Rêxistin û Kesên Xeternak

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Ji bo hewldana pêşîlêgirtin û berterefkirina zirara cîhana rasteqîn, em destûrê nadin ku rêxistin an jî kesayetên ku mîsyoneke tundî radigîhin an jî bi tundîyê ve têkildar in li ser platformên me xwedîyê hebûnekê bin. Em van saziyan hem li gorî reftarên wan ên online hem jî li gorî reftarên wan ên offline dinirxînin, ya herî giring jî li gorî têkildarîya wan a bi tundîyê re. Li bin vê polîtîkayê, em kesayet, rêxistin û torên mirovan destnîşan dikin. Ew destnîşankirin jî li ser sê tebeqeyan tê dabeşkirin ku asta naveroka sepandî destnîşan dikin, Tebeqe 1 encama sepandina herî xurt e ji ber ku li gorî me ew sazî xwedî têkilîyên herî rasterast in bi zirara offline re.
Tebeqe 1 li ser wan sazîyan hûr dibe ku bi zirara offline ya ciddî ve têkildar dibin - rêxistinkirin an jî parastina tundîya li hemberî sivîlan, bêşexsîyetkirina berdewam an jî li ser taybetmendîyên parastî ve parastina zirara li hemberî mirovan, an jî têkildarîya bi operasyonên sûcdarîyê yên bipergal ji wan in. Di Tebeqe 1'ê de rêxistinên nefretê hene: rêxistinên sûcdarîyê, yên ku ji aliyê hikûmeta Dewletên Yekbûyî ve wekî Tedarîkkerên Sereke yên Narkotîkê yên ku Bi Taybetî Hatine Destnîşankirin (SDNTKs) hatine dîyarkirin; û rêxistinên terorîst, têde kes û kesayetên ji aliyê hikûmeta Dewletên Yekbûyî ve wekî Rêxistinên Terorîst ên Biyanî (FTOs) an jî Terorîstên Gerdûnî yên ku Bi Taybetî Hatine Destnînakirin (SDGTs) hatine dîyarkirin hene. Em Pesindayîn, Piştgirî û Temsîlkirinên ne zelal ên ji bo serok, avakar an jî endamên sereke ên saziyên Tebeqe 1'ê radikin.
Dîsa em destûrê nadin naveroka ku pesna wan çalakîyan dide yên ku Metayê wekî çalakîyên tundî yên binpêker destnîşan kirine, pişgirîya wan a berdewam dike an jî wan temsîl dike ku têde êrişên terorîst, çalakîyên nefretê, tundîya pir mexdûrî an jî tundîya pir mexdûrî ya hewldayî, kuştina komî an jî sûcên nefretê hene. Em destûrê nadin (1) Pesinandin, Piştgirîkirin an jî Temsîlkirin a tawanbar(ên) erişên bi vî rengî; (2) naveroka ji aliyê tawanbarên têkildarî erîşên bi vî rengî; an jî (3) dîmenên aliyê sêyem ên ku kêliya êrişên bi vî rengî yên li dijî mexdûrên xuyabar nîşan didin. Herwiha, em wan naverokan radikin yên ku Pesnê bîrdoziyên wekî nazîzm û serdestiya çermspîyan didin, Piştgiriyê didin an jî wan Temsîl dikin. Em wan referansên ne zelal ên li ser van bûyer an jî bîrdozîyan hatine destnîşankirin jî radikin.
Di Tebeqe 2yê de ew Aktorên Derveyî Dewletê yên Tundîxwaz hene ku di şerekî çekdarî de li hemberî dewletê an jî aktorên leşkerî tundîyê pêk tînin lê bi zanebûnî sivîlan nakin armanc. Herwisa, tê de Saziyên ku Tundîyê Teşwîq Dikin jî hene ku amadekarî kirine an jî piştgirî dane tundîya soberojê lê heta îro qet bi tundîyê re têkildar nebûne. Herwisa, ev sazî ew in ku dikarin li ser platfomê an jî li derveyî platformê bi berdewamî polîtîkayên me yên Reftarên Nefretbar an jî polîtîkayên me yên Sazî û Kesayetên Xeternak gelek caran bin pê bikin. Em Pesindayîn, Piştgiriya Aborî û Temsîlkirina van sazî, serok, avakar an jî endamên sereke radikin.
Em qebûl dikin ku bikarhêner dikarin wan naverokên xwedî referans bi rêxistin û kesên xeternak ên ku di çarçoveya gotara civakî û siyasî de hatine destnîşankirin re parve bikin. Tê de ew naverok hene ku derbarê sazî û kesayetên xeternak an jî çalakîyên wan de nûçeyan belav dikin, bi awayekî bêalî nîqaş dikin an jî wan şermezar dikin.
Di nav raporkirina nûçeyan de ew agahî hene ku ji bo bilindkirina hişmendîya derbarê bûyerên herêmî û gerdûnî hatine parvekirin ku tê de rêxistin an jî sazîyên destnîşankirî hene.
  • Bo mînak, “Nûçeya Lezgîn: Eş-Şebabê berpirsyarîya êrişa li Somalîyê qebûl kir”
  • Bo mînak, “Demname û analîzên pisporan: Êrişa li Marketa Buffaloyê çawa pêk hat û sûcdarî li dadgehê çi got”
Di nav îqaşên bêalî de îfade, şirove, pirs û agahîyên din ên rastîn hene ku li ser rêxistin an jî kesên xeternak ên destnîşankirî û tevgera wan darazeke erênî îfade nakin.
  • Bo mînak, “Dema mirov li nebûna serokatîyê û aborîyê dinêre, El-Qaîde ji DAEŞ'ê kêmtir xeternak e”
  • Bo mînak “Anders Breivik mînakeke wê yekê ye ka pêvajoya tundîyê dikare çiqas aloz be”
Di nav şermezarkirinê de nepesendkirin, dilreşî, redkirin, rexne, tinaz û îfadeyên din hene derbarê rêxistin an jî kesê xeternak ên destnîşankirî û tevgera wan darazeke erênî îfade nakin.
  • Bo mînak, “Dilê min bi sûcê Salvador Ramos reş bûye. Gotinên dadgerî bo min gelek watedar hatin. Divê dadgeh qet merhemetê nîşanî wî nede”
  • Bo mînak, “Divê sûcên Hitler qet neyên ji bîrkirin. Ev çend demên herî tarî yên dîrokê bûn”
Polîtîkayên me wisa hatine sêwirandin ku destûr û cih bidin nîqaşên wisa û di heman demê de rîskên zirara offline ya muhtemel sînordar bikin. Lewre em ji mirovan dixwazin dema ku naverokên wisa saz dikin an jî parve dikin nîyeta xwe aşkere bikin. Heke nîyeta bikarhênerekî xumam an jî nezalal be, em jixweber wê naverokê radikin.
Li gorî qanûna mafên mirovan a navneteweyî, polîtîkayên me dihêlin ku li ser mafên mirovan ên kesên diyarkirî an jî endamên saziyên xeternak nîqaş bêne kirin, heta ku di naverokê de binpêkirinên din ên polîtîkayê an jî teşwîqkirina tundîyê yên wekî pesindayîn, piştgirî an jî temsîlkirina saziyên diyarkirî bi awayekî cuda nebin.
Ji bo zêdetir agahiyên derbarê pêwendîdariya me ya bi mafên mirovan ên navneteweyî re, ji kerema xwe li Polîtîkaya Mafên Mirovan a Saziyî binêre.
Em van radikin:
Em Payebilindkirin, Piştgirî û Temsîlkirina kesayet an jî rêxistinên xeternak ên cuda cuda radikin. Ev têgih ji bo rêxistinan bi xwe, çalakî û endamên wan derbasdar in. Ev têgih berevaniya aştîyane ya hin encamên dîyarkirî qedexe nakin.
Payebilindkirin, wekî ku li jêr hatiye pênasekirin:
  • Rewakirin an jî parastina kiryarên tund an jî nefretê yên sazîyeke destnîşankirî bi îdîayên ku ew kiryar xwedî bingeheke exlaqî, siyasî, mentiqî an jî yên din in ku wan wan dikin qebûlbar û maqûl.
    • Bo mînak; "Hîtler tiştekî xelet nekirîye."
  • Pênasekirin an jî pîrozkirina tundî û nefreta sazîyeke destnîşankirî wekî serkeftin an jî serfirazîyekê;
    • Bo mînak, “Hizbul Mucahîdîn di şerê Keşmîra azad û serbixwe de bi ser dikeve”
  • Beyaneke daxwaza endamtîyê an jî beyana wê yekê ku hûn dixwazin bibin sazîyeke destnîşankirî an jî sûcdarê bûyereke tundîyê.
    • Bo mînak “Ez dixwazim beşdarî DAEŞ'e bibim û bibim parçeyek ji Xelîfetîyê”
Ji bilî bûyerên destnîşankirî em Pesindayîna Saziyên Tebeqe 1 û Tebeqe 2'yê radikin.
Ji bo Tebeqe 1'ê û bûyerên destnîşankirî, heke niyeta bikarhênerî bi awayekî zelal neyê nîşandan wê çaxê em dikarin referansên nediyar û bêpeywend jî rakin. Tê de mîzaha ne zelal, referansên bê jêrnivîs an jî erênî hene ku pesnê tundî an jî nefreta saziya diyarkirî nade.
Piştgirîd, wekî ku li jêrê hatiye pênasekirin;
  • Piştgiriya Materyalan
    • Her cure kiryara ku rewşa aborî ya saziyekê baştir dike - şandina pereyan ji saziyeke diyarkirî re an jî ji wê saziye şandina cihekî din;
      • Bo mînak,“Pere bibexşînin bo KKKyê!”
    • Her cure kiryara ku malzemeyên alîkarîyê dabîn dike ji bo entîte an jî çalakîyeke destnîşankirî;
      • Bo mînak, “Heke hûn bixwazin pakêtên alîkarîyê bişînin Kartêla Sinaloayê, vê navnîşanê bi kar bînin:”
    • Erkdarîkirina li ser navê sazîye an jî çalakîyeke destnîşankirî;
      • Bo mînak, “Heke tu dixwazî ji bo Xelîfetîyê şer bikî, ji min re PR bişîne”
  • Piştgiriyên Din
    • Li ser navê sazî an jî çalakîyên destnîşankirî kanalîzekirina agahî an jî çavkanîyên ragihandina fermî
      • Bo mînak, bêyî şermezarkirin, nîqaşên bêalî an jî wekî parçeyekî gilîkirina nûçeyan referanskirina sazîyên destnîşankirî.
    • Destpêkirina bangewazîyeke çalakîyê li ser navê sazî an jî çalakîyeke destnîşankirî;
      • Bo mînak; "Bi Şaxa Atomwaffenê re têkevin têkiliyê – (XXX) XXX-XXXX"
Em hemû Piştgiriya Tebeqe 1'ê û Piştgiriya Materyalî ya Tebeqe 2'yê radikin.
Temsîlkirin, wekî ku li jêrê hatîye pênasekirin:
  • Îfadekirina wê yekê ku kesek endamekî entîteya destnîşankirî ye, an jî ew bi xwe entîteyeke destnîşankirî ye;
    • Bo mînak, "Ez ejdehayekî mezin ên KKKyê me."
  • Sazkirina Rûpel, Profîl, Çalakî, Kom an jî entîteyên din ên Facebookê ku xwedîyê wan Sazîyeke Destnîşankirî ye an jî xwe wisa nîşan dide an jî li ser navê wê bi rêve dibe an jî çalakîyeke destnîşankirî ye an jî xwe wisa nîşan dide.
    • Bo mînak, Rûpeleke bi navê "Partîya Nazî ya Amerîkayê."
Em Temsîlîyata Tebeqe 1 û Tebeqe 2 ya Rêxistinên Destnîşankirî û çalakîyên destnîşankirî radikin.
Cure û Tebeqeyên Rêxistinên Xeternak
Tebeqe 1: Terorîzm, nefreta rêxistinî, çalakîya mezin a sûcdarîyê, hewldana tundîya pir mexdûrî, kuştina komî, û çalakîyên tund ên binpeker
Em destûrê nadin rêxistinên sûcdarîyê, yên ku ji aliyê hikûmeta Dewletên Yekbûyî ve wekî tedarîkkerên sereke yên narkotîkê yên ku bi taybetî hatine destnîşankirin (TSNTD) hatine dîyarkirin; nefret; an jî terorîzm, ku têde sazîyên ku ji aliyê hikûmeta Dewletên Yekbûyî ve wekî Rêxistinên Terorîst ên Biyanî (RTB) an jî Terorîstên Gerdûnî yên ku Bi Taybetî Hatine Destnîşakirin (BTHD) hatine dîyarkirin, ku li ser platformên me xwedî hebûnekê bin. Herwisa em destûrê nadin kesên din ku van sazîyan temsîl bikin. Em destûrê nadin serok an jî endamên giring ên van rêxistinan ku li ser platformên xwedî hebûnekê bin, herwisa sembolên ku wan li ser platformê temsîl bikin an jî naveroka ku pesnê wan û çalakîyên wan dide, referansên nedîyar jî tê de. Herwiha, em her cure piştgiriyên ji bo van kesayet û saziyan radikin.
Em destûrê nadin wê naveroka ku pesnê wan bûyeran dide, piştgiriya wan bûyeran dike û wan bûyeran temsîl dike ku Meta wekî bûyerên teroristî, çalakiyên nefretê, şideta bi pirmexdûr an jî hewla tundiyê ya bi pirmexdûr an jî rêzekuştin an jî sûcên nefretê an jî binpêkirina bûyerên tundûtûjiyê destnîşan kirine. Em destûrê nadin naveroka ku pesnê tawanbarên êrîşên bi vî rengî dide, piştgiriyê didê an jî temsîliyeta wan dike; (2) naveroka ji aliyê tawanbarên têkildarî erîşên bi vî rengî; an jî (3) dîmenên aliyê sêyem ên ku kêliya êrişên bi vî rengî yên li dijî mexdûrên xuyabar nîşan didin.
Herwisa, em destûrê nadin Payebilindkirin, Piştevanîkirin an jî Temsîlkirina wan îdeolojiyên nefretbar yên diyarkirî û referanskirina wan a nezelal.
Rêxistin û kesayetên terorîst, yên wekî aktorên ne dewletî hatine pênasekirin ku:
  • Beşdarî çalakîyên qestî û plankirî yên tundîyê dibin, wan diparêzin an jî piştevanîya berdewam didine wan.
  • Dibin sedemê mirinê an jî hewldanên mirinê, birîndarî an jî zirara cidî ya li hemberî sivîlan, an jî kesên din ên ku rasterat beşdarî wan çalakîyên dijminane yên çekdarî, û/an jî zirara cidî ya milkan, mirinê, birîndarî an jî zirara cidî ya li hemberî sivîlan nebûne
  • Bi nîyeta zordarî, çavtirsandin û/an jî bandorlêkirina komeke sivîlan, hikûmetê an jî rêxistina navneteweyî
  • Da ku armanceke siyasî, dînî an jî îdeolojîk bi dest bixin.
Saziya Nefretî, wekî ew rêxistin an jî kes hatine pênasekirin li ser taybetmendîyên mirovan ên parastî nefretê li hemberî wan belav dike an jî teşwîq dike. Çalakîyên sazîyê herî kêm bi çend tevgerên jêrîn hatine nîşandan:
  • Tundî, retorîka gefkar, an jî li ser taybetmendîyên wan ên parastî şêweyên xeternak ên destdirêjîya li hemberî mirovan;
  • Dubare bikaranîna gotara nefretê;
  • Temsîla Îdeolojîyên Nefretê an jî temsîla Sazîyên din ên Nefretê yên destnîşankirî û/an jî
  • Payebilindkirin an jî Piştgirîya Sazîyên din ên Nefretê an jî Îdeolojiyên Nefretê.
Rêxistinên Sûcdarîyê, yên wekî komeleyeke ji sê an jî zêdetir kesan hatine pênasekirin ku:
  • li bin nav, renk, tevgerên destan an jî nîşaneyên naskirî bûne yek; û
  • têkildarîyek an jî gefa têkildarîyê heye bi çalakîyên sûcdarîyê ên wekî kuştin, qaçaxçîtiya madeyên hişber an jî zarokrevandinê.
Tundîya Pirmexdûrî û Kuştinên Rêzî
  • Heke di bûyerekê de sê an jî zêdetir mexdûrên mirî an jî birîndarîya cidî hebin, em wê bûyerê wekî tundîya pirmexdurî an jî tundîya pirmexdurî ya hewldayî qebûl dikin. Her Kesê ku êrişeke wisa pêk anîbe wekî sûcdar an jî sûcdarê hewldayî yê tundîya pirmexdûrî tê qebûlkirin.
  • Em her kesê ku li bûyer an jî şûngehên cuda du yan jî zêdetir kuştin kiribin wekî kujerê rêzî bi nav dikin.
Îdeolojîyên Nefretbar
  • Destnîşankirinên me yên rêxistin û kesan li ser tevgeran hûr dibin, lê em qebûl dikin ku hinek îdeoljî û bawerî hene ku di esilê xwe de bi tundî û hewldanan ve girêdayî ne ku mirovên derdorê rêxistin dike ji bo bangewazîya tundîyê an jî vederkirina kesên din li ser taybetmendîyên wan ên parastî. Di rewşên wisa de em wê îdeolojîyê bi xwe destnîşan dikin û wê naveroka ku li ser platformên me piştevanîya wê îdeolojîyê dike radikin. Ew îdelojî ev in:
    • Nazîzm
    • Serdestîya Çermspîyan
    • Neteweperwerîya Çermspîyan
    • Cudaxwazîya Çermspîyan
  • Em Payebilindkirin, Piştegirîya Berdewam û Temsîlîyeta aşkere ya van îdeolojîyan radikin û kes û rêxistinên ku girêdayî van îdeolojîyên nefretbar jî radikin.
Tebeqe 2: Aktorên Derveyî Dewletê yên Tundbar û Saziyên ku Tundiyê Teşwîq Dikin
Destûra rêxistin û kesên ku ji aliyê Metayê ve wekî Aktorên Derveyî Dewletê yên Tund an jî Sazîyên ku Tundîyê Teşwîq Dikin têne destnîşankirin jî nayê dayîn ku ew li ser platformên me xwedî hebûnekê bin, an jî xwedî hebûneke wisa bin ku ji aliyê kesên din ve li ser navê wan tê birêvebirin. Ji ber ku van civakan bi awayekî çalak li hemberî dewletê an jî aktorên leşkerî di pevçûnên çekdarî (Aktorên Derveyî Dewletê yên Tund) de tundî bi kar anîne an jî ji bo tundîya pêşerojê (Saziyên ku Tundîyê Teşwîq Dikin) bingeh amade kirine, parastine an jî saz kirine, destûr nayê dayîn ji bo piştgirîya materyalî ya wan sazîyan. Em dê pesindayîna van sazîyan rakin.
Aktorên Derveyî Dewletê yên Tund, wekî her cure aktorên derveyî dewletê hatine pênasekirin ku:
  • Di pevçûnên çekdarî de bi awayekî rasterast hikûmet, artêş an jî komên din ên çekdarî dikin armanc, bi zanebûn û plankirî bi pileyeke mezin çalakiyên tundîyê pêk tînin û bi pileyeke mezin a tundîyê ve sivîlan bi zanebûn û eşkere nakin hedef; Û/AN JÎ
  • Civakan ji gihîna binesaziya krîtîk an jî çavkaniyên xwezayî bêpar dihêle; Û/AN JÎ
  • Yên ku bi rêya êrîşekê dixwazin ziyaneke mezin bidin binesaziyê lê bêyî kuştinê bikin ku ti têkiliya wan bi birîndarîya giran an jî ziyaneke giran a sivîlan ve tune ye.
Sazîyên ku Tundiyê Teşwîq Dikin wiha tên pênasekirin:
Sazîya ku Tundiyê Teşwîq Dike (Bi Giştî), aktoreke derveyî dewletê ye ku xwedî van taybetmendîyan e:
  • Armanca wê ya diyarkirî an jî fonksiyona wê ya mebestkirî ew e ku bi rêya tundiyê li şûna hikûmetê bi xwe an jî wekî pêveka fonksiyoneke cîbicîkar a hikûmî ya ne-erêkirî (wekî polîs, artêş, koçberî) peşkêş bike; an jî bi rêya tundûtûjiyê fonksiyoneke cîbicîkar a hikûmî xera bike;
  • Li ser platformên Metayê gaveke giring ber bi vê armanca diyarkirî ve avêtine; û
  • Gelek caran gef xwariye an jî teşwîqa tundûtûjiya giran kiriye (online an jî offline);
Saziyeke ji Ber Nefretê Qedexekirî aktoreke derveyî dewletê ye ku xwedî van taybetmendîyan e.
  • Yên ku bi reftar an jî gotarên nefretbarî ên dubareyî tevdigerin lê destê wan di tundîyê de tune ye an jî bi awayekî eşkere parastina tundîyê nekirine an jî bi têra xwe ti têkiliya wan bi rêxistinên ku berê hatine diyarkirin re tune ne ku ji ber vê yekê nikarin bigihêjin asta Tebeqe 1'ê.
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
  • Hin caran gava hatibe dîyarkirin ku naverok hîcîvî ye, em dê destûrê bidin naveroka ku di halê asayî de Standardên Civakê bin pê dike. Bi tenê heke hêmanên binpêker ên naverokê hîcîvî bin an jî bi tiştek an jî kesekî wisa girêdayî bin ji bo henekpêkirin an jî rexnekirina wan, dê destûra naverokê bê dayîn.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê kes û rêxistinên xeternak de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike