Îstîsmara cinsî ya zarokan
Çalakî, naverok an jî mijûldarîyên ku gefa îstîsmara cinsî ya zarokan dike (temenbiçûkên rastîn an jî ne rastîn, mindal an jî bebikan an jî teswîrên ne rastîn yên wekî mirovan, wekî resim, naveroka hişê çêkirî, karakterên ferazî, bebik hwd.), wê pênase dike, pesnê wê dide, piştevanîya wê dike, ji bo wê rênîşandanan dide, beyanên nîyetê dike, beşdarîyê wê qebûl dike an jî lînkên wê parve dike. Têde ev hene:
Têkilîya cinsî
Çalakîya cinsî an jî seksa oral ya aşkere ku dev an jî endamên mahrem têk de diçin an jî li ser endamên mehrem an jî anûsa kesekî ye, ku herî kêm endamên mehrem an jî anûsa kesekî tazî ye.
Têkilîya cinsî an jî seksa oral a îmakirî, dema têkilî muhtemel be an jî rasterast nexuya be.
Tehrîka endamên mehrem an jî anûsê, dema çalakî muhtemel be an jî rasterast nexuya be.
Di yek ji yên jorîn de heywanek hebe.
Zarokên bi hêmanên cinsî, wekî:
Kelemçe
Nîşaneyên tehrîka cinsî
Fokusa li ser endamên mehrem an jî anûsê
Hebûna mezinekî tehrîkbûyî
Hebûna pêlîstokên cinsî an jî bikaranîna objeyeke din ji bo şibandin, hez an jî îstîsmara cinsî
Cilûbergên cinsîkirî
Rûtkirin
Derdora pêşkêşîyê (bo mînak, li ser doşekekê) an jî bi profesyonelî hatibe kêşan (kalîte/fokûs/alî)
Maçîkirina dev vekirî
Şibandina sermemikên mirovan an jî guvaştina memikên jinan (JI BILÎ peywenda şîrmijandinê)
Hebûna berhemên kêlekê yên çalakîya cinsî
Naveroka ku zarok di peywenda fetişên cinsî de ne
Naveroka ku piştevanîya beşdarîya pedofîlîyê dike, wê derdixe pêş, wê diparêze an jî teşwîq dike ji bilî gavên ku ew bi şikilekî bêalî di peywenda tenduristîyê de tê nîqaşkirin
Naveroka ku mexdûrên îstîsmara cinsî ya zarokan bi nav an jî dîmenan ve teşxîs dike an jî henekên xwe pê dike.
Daxwaz
Naveroka ku daxwaza naverok an jî çalakîya cinsî dike ku zarokan nîşan dide an jî tê de zarok hene, wisa hatiye pênase kirin:
Materyalên Îstîsmara Cinsî ya Zarokan (MÎCZ)
Dîmenên tazî yên zarokên rastîn an jî ne rastîn
Dîmenên cinsîkirî yên zarokên rastîn an jî ne rastîn
Têkilîyên neguncan li gel zarokan
Naveroka ku têkilîyên neguncan ên li gel zarokan ava dike an jî wan hêsan dike, wekî;
Teklîfkirin, sazkirin an jî plankirina têkiliyên cinsî bi zarokan re
Bi rêya axaftinên xwedî naverokên cinsî teşwîqkirina zarokan ber bi çalakiyên cinsî an jî bi rêya teşhîrkirina bi qestî an jî bi rêya peyamên taybet pêşkêşkirin, dabînkirin, bidestxistin an jî daxwazkirina materyalên cinsî ji zarokan.
Bi peyamên taybet têkildarîya suhbetên cinsî yên veşartî li gel zarokan
Bi rêya peyamên taybet ji zarokan bidestxistin an jî daxwazkirina materyalên cinsî
Dîmenên îstîsmarker ên mehrem û şantaja cinsî
Naveroka ku hewl dide zarokên rastîn bi van rêbazan ve îstîsmar bike:
Ji bo îfşakirina dîmen an jî agahiyên mahrem ên rastîn an jî ne-rastîn bi rêya tehdîtkirina darê zorê pê qebûlkirina pere, qencîxwazî an jî dîmenên mahrem.
Parvekirin, tehdîtkirin an jî aşkerekirina niyeta parvekirina axaftinên taybet ên cinsî an jî dîmenên rastîn an jî ne-rastîn yên mehrem
Cinsîkirina zarokan
Naverokên (wekî wêne, vîdyo, hunera cîhana rastîn, naveroka dijîtal û teswîrên gotinî) ku zarokên rastîn an jî ne rastîn cinsî dikin
Kom, Rûpel û profîlên ku cinsîkirina zarokên rastîn û ne rastîn teswîr dike
Tazîtîya zarokan
Naveroka ku tazîtîya zarokên rastîn an jî ne rastîn nîşan dide ku tazîtî wisa hatiye pênasekirin:
Nîşandana nêzîk a endamên mehrem yên zarokên rastîn an jî ne rastîn
Biçûkên rastîn an jî ne rastîn, ku van nîşan didin:
Endamên mehrem ên xuyabar, carên ku ew bi cilên şefaf hatibin nixûmandina an jî veşartin jî tê de
Anûsa xuyabar û/an jî kelmaxên ji gelek nêz ve hatine kêşandin
Temenbiçûkên tazî yên rastîn an jî ne rastîn, ku van nîşan didin:
Endamên mahrem ên xuyabar (carên ku Endamên mahrem bi pûrtên bedenî an jî cilekî şefaf hatibe nixûmandîn jî têde)
Anûsa xuyabar û/an jî kelmaxên ji gelek nêz ve hatine kêşandin
Sermemikên jinan ên nenixûmandî
Ji serî heta binî bê cilbûn - heke endamên mahrem an jî sermemikên jinan xuya nebin jî
Ji bilî ku dîmenê ne rastîn ji bo armancên tenduristîyê be an jî nîşandana ne cinsîkirî ya tazîtîya zarokan a di hunera cîhana rastîn de be
Îstîsmara zarokan a ne cinsî
Bêyî nîyeta parvekirinê, vîdyo an jî wêneyên ku îstîsmara zarokan a ne cinsî a rastîn an jî ne rastîn nîşan dide, ji bilî ku dîmen ji hunera cîhana rastîn be, fîlmê karton be, fîlm an jî lîstikên vîdyoyê be
Naveroka ku pesnê beşdarîya îstîsmara zarokan a ne cinsî dike, piştevanîyê wê dike, wê derdixe pêş, wê diparêze, talîmatan dide an jî beşdarîya îstîsmara zarokan a ne cinsî teşwîq dike