Reftara Sexte

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Reftara Sexte tê wateya cureyên xapandinê yên tevlihev in ku ji aliyê toreke ji heyînên sexte yên ku ji alîyê heman kes an jî kesan ve tên kontrolkirin ve bi armanca xapandina Metayê an jî civaka me an jî ji bo xwevedizîna ji saziyên çarçoveya Standardên me yên Civakê pêk tên.
Dema ku aktorên niyetxerab nasnameyên derewîn bi kar tînin da ku bi şêwazên Reftarên Sexte yên sofîstîke têkildar bibin, ew bi tiştên wisa yên ku em wekî Reftarên Sexte yên Kordînekirî bi nav dikin mijûldar dibin.
Ev çalakî û standardên bicihanînê bêyî ku ji naverok an jî îdeolojiyê cuda bin, têne sepandin û wisa hatine sêwirandin da ku qadeke wisa ava bikin ku lê baweriya mirovan bi hev û bi wan civakên ku ew pê re mijûldar dibin bê.
Dema ku em van toran tespît dikin, em hesabên sexte, Rûpel, Kom, an jî hebûnên din ên Metayê yên ku rasterast di operasyonê de beşdar in radikin. Di rewşên ku ev kes Rûpel, Kom an jî civakên ku temsîla saziyên rastîn jî dikin yên ku di reftara binpêker de ne beşdar in saz dikin, bi rêve dibin, diyar dikin, hedef digirin an jî kontrol dikin, dibe ku em gavan bavêjin da ku kesên binpêker rakin, lê destûr bidin ku kes û civakên ku ne beşdar in li ser xizmetên me bimînin.
Her dema ku pêkan be, em encamên xwe yên derbarê torên CIB di Raporên Niyetxerab de, ku li vir têne dîtin, parve dikin. Armanca van raporan ne ew e ku cih bide hemû qadên sepandinên di çarçoveya polîtîkaya Reftarên Sexte, lêbelê ew dibin alîkar ku civaka me xwezaya xetereyên ku em di vê qadê de dibînin baş fehm bike.
Em destûrê nadin:
Sazkirin, bikaranîn, an jî îdiaya bikaranîna Mal û Milkên Metayê yên Sexte (Hesab, Rûpel, Kom, hwd.) ji bo:
  • Metayê an jî bikarhênerên me derbarê nasname, an jî koka girseyek an jî saziya ku ew temsîl dikin bixapînin.
  • Ji bo Revîna ji sepandinên Standardên Civakê.
  • Xirabbikaranîna pergalên gilîkirina Metayê da ku li kesên din tade bikin, wan bitirsînin an jî bêdeng bikin.
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
Em destûrê nadin:
  • Sazîyên ku beşdarî Reftara Sexte ya Kordîneyî dibin, an jî îdia dikin ku beşdar bûne, reftarên ku wekî formên taybet yên sofîstîke yên Reftarên Sexte têne pênase kirin ku nasnameyên sexte di nava wan operasyon de navendî ne û operator rêbazên dijberî bi kar tînin da ku ji tespîtkirinê birevin an jî xwe rast nîşan bidin; û
  • Sazîyên ku beşdarî Destwerdana Biyanî dibin, an jî îdia dikin ku beşdar bûne, destwerdana ku wekî Reftara Sexte ya Kordîneyî tê pênasekirin ku li wir operatorên torê ne li heman welatê girseyê ne ku operasyon dike armanc
  • Hikûmetên ku astengîya medyaya civakî ya berdewam ava kirine da ku departman, sazî û balyozxaneyan bi kar bînin ji bo rênedana bikaranîna hêz an jî çalakîyên tundîyê di peywenda êrişên li hemberî yekîtîya xakî ya dewleteke din ku Xala 2(4) ya peymana NY bin pê dike.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê reftera nerastîn de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike