Kordînekirina Zirarê û Teşwîqkirina Sûcdariyê

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Di hewldana rêlêgirtin û midaxeleya zirara offline û reftara teqlîdî, em hêsankirin, rêxistinkirin, reklamkirin an jî qebûlkirina çalakîyên dîyarkirî yên sûcdarî û zirardar yên ku êrişî mirov, karsazî, milk an jî heywanan dikin li mirovan qedexe dikin. Em destûrê didin mirovan ku bikarin li ser qanûnîbûna çalakîyên sûcdarî û zirarkar nîqaşê bikin an jî wan biparêzin, herwisa heke ew bi xwe zirarê neparêzin an jî kordîne nekin, ew dikarin balê bikêşin ser çalakîya sûcdarî û zirarkar ku ew bûne şahid an jî ew tecrûbe kirine.
Em van radikin:
Zirara li hemberî mirovan
  • Naveroka ku nasname an jî şûngehên girêdayî kesekî pêşkêş dike ku ew qaşo:
    • Endamê komeke rîska îfşakirinê ye; û/an jî
    • Parvekirina têkilîyeke malbatî û/an jî evîndarî ya li gel endamên komeke rîska îfşakirinê; û/ana jî
    • Çalakîyên meslekî pêk anîne ji bo piştevanîya komeke rîska îfşakirinê (ji bilî kesên siyasetmedar)
  • Naveroka ku rewşa veşartî ya personelên sepandina qanûnî, leşkerî an jî ewlehîyê pêşkêş dike heke di naverokê de navê kesan, rû an jî rozêta yek ji ev ên jêrîn hebe:
    • Rêxistina kesan a sepandina qanûnê
    • Operasyona kesan a sepandina qanûnê
    • Behskirinên aşkere yên rewşa wan ya veşartî
  • Kordînasyon, gefkirin, piştgirîkirin an jî qebûlkirina êrişê ji bilî ku di peywenda zêdekirina hişyarîyê an jî şermezarkirina navendên ferazî an jî pêşkêşkirî an jî kefaretê.
  • Teswîrkirin, danasîn, parastin an jî bidilkirina beşdarîya qebxwestineke vîral a xwedî rîska mezin ji bilî ku peywenda bilindkirina hişyarîyê an jî şermezarkirinê de be. Dema ku dîmen di van peywendan de hatibine teswîrkirin, em etîketekê li ser zêde dikin da mirov jê haydar bin ku ew naverokeke hesas e.
Zirara li dijî ajalan
  • Kordînasyon, gefkirin, piştgirîkirin an jî qebûlkirina kiryarên zirara fîzîkî ya li hemberî heywenan (bi şêweyê nivîskî, dîtbarî an jî devkî) ji bilî carên:
    • Zêdekirina hişyarîyê an jî şermezarkirin
    • Xelaskirin
    • Xwexelaskirin an jî parastina xwe, mirovekî din an jî heywanekî din
    • Mekanên ferazî an jî pêşkêşkirî JI BILÎ ku ew şerên heywanên pêşkêşkirî an jî xelaskirinên sexte yên heywanan.
    • Nêçîr an jî masîgirî
    • Qurbankirina dînî
    • Amadekirina an jî pêvajokirina xwarinan
    • Heşere û mişexwir
    • Kuştina bo xelaskirinê
    • Şerega
  • Ji bilî bikaranîna di peywenda zêdekirina hişyarîyê an jî şermezarkirinê an jî xelaskirinê de; kordînekirin, tehdîtkirin, piştgirîkirin, teswîrkirin an jî qebûlkirina pevçûnên sexte yên heywanan an jî teswîrkirina dîmenên vîdyoyî yên xelaskirinên sexte yên heywanan.
Zirara li hemberî milkan
  • Kordînekirin, gefxwarin, piştgirîkirin an jî qebûlkirina vandalîzm, dizî an jî hackkirina xerab (bi şêweyên nivîskî, dîtbarî an jî devkî) ji bilî carên:
    • Zêdekirina hişyarîyê an jî şermezarkirinê,
    • Xelaskirin
    • Mekanên ferazî an jî pêşkêşkirî,
    • Qebûlkirina di peywenda parastina xwe, an jî kesekî din de
    • teswîrkirina vandalîzmê di peywenda protestoyê,
    • teswîra grafîtî, an jî
    • agaftina erênê li ser vandalîzmê an jî dizîya ku ji aliyê kesên din hatiye pêkanîn.
Sextekarîyên dengdêr û/an jî serjimaran
  • Kirîn an jî firotina dengan bi pere, dîyarî, xizmet an jî tiştên din ên madî, ji bilî ku di peywendên şermezarkirin, bilindkirina hişyarîyê, raporkirina nûçeyan an jî mîzahî an jî hîcîvî de hatibin parvekirin.
  • Parêzvanîkirin, pêşkêşkirina talîmatan, an jî nîşandayina niyeteke eşkere ji bo beşdarbûna neqanûnî di dengdanekê (bo mînak, du car dengdan an jî çêkirina mafê dengdayînê yê sexte) an jî pêvajoyeke serjimartinê de (bo mînak, xelet nîşandayina agahîyên demografîk an jî ka çend kes di malbata te de ne), ji bilî ku ew yek ji bo şermezarkirin, zêdekirina hişyariyê, ragihandina nûçeyan de, an jî di çarçoveyên pêkenokî û hicivî de bê parvekirin.
Ji bo naveroka di rêzê de, em etîketekê li ser zêde dikin da mirov jê haydar bin ku ew naverokeke hesas e:
  • Dîmenên ku qebxwestineke vîral a xwedan rîskeke bilind teswîr dike heke rîskên têkildar şermezar bike an jî derbarê wan hişyarîyê zêde bike.
Ji bo naverokên jêrîn, em nîşandana naverokê bi temenmezinên 18 salî û mezintiran re sînordar dikin:
  • Dîmenên ku awayên xeternak ên ajotina wesayîteke motorî nîşan didin ku dikarin bibin sedema birînên kujer an jî mirinê bo ajokar an jî kesên din, ji bilî yên ku di çarçoveyên honakî an jî pîşeyî de hatine parvekirin.
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
Em van radikin:
  • Pêşkêşkirin: îfşakirina nasnameya kesekî û xistina wan di nav rîska zirarê:
    • Endamên LGBTQIA+
    • Jinên servekiri
    • Kesên nehikûmkirî wekî nêçîrvan di çarçoveya Operasyona Stingê ya nêçîrvanên cinsî de
    • Kesên ku beşdarî dozên qanûnî bûne, gava ku beşdarîya wan ji îfşaya civakî tê sînordarkirin
    • Şahid, agahîder, çalakger, kesên desteserkirî an jî rehîne
    • Penaber, gava ku ji kenaleke pêbawer a dewletî ve hatibine raporkirin
    • Hêsîrên şerî, di peywenda pevçûneke çekdarî de
  • Dîmenên ku muhtemelen derbarê çavkanîya xwe de mirovan bixapîne:
    • Heke sazîya teswîrkirî an jî temsîlkarê rayedar îtîrazî dîmenê bike, û
    • Dîmen xwedî wê potansîyelê ye ku zirarê bide endamên civakê.
  • Beyana nîyetê, bangewazîya çalakîyan an jî bidilkirina yek ji yên jêrîn:
    • Astengkirin gihîna xizmetên bingehîn gaha ku erêkirin an jî erêkirineke bo civakê berdest hebe ku alavên tengavîyê hatine astengkirin, AN JÎ
    • Bi astengkirina gihîna xizmetên sereke an jî derbasîya bêdestûr bi rêyeke wisa ku ewlehîya wan bixe xetereyê êrişî kesekî an jî komeke mirovan a taybet dikin.
  • Midaxeleyên dengdêr an jî serjimêran, wekî:
    • Bangewazîyên ji bo midaxeleya kordînekirî ku dikarin bandorê bikin li şiyana kesekî ya beşdarîya hilbijartineke fermî an jî serjimarekê.
    • Îdîayên ku dibêjin beşdarîya hilbijartin an jî serjimarê dê bibe an jî muhtemelen dê bibe sedemê encamên sepandina qanûnî (bo mînak, girtin, vederkirin an jî zîndankirin).
    • Gefên çûna cihê hilbijartinê ji bo çavdêrî an jî temaşeya dengdêran an jî çalakîyên karmendên hilbijartinê heke bi referansên tirsê hatibine yekkirin (Bo mînak: "Ka em nîşanî wan bidin ka patron kî ye!,", "Ew şerekî dixwazin? Em dê şerekî bidin wan.").
    • Gefên çûna cihê çalakîyên piştî hilbijartinê heke bi referansên tirsê hatibine yekkirin (Bo mînak: "Ka em nîşanî wan bidin ka patron kî ye!,", "Ew şerekî dixwazin? Em dê şerekî bidin wan.").
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê kordînasyona zirarê û teşwîqkirina sûcbariyê de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike