fikrî ya Aliyên Sêyem

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Meta mafên milkîyeta fikrî ciddî digire û bibiryar e ku van mafan di dema danasîna derbirînê, afirînerîyê û nûjeniyê li mekaneke ku li ser pêbaweriya civakî ye biparêze.
Ji ber vê sedemê, em polîtîkayekê wisa disepînin ku li dijî parvekirina wan naverokên be ku mafên milkiyeta fikrî ya kesên din bin pê bikin, digel mafê telîfê, mafê markaya ticarî, an jî mafên din ên qanûnî. Em agahîyên derbarê gilîyên milkîyeta fikrî yên ku digehin destê me di Raporên Şefafîyê Yên Milkîyeta Fikrî de diweşînin.
Ji bo gilîkirina naverokên ku li gor te dikare mafên te yên milkîyeta fikrî îhlal dike, ji kerema xwe serdana Navenda me ya Alîkarîyê ya Milkîyeta Fikrî bike, serdana rûpela me ya Parastina Karsazîyan, an jî li ser bifikire ku ji bo gihîna Parastina Mafên Markeyan serlêdanê bikî.
Li ser wergirtina gilîya ji xwedan mafekî an jî temsîlkarê fermî, em dê wê naverokê rakin ya ku bi tiştên jêr ve têkildar dibe:
  • Sextekarîyên mafê telîfê
  • Binpêkirina mafên ticarî.
  • Firotin an jî danasîna berhemên sexte
  • Têkiliya derewîn a bi marka(yan) re
  • Her sextekarî an jî binpêkirineke din a mafên milkîyeta fikrî an jî mafên din ên milkîyetê
Herwisa em wan naverokan radikin yên ku:
  • Têde nîşan hebin ku naverok sexteyên berhemên markeyî difroşin an jî danasîna wan dikin
  • Lînkên derveyî-platformê yên wan malperan hebin ku ji bo firotin an jî danasîna tiştên muhtemelen sexte hatine çêkirin
  • Berhemên ku muhtemelen sexte yên wekî naverokên ku berê ji alîyê xwediyê maf ve wekî sexte hatine ragihandin an jî pir dişibin wan difroşin an jî didin danasîn
  • Binpêkirina mafê telîfê ya gumanbar parve dikin, didin danasîn, an jî hêsan dikin
Em wan hesaban radikin yên ku:
  • Beşdarî binpêkirinên dubare yên vê polîtîkayê bibin.
Em destûrê didin naverokên ku ji alîyê xwediyê mafan ve destûra wan hatine dayin û prensîbên bikaranînê yên adilane yên bicihbûyî dişopînin
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Ji bo Binpêkirina Milkîyeta Fikrî ya Aliyê Sêyem Alîkariyê Wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike