Sextekarî, Xapandin û Pratîkên Xapîner

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Armanca me ev e ku bikarhêner û karsazîyan biparêzin da ku pere, milk an jî agahiyên wan ên şexsî bi rêya xapandinê neyên dizîn. Em vê yekê bi rêya rakirina naverokan û bi têkoşîna li dijî wan reftaran pêk tînin ku ji bo zêdekirina mijûldariyê rêbazên xapîner ên wekî beyanên xapîner didin, agahiyên hatine dizîn parve dikin û îdîayên mibalexeyî dikin da ku bikarhêner û karsaziyan bixapînin an jî ji rê derxin. Têde naverokên ku armanca wan bi rêya xizmetên me kordînekirin an jî danasîna van çalakîyan e hene Em dihêlin ku mirov li kêleka şermezarkirina van çalakîyan, hişmendîyê bilind bikin û kesên din perwerde bikin.
Em destûrê nadin:
Naveroka ku dixwaze bi van rêyan bikarhêneran û/an jî karsaziyan bixapînin an jî bixelitînin:
Sextekarî û Xapandinên Krêdiyê
Naveroka ku:
  • Krêdiyên ku pêşperedayînê pêwîst dikin pêşkêş dikin da ku bikarhêner bikarin krediyê wergirin.
  • Krêdiyên xwedî garantiya pejirandî an jî nêzîkî pejirandinê ku li gorî peywendê bi awayekî eşkere hatiye diyarkirin an jî nerasterast hatiye fehmkirin pêşkêş dikin (wekî bêyî xwestina agahiyên fînansî îdîayên pejirandina krêdiyê).
  • Nîşe: Herwisa em li hin nîşaneyên din digerin da ku bikarin diyar bikin ka saziyekê naverokên rewa û ne-fêlbaz weşandiye, wekî mînak dema ku ew heyîneke piştrastkirî û bankayek an jî saziyeke fînansî be.
Sextekarî û Xapandinên Qumarê
Naveroka ku:
  • Bi pereyê rastîn xizmetên qumarê pêşkêş dikin ("Pereyê Rastîn" pereyê dinyaya rastîn e ku dikare pê di dinyaya rastîn de berhem an jî xizmet bên kirîn, digel pereyên neteweyî yên wekî Dolarê DYA'yê û pereyên ferazî yên wekî Bitcoinê):
    • digel garantiya qezenckirinê.
    • qesdkirin an jî îtîrafkirina ku di lîstikekê an jî encama wê de fêlbazî hatiye kirin.
    • daxwaza ji mirovan ku di maçê de hîleyan bikin an jî lêgerîna alîkarî an jî serişteyên têkildarî mijarên ka di maç an jî lîstikekê de çawa dikarin hîle bêne kirin.
Lîstikên qumarxaneya civakî yên ku qumarê sîmûle dikin û derfeta wan a qezenckirina pereyê rastîn tune ye, dikevin bin çarçoveya Standardên me yên Civakê yên têkildarî Berhem û Xizmetên Sînordarkirî.
Sextekarî û Xapandinên Aborî an jî Razemenîyê
  • Derfetên Razemenyê. Naveroka ku:
    • Defetên razandinê pêşkêş dikin ku dahata razemenîyê garantî ye an jî bê rîsk e.
    • Derfetên razemenîyê pêşkêş dikin ku dahata razemenîyê an jî qismek an jî temamê tezmînatê girêdayî kesên din e ku ew kes beşdarî planê bibin.
    • Derfetên razemenîyê yên ku derfet têde wekî "zengînbûna bilez" hatiye îfadekirin pêşkêş dikin û/an jî îdîa dikin û dibêjin ku derfet dikare mîqadareke biçûk veguhere mîqdarekî mezin.
  • Zîvirandina Pere/Neqît. Naveroka ku:
    • Pêşniyaz dikin ku mîqdarek pereyê diyarkirî bi rêya hîleyeke têde bi awayekî eşkere behsa têgihên wekî "zîvirandina pere", "zîvirandina neqît" tê kirin an jî bi rêya stratejiyeke teklîf dikin ku wê mîqdara biçûk bizîvirîne mîqdareke mezin.
Sextekarî û Xapandinên Kirêkirina Hesabekî Bankayê û Paqijkirina Pereyan
  • Kirêkirina Hesabekî Bankayê. Naveroka ku:
    • Ji bo kirêkirina hesabekî bankayê teklîf an jî daxwazan pêşkêş dikin (li beramberî ku kesên din destûra bikaranîna hesabên xwe yên bankayê bidin an jî li ser navê kesên din pere veguhezînin, bi teklîfkirina pareke ji pere an jî qezencê bi nezanî bibe sedema beşdarîya mexdûran ji bo paqijkirina pereyan).
    • Ji bo kirêkirina hesabekî bankayê bi rêya bikaranîna hesabê bankayê yê mexdûrî ji bo transferkirin û qebûlkirina pereyê ji kesên aliyên sêyem bi pêşniyazkirina karî daxwaz û teklîfa vedizîna pere dike.
  • Paqijkirina Pereyan. Naveroka ku:
    • Daxwazên, telebên an jî teklîfên ku ji bo hêsankirina paqijkirina pereyan pêşkêş dikin, her yek ji madeyên li jêrê rêzkirî jî têde bi rêya rêze kiryarên fînansî yên tevlihev û bi veşartina çavkaniya pereyî hewla rewakirina pereyê ku bi rêyên ne-qanûnî hatiye bidestxistin e.
      • Daxwaze pereyan bi rêya SWIFTê (Komeleya Telekomînîkasyona Aborî ya Navbankî ya Navneteweyî) an jî rêbazên wekî wê ve bên transferkirin,
      • Ji bo piştgirîkirina wergirtin an jî transferkirina pereyî, hûrgiliyên têkildarî cureyên hesabên bankayê yên berdest daxwaz an jî pêşkêş dikin.
Xapandin û Sextekarîya Nasnameya Ne-rastîn
Naveroka ku:
  • Bi rêya beyankirina xelet a nasnameya xwediyê şander an jî wesfa daxwazê hewlên xapandin û xelitandina bikarhêneran dide:
    • Xapandin û Sextekarîya Xêrxwaziyê, ew daxwazên xapandinê ne ku ji bo mebestên xêrxwaziyê, têde agahiyên wekî xwestina pere an jî bexşan, îdîayên acîliyeta bexşan nîşan didin û hesabên bankayan ên ku pere dê ji wan re bên şandin hene.
    • Xapandin û Sextekarîyên Romantîk, ew hewlên fêlbaz in ku ji bo hevaltiyên ne-cinsî an jî lêgerîna têkiliyan û bi teklîfkirina pere an jî beramberî wê an jî bi xwestinê li ser têkiliyên romantîk ên online tê avakirin.
    • Xapandin û Sexterîyên Karsazîyên/Sazîyên Damezirandî, karsazî an jî saziyên bi awayekî derewîn îdîa dikin ku ew bi armanca xapandin an jî sextekarîyê karsazî an jî sazîyeke damezirandî temsîl dikin an jî li ser navê wan diaxivin.
Berhem an jî Xelatên Sextekarî û Xapandinê
  • Sextekarî û Xapandina Hîbeyên Dewletê. Naveroka ku:
    • Bi awayekî derewîn ji hîbeyên dewletê an jî çavkaniyên din ên fonên hikûmetê teklîfa peredayînê dikin.. Ji bo ku em bikarin diyar bikin ka saziyekê naveroka rewa û nexapîner weşandiye, em hin nîşaneyên cuda li berçav digirin, wekî dema ku naverok ji saziyeke piştraskirî tê.
  • Sextekarî û Xapandinên Madî, Manewî an jî Îlluminatiyê. Naveroka ku:
    • Ji bo endambûn an jî beşdarbûna komeleyekê, mezhebeke dinî (wekî mînak; biratiya Îlluminatiyê), xelatên madî yên wekî pere, mal an jî xizmetên ku nirxê wan ê pereyî hene pêşkêş dike, wekî pereyên fîzîkî, dijîtal an jî ferazî û berhemên fîzîkî an jî dijîtal û xizmetan.
    • Ji bo bikaranîna sêhrên reş an jî efsûnan an jî tiştên efsûnî xelatên madî pêşkêş dikin (wekî mînak; sêhr, tilsimên şensdar, nivişt, jeton, îksîr, cizdanên sêhrî û hwd.).
  • Sextekarî û Xapandinên Sîgortayê. Naveroka ku:
    • Bi daxwazkirina pêşperedayînê, teklîfên sîgortayê yên sexte û yên xwedî erzaniyeke mezin pêşkêş dikin (heqê birêvebir an jî depozîto an jî bi awayekî din).
    • Li gorî peydakerên sîgortayê yên asayî bi sozdayîna teserûfên mezin ên sîgortayê, teklîfên sîgortayê yên xwedî erzanîyên gelekî mezin pêşkêş dike.
    • Nîşe:Herwisa em li hin nîşaneyên din digerin da ku bikarin diyar bikin ka saziyekê naverokên rewa û ne-fêlbar weşandiye, wekî mînak dema ku ew heyîneke piştrastkirî û bankayek an jî saziyeke fînansî be
  • Sextekarî û Xapandinên Karî Naveroka ku:
    • Bi rêya karên ne diyar an jî xwedî pênaseyên ne-zelal û bi demeke gelekî kurt an jî razandina kedeke hindik ji bo zengînbûna bilez soza pereqezenckirinê didin.
    • Teklîfên kar ên ku têde derbarê kar de ti agahî tune ne û bi tenê referansa îlanên kar pêşkêş dikin.
    • Îmkanê karkirina ji malê pêşkêş dike, lê îma dikin ku xebatkarê cureya karî nikare WHF (karkirina ji malê) bike.
    • Bi soza meaşê pêşîn teklîfa kar pêşkêş dike.
    • Karên bi garantî pêşkêş dike.
    • Îmkanên karî yên wisa pêşkêş dikin ku berîya ku kar bên dayîn mîqdareke pere wekî avans daxwaz dikin.
    • Nîşe: Herwisa em li hin nîşaneyên din digerin da ku bikarin diyar bikin ka saziyekê naverokên rewa û ne-fêlbar weşandine, wekî mînak dema ku ew heyîneke piştrastkirî be
  • Sextekarî û Xapandinên Sivikkirina Deynî û Nûkirina Krêdiyê. Naveroka ku:
    • Di nava demeke diyar de soza jêbirin an jî rakirina deynî an jî bi qasî rêjeyeke diyarkirî kêmkirina deynî dide.
    • Sozên rawestandin an jî jêbirina hemû tehsîlkirin an jî dozên deynî didin.
    • Bi rêya "Bernameya nû ya hikûmetê" an jî guhertina qanûnî an jî bi daxuyaniyeke mîna wan sozê dide ku dê deyn bên efûkirin an jî betalkirin.
    • Sozê dide ew dê ji nava raporên krêdiyê agahiyên krediyê jê bibe an jî rake an jî ew dê "nasnameyeke krêdiyê" ya nû saz bike.
    • Nîşe: Herwisa em li hin nîşaneyên din digerin da ku bikarin diyar bikin ka saziyekê naverokên rewa û ne-fêlbar weşandine, wekî mînak dema ku ew heyîneke piştrastkirî û bankayek an jî saziyeke fînansî be
  • Sextekarî û Xapandinên bi Diyarîyan. Naveroka ku:
    • Li beramberî van madeyên jêrîn xelata pereyê rastîn a bi garantî ji bikarhêneran re pêşkêş dike:
      • Qeydbûna ji lînkeke derveyî malperê.
      • Agahiyên Şexsî yên Pênaseker (AŞP) an jî Agahiyên Din ên Şexsî Parve Dike.
      • Bi rêya peyamên teybet ji derveyî platformê an jî ji hundirê platformê dikeve pêwendiyê.
      • Ti kiryaran pêk neyîne.
  • Sextekarî û Xapandinên Heqê Avansê. Naveroka ku:
    • Beramberî pêşperedayînê/hewalekirin/peredayînê bi awayekî derewîn soza pereyan dide.
Xapandin û Xelitandinên Belgeyên Sexte
  • Sextekarî an jî Belgeyên Sexte Naveroka ku:
    • Belgeyên sexte an jî tehrîfkirî teklîf dike, saz dike, difiroşe, dikire an jî ticareta wê dike.
    • Xizmeta firotina vîzeyê an jî kartên kesk dike.
    • Garantiya vîzeyê an jî pejirandina kart kesk dide.
    • Beriya bikarhêner mercên asayî bicih bînin rê li ber wan vedikin ku bikarin pejirandina vîzeyê bistînin.
  • Pereyê Sexte an jî Teqlîdkirî. Naveroka ku:
    • Teklîfa firotin, kirîn an jî danûstendina pereyê sexte an jî teqlîdkirî dike, ji bilî pereyê (wekî mînak; pereyê Monopolyê) lîstika ku li ser maseyê tê lîstin lê heke xwedî pêwendeke zelal bin ku dibêjin mebesta wan lîstika li ser maseyê ye.
  • Meqbûzên Sexte an jî Teqlîdkirî. Naveroka ku:
    • Teklîfa parvekirin, firotin, kirîn an jî danûstendina meqbûzên sexte an jî teqlîdkirî dike.
    • Ji bo bidestxistina bihadiyarkirina atîpîk, bikaranîna kûpon an jî meqbûzên fîzîkî an jî dîjîtal qebûl dike, teşwîq an jî daxwaz dikin:
      • kûpon an jî senedan ji bo kirîna kûponan an jî berhemên ku ji bo meqbûzan nehatine çêkirin bi kar tîne; an jî
      • bi rêya bikaranîna kûpon an jî meqbûzên ku dema wan a dawî bi ser ketiye.
  • Sertîfîkayên sexte an jî teqlîdî yên perwerde an jî meslekî. Naveroka ku:
    • Teklîfa firotin, kirîn an jî danûstendina belgeyên perwerdeyê an jî meslekî yên sexte an jî tehrîfkirî dike.
Sextekarî û Xapandinên Agahî, Berhem an jî Xizmetên Hatine Dizîn.
  • Sextekarî û Xapandinên Jibergirtina Kartan. Naveroka ku:
    • Kirîn, firotin an jî danûstendina kartên krêdiyê an jî amûrên din ên aborî yên hatine dizîn ku dikarin di kirînên bê destûr (herwiha wekî jibergirtina kartan jî tê zanîn) de bên bikaranîn dihundirîne.
  • Sextekarî û Xapandinên Agahiyên Şexsî yên Pênaseker (AŞP). Naveroka ku:
    • Teklîfa kirîn, firotin an jî danûstendina Agahiyên Şexsî yên Pênaseker (AŞP) an jî Agahiyên Din ên Şexsî dikin lê heke ew ne aîdî karaktereke xeyalî bin.
  • Sextekarî û Xapandinên Nirxandina Sexte. Naveroka ku:
    • Bangewazîya kirîn, firotin an jî danûstendina nirxandin/pûandayînên berheman dike.
    • Bikarhêneran bi beramberî erzanî, îadekirin an jî berhemên bêpere bi awayekî eşkere an jî nerasterast han dide ku şirove bikin.
  • Sextekarî û Xapandinên Abonetiyê. Naveroka ku:
    • Bi rêya behskirina xizmeteke online ya bipere, bi rêya binavkirina wê an jî parvekirina logoya wê, ji bo xizmetên abonetiyê (agahiyên têketinê yên ji bo xizmetên online ku bi maweyên domdar dubare dikin ku peredayînê hewce dikin) teklîfa kirîn, firotin an jî danûstendina agahiyên nasnameyê dikin..
    • Nîşe: Herwisa em li hin nîşaneyên din digerin da ku bikarin diyar bikin ka saziyekê naverokên rewa û ne-fêlbaz weşandiye, wekî mînak dema ku ew heyîneke piştrastkirî û bankayek an jî saziyeke fînansî be.
  • Sextekarî û Xapandinên Kopîkêşanê. Naveroka ku:
    • Têde parvekirin, firotin, danûstendin an jî kirîna yên jêrîn heye:
      • Kaxez an jî bersivên azmûnên paşerojê.
      • Berhem an jî xizmetên ku di ezmûnan de rê li ber kopîkêşanê vedikin.
      • Berhem an jî xizmetên ku bi awayekî bê destûr rê li ber derbasbûna ji testên madeyên hişber vedikin
Sextekarî û Xapandinên Bikaranîna Cîhazên Bêdestûr
  • Sextekarî û Xapandinên Manîpûlekirina Cîhazan. Naveroka ku
    • Banga kirîn, firotin, danûstendin an jî parvekirina cîhazên manîpûlekirî, guhertî an jî xwedî pîvanên sexte dikin..
    • Ji bo bidestxistina bihadiyarkirina xelet, manîpûlekirina cîhazan a bi awayê fîzîkî qebûl dikin, teşwîq dikin an jî dixwazin ku bên bikaranîn.
  • Sextekarî û Xapandina Naverokên Dîjîtal. Naveroka ku
    • Teklîf an jî daxwaza wan berheman dikin ku dikarin bi awayekî bêdestûr gihîna naveroka dijîtal hêsan bikin an jî bidin nasîn. Têde ev jî hene lê bi van tenê ne sînordar e; qutiyên ser setê yên zêdekirî, yên bi awayekî tam barkirî/qutiyên ku KODI lê sazkirî û xizmetên KODI'yê.
Pratîkên Xapîner û Xelitîner
  • Pratîkên Xapîner ên Tenduristiyê. Naveroka ku
    • Bi rêya bikaranîna taktîkên xefikên tikandinê yên wekî bikaranîna zimanê sansasyonel ê ku îdîayên mezin an jî aşirî diavêje ortê û di çarçoveya jidestdana kiloyan de îdîayên tenduristiyê yên xelet an jî xelitîner an jî garantiyên wê teşwîq dikin
Ji bo naveroka di rêzê de, em şiyana dîtina vê naverokê bi mezinên 18 salî û mezintiran ve sînordar dikin:
Naveroka ku
  • Di demeke diyar de bêyî ti berpirsyarî an jî beyanatên feraxetê dayîna sozên ji bo encamên têkildarî zeîfbûnê.
Digel yên jorîn jî, em naverokan qedexe nakin yên ku sextekarî û xapandinê şermezar dikin, hişmendiyê zêde dikin an jî kesên din di vê mijarê de perwerde dikin, agahiyên hesas eşkere nakin an jî sextekarî û xapandinan teşwîq nakin
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
  • Em dikarin wan naverokan rakin yên ku:
    • Yên ku ji aliyê sazîyeke pêbawer ve hatine gilîkirin ku têde sextekarî/xapandin heye.
    • Yên têkildarî rişwet an jî peredizînê.
    • Yên ku bi mebesta xapandin an jî xelitandina bikarhêneran derzîkirinê teklîf dikin.
    • Kesên hewl didin ku nasnameyeke sexte çêbikin, wekî kesekî navdar tevbigerin an jî bi mebesta sextekarî an jî xapîneriyê dîmenê kesekî navdar bi awayekî bêdestûr bi kar tînin.
    • Yên ku ji bo dîtin an jî qeydkirina bi awayekî veşartî ya kesan hêsan bikin, berhem an jî xizmetan pêşkêş dikin an jî daxwaz dikin, wekî mînak; kamerayên sîxuriyê, cîhazên şopandina telefonan (digel yên dihêlin ku jimareyên telefonê yên nayên zanîn bên şopandin jî) an jî ekîpmanên din ên çavdêriya veşartî.
    • Ev rewş, bi rêya teqlîdkirina nasnameya saziyeke giştî an jî saziyeke nûçeyan, bi zimanekî sansasyonel an jî bi îdîakirina gotinên zêdegav, derfetê dide mirovan ku pê bikarin dozvanan bigirin kar da ku beşdarî dozên komî bibin.
    • Naverokên ku wan Xizmetên abonetiyê pêşkêş dikin yên ku Agahiyên Şexsî yên Bikarhêneran daxwaz dikin.
    • Em destûrê nadin ku sazî beşdarî reftarên Sextekarî an jî Xapandinên rêxistinkirî bibin an jî îdîa bikin ku wan berê ev cure reftar pêk anîne, di heman demê de bikaranîna bi hev re ya gelek hesabên li ser xizmetên me ji bo pêkanîna reftarên xapandinê jî têde.
Hin caran gava hatibe dîyarkirin ku naverok hîcîvî ye, em dê destûrê bidin naveroka ku di halê asayî de Standardên Civakê bin pê dike. Tenê heke hêmanên binpêker ên naverokê hîcîvî bin an jî bi tiştek an jî kesekî wisa girêdayî bin ji bo henekpêkirin an jî rexnekirina wan, dê destûra naverokê bê dayîn.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Di mijara xapandin, sextekarî û pratîkên xapîner de alîkariyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike