Tadekirin û Destdirêjî

Hûrgilîyên polîtîkayê

QEYDÊ BIGUHERÎNE
Bingehên Polîtîkayê
Tadekirin û destdirêjî li gelek cihan pêk tê û bi gelek şikilên cuda peyda dibe wekî gef û belavkirina agahiyên nasandina şexsî, şandina peyamên gefker û avakirina têkilîyên xerab ên nexwestî. Em destûrê nadin van cure refteran ji ber ku ew rê li ber mirovan digirin ku xwe li ser Facebook, Instagram û Threadsê bi selamet û rêzgirtî hîs bikin.
Em cudahîyekê datînin navbera kesên navdar û kesên taybet ji ber ku em dixwazin destûrê bidin nîqaşên ku gelek caran têde şiroveyên rexneyî yên wan mirovan hene ku di nûçeyan de cih digirin an jî kêsên xwedî girseyeke mezin in. Ji bo kesên navdar, em êrişên dijwar radikin, li gel hin êrişên diyarkirî yên ku kesên navdar di şandî an jî şiroveyên de rasterast têne etîketkirin. Em kesên navdar wekî van pênase dikin; karmendên dewletî yên asta eyalet û neteweyî, namzedên siyasî ji bo wan mewkîyan, kesên ku li ser medyaya civakî heyran an jî şopînerên wan ji mîlyonekê zêdetir in û kesên ku di nûçeyan de gelek xuya dikin.
Ji bo kesên taybet, parastina me zêdetir e: Em wê naverokê radikin ya ku tê wateya biçûkxistin an jî şermê, bo mînak, îdîayên derbarê çalakîya cinsî ya kesekî jî têde. Em qebûl dikin ku tadekirin û destdirêjî dikare li ser kesên temenbiçûk xwedî zêdetir bandora hestîyarî be, ku polîtîkayên me, bêyî rewşa wan, ji bo bikarhênerên jêr 18 salî parastina zêdekirî dabîn dike.
Peywend û mijar giring e, û em destûrê didin mirovan ku şandîyan parve bikin heke zelal be ku tiştek ji bo şermezarkirinê yan jî ji bo balkêşandina ser tadekirin û destdirêjîyê hatiye parvekirin. Hin carên dîyarkirî, em xwe gilîkirînê dixwazin ji ber ku ew bo me dibe alîkar ku em kesê hatiye hedefkirin û tadekirî û acizkirî hîs dike nas bikin. Li kêleka gilîkirina reftar an jî naverokeke wisa, em mirovan bi dil dikin ku alavên li ser platformên me berdest bi kar bînin da ku xwe li hemberî wê biparêzin.
Herwisa me Navenda Rêlêgirtina Tadekirinê heye ku çavkanîyek e ji bo ciwan, dêûbav û perwerdekarên ku ji bo mijarên girêdayî tadekirin û pevçûnên din li alîkarîyê digerin. Ew rêberîya pêngav bi pêngav pêşkêş dike ku têde agahîyên li ser awayê destpêkirina suhbetên derbarê tadekirinê heye. Li vir bizane ka em çi dikin da ku mirovan ji tadekirin û destdirêjîyê biparêzin.
Nîşe: Ev polîtîka li ser wan kesan nayê sepandin yên ku parçeyekî rêxistinên destnîşankirî ne li bin banê Polîtîkaya Rêxistin û Kesên Xeternak an jî kesên ku berîya 1900î mirine.
Tebeqe 1: Parastina gerdûnî ji bo her kesê:
  • Her kes tê parastin ji:
    • Têkilîya nayê xwestin ya ku:
      • Dubareyî ye, AN JÎ
      • Ji aliyê cinsî ve destdirêjî be, AN JÎ
      • Bêyî tehrîkeke berê, bêrê xwe dide hejmareke zêde ya mirovan.
    • Bangewazîyên kesek an jî komeke mirovan a dîyarkirî ji bo xwe birîndarkirin an jî xwe kuştinê.
    • Êrîşên li ser bingeha tecrûbeya wan a êrîşa cinsî, îstîsmara cinsî, destdirêjîya cinsî, an jî îstîsmara navmalê.
    • Beyanên nîyeta têkildarbûna bi çalakîyeke cinsî an jî parastina wan ji bo têkildarîya bi çalakîyeke cinsî.
    • Şiroveyên dijwar ên cinsî.
    • Fotoşop an jî xêzkirinên cinsî yen biçûkker
    • Êrîşên bi rêya têgihên biçûkker ên girêdayî çalakîya cinsî (bo mînak: orispî, qehbe).
    • Îdîayên ku dibêje trajedîyeke tund pêk nehatîye.
    • Îdîayên ku dibêje ew kes derbarê mexdûrîya xwe ya trajedîyeke tund an jî êrişeke terorîst derewan dike, têde ew îdîa hene ku:
      • Wekî mexdûrekî bûyereke taybet tevdigere an jî xwe wisa nîşan dide, an jî
      • Ji wan pere wergitîye an jî hatine erkdarkirin da ku derbarê rolê xwe yê di wê bûyerê de mirovan bixapîne.
  • Gefên belavkirina jimareya telefonê, navnîşana îqametê, navnîşana enameyê an jî qeydên tibî yên kesekî taybet (wekî di nav Polîtîkaya Binpêkirinên Mehremîyetêde hatiye pênasekirin).
  • Bangewazî an jî beyana nîyetê ji bo tekildarîya tadekirin û/an jî destdirêjîyê.
  • Naveroka ku mirovên di pêvajo an jî piştî adet, mîzkirin, verêşan an jî rîtinê de hatine teswîrkirin zêdetir biçûk dixîne an jî li hember wan dilreşîyê îfade dike
  • Her kes parastî ye ji xalên jêrîn, lê ji bo kesên navdar ên temenmezin, divê ew bi qestî marûzî wan bibin:
    • Bangewazîyên mirinê an jî îfadeyên li lehê pêketin an jî pêşvebirina rewşeke tibî.
    • Pîrozkirin an jî henekpêkirina mirin an jî rewşa tibî.
    • Îdîayên derbarê nexweşîyên cinsî.
    • Îfadeya kêmdîtinê yên derbarê xuyabûna fîzîkî.
Tebeqe 2: Parastinên zêde ji bo hemû Temenbiçûkan, Temenmezinên Taybet, Kesên Navdar ên Xwedî Qewareyeke Sînorkirî ne (bo mînak, kesên ku navdarîya wan bi çalakgerîya wan, rojnamegerîyê sînordarkirî ye an jî kesên ku bi rêya alavên ne jidil navdar bûne):
  • Li kêleka parastinên gerdûnî yên ji bo her kesê, hemû temenbiçûk (kesên taybet an jî kesên navdar), temenmezinên taybet û kesê navdar ên xwedî qewareyeke sînordarkirî parastî ne ji:
    • Îdîayên derbarê çalakîya cinsî ji bilî ku di peywenda tawanbarîyên derbarê sûcdarîyê yên li hemberî temenmezinan bin (destdana cinsî ya nerizayî).
    • Naveroka ku temenmezinekî din cinsî dike (cinsîkirina temenbiçûkan li Polîtîkaya Îstîsmara Cinsî, Îstîsmar û Tazîtîya Zarokan hatiye bicihkirin).
  • Hemû temenbiçûk (kesên taybet an jî kesên navdar), temenmezinên taybet û kesên navdar ên xwedî qewareyeke sînordarkirî) parastî ne ji xalên jêrîn, lê ji bo temenbiçûkên navdar, divê ew bi qestî marûzî wan bibin:
    • Berawirdkirina nemirovî (bi şêweyê nivîskî an jî dîtinbarî) ji bo an jî derbarê:
      • Heywan û kêzik, afirîdeyên jêr mirovî jî têde, yên ku di çandê de wekî kêm hatine dîtin.
      • Bakterî, vîrûs, mîkrop, û nexweşî.
      • Bireserên nezindî, gilêş, pîsatî, gû.
  • Naveroka ku hatiye eyarkirin ji bo nîşandan, xêzkirin an jî bi awayekî din ku balê bikêşîne ser taybetmendîyeke fîzîkî a dîyar (bêvil, guh, û hwd.).
  • Naveroka ku wan li gorî bingeha xuyabûna fîzîkî an jî taybetmendîyên fîzîkî rêz dike.
  • Naveroka ku kesên wekî mexdûrên tadeya fîzîkî hatine teswîrkirin zêdetir biçûk dike (ji bilî peywendên xwe parastin an jî sporên şerî).
Tebeqe 3: Parastinên zêde ji bo Temenbiçûkên Taybet, Temenmezinên Taybet û Temenbiçûkên ku Bêyî Dilê Xwe Navdar in:
  • Li kêleka hemû parastinên ku li jorîn hatine rêzkirin, hemû temenbiçûkên taybet, temenmezinên taybet (ku divê xwe bi xwe gilî bikin), û temenbiçûkên ku bêyî dilê xwe navdar bûne parastî ne ji:
    • Dijûnkirina êrişkar.
    • Îdîayên derbarê têkilîya evîndarîyê, meyla cinsî an jî nasnameya zayendî.
    • Bangewazîya kiryarê, beyanên nîyetê, îfadeyên teşwîqker an jî mercî, an jî îfadeyên ku vederkirinê diparêzin û piştevanîya wê dikin.
    • Îdîayên karakter an şîyana neyînî, ji bilî ku di peywenda tawanbarîyên sûcdarîyê û nirxandinên karsazîyê yên li dijî temenmezinan bin.
    • Îfadeyên biçûkxistin, dilreşîyê, an jî naveroka ku hebûna kesekî red dike ji bilî peywenda tawanbarîyên sûcdarîyê yên li dijî temenmezinan.
  • Gava xwe bi xwe tê gilîkirin, hemû temenbiçûkên taybet, temenmezinên taybet, û temenbiçûkên ku bêyî dilê xwe navdar bûne parastî ne ji xalên jêrîn:
    • Tadekirina dengî ya kesê yekem.
    • Dîmenên eyarkirî yên ku nayên xwestin.
    • Li ser bingeha xuyabûna fîzîkî, berawirdkirinên bi kesên din ên navdar, honakî an jî taybet.
    • Îdîayên derbarê nasnameya dînî an jî dijûnên dînî.
    • Berawirdkirina bi heywan an jî kêzikan ve ku di çandê de ji aliyê hişî an jî bedenî ve kêm nehatine dîtin ("piling", "şêr").
    • Teswîrên fîzîkî yên bêalî an jî erênî.
    • Îdîayên karakter an şîyana ne neyînî.
    • Êrişên bi rêya têgihên biçûkxistinê ên girêdayî nebûna çalakîya cinsî.
Tebeqe 4: Parastinên zêde tenê ji bo Temenbiçûkên Taybet
  • Li jêr polîtîkayên me kesen temenbiçûk parastina herî zêde werdigirin. Li kêleka hemû parastinên ku li jor hatine rêzkirin, kesên temenbiçûk ji van jî parastî ne:
    • Tawanbarîyên derbarê reftara sûcdarî an jî derqanûnî.
    • Vîdyoyên tadekirina fîzîkî yên li hemberî temenbiçûkan ku di her cure çarçoveyê de hatine parvekirin.
    • Têgihên biçûkker ên têkildarî dijûnên zayenda mêza.
Tadekirin û destdirêjîya bi rêya rûpel, kom, çalakî û peyaman
  • Parastinên ji Tebeqe 1ê heta 4ê li ser rûpel, kom, çalakî û peyaman jî têne sepandin.
Ji bo Standardên Civakî yên di rêzê de, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin ji bo sepandinê:
Van neke:
  • Weşandina naverokên ku bi rêya Rûpel, Kom û Çalakiyên nexwestî kesên taybet dikin armanc. Dema ku ew naverok ji aliyê kesê armanckirî an jî temsîlkarekî fermî yê kesê armanckirî ve bê gilîkirin, em wê naverokê radikin.
  • Naveroka şandîyê ya ku dê pêdivî bi gilîkirina naverokê ya kesê armanckirî hebe an jî nîşaneyeke wisa ku şandêr rasterast êrişî kesê armanckirî dike (bo mînak: kesê armanckirî di şandî an jî şiroveyekê de tê etîketkirin). Heke di destên me de ji kesê hedef an jî temsîlkarekî fermî yê kesê hedef (zindî an jî mirî) erêkirinek hebe ku naverok nayê xwestin, hingê em vê naverokê radikin.
  • Naveroka ku daxwaz an jî îfadekirina nîyeta têkildarîya bi reftarekê dike ku li bin polîtîkayên me dê wekî tadekirin û destdirêjî bê qebûlkirin. Heke di destên me de ji kesê hedef an jî temsîlkarekî fermî yê kesê hedef erêkirinek hebe ku naverok nayê xwestin, hingê em vê naverokê radikin.
  • Naveroka ku kesên navdar cinsî dike. Heke di destên me de ji kesê hedef an jî temsîlkarekî fermî yê kesê hedef erêkirinek hebe ku naverok nayê xwestin, hingê em vê naverokê radikin.
  • Têkilîyeke wisa nede destpêkirin ku ji aliyê cinsî ve tadeyê li kesê wergir dike. Heke di destên me de ji wergir an jî temsîlkarekî fermî yê wergirî erêkirinek hebe ku naverok nayê xwestin, hingê em vê naverokê radikin.
  • Em destdirêjîya girseyî ya arastekirî radikin, gava ku:
    • Bi rêya kîjan zemîne bibe jî êrîşkirina, 'kesayetên ku di rîska zêde ya zirara offline in", yên ku wisa hatine pênasekirin:
      • Parêzvanên mafên mirovan
      • Temenbiçûk
      • Mexdûrên bûyer/trajedîyên tund
      • Kesên muxalîf ên di dema hilbijartinan li welatên di rîskê de
      • Karmendên hilbijartinan
      • Muxalîfên hikûmetê yên ku ji ber muxalîfbûna xwe dibin armancên êrişan
      • Kêmîneyên etnîk û dînî yên li herêmên pevçûnan
      • Endamên komeke rîskê ya destnîşankirî û naskirî
    • Êrişa li ser her kaseyetî ya li ser zemînên şexsî, wekî qutîka enameyan an jî profîlan, bi:
      • Naveroka ku polîtîkayên tadekirin û destdirêjîya kesên taybet bin pê dike an jî,
      • Naveroka dijber ya li ser bingeha taybetmendîya parastî
  • Hesabên astengkirî yên ku wekî parçeyekî dewletê an jî torên girêdayî dewletê ne
    • bi destdirêjîya girseyî ve têkildar dibe ku li ser her zemînî êrişî kesan dike.
    • Torên zirarkar ên ku li ser her zemînî êrişî kesan dike, bi:
      • Naveroka ku polîtîkayên tadekirin û destdirêjîya kesên taybet bin pê dike an jî,
      • Naveroka ku li ser bingeha taybetmendîya parastî êrişî wan dike, an jî,
      • Naverok an jî reftara ku di halê asayî de li peywenda herêmî wekî dijber tê qebûlkirin
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê tadekirin û destdirêjîyê de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike