Bingehên Polîtîkayê
Pêbawerî, xala herî giring a civaka me ye. Li gorî me pêbawerî dibe alîkar ji bo sazkirina civakeke wisa ku tê de her kes li hemberî hev û Metayê bi rêbazên watedar ve hesabdêr e. Em dixwazin li seranserê civaka me ya navneteweyî ji bo îfadekirina nasnameyê gelek rêyan dabîn bikin, di heman demê de em dixwazin rê li ber teqlîdkarî û danasîna xelet a nasnameyê jî bigirin. Ji bo parastina hawirdoreke ewle û vekirî ya ku mirov bikarin li ser wê baweriya xwe bi hev bînin û civakan ava bikin, em nahêlin hesab an jî profîlên ku bi armanca xapandina kesên din hatine çêkirin an jî bikaranîn bêne sazkirin.
Li ser Facebookê, em dixwazin mirov bi navên xwe yên ku di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin ku nasnameya wan a rastîn temsîl dike, hesabekî saz bikin. Me Profîlên Zêdek saz kirin da alîkariya mirovan bikin ku aliyên cuda yên nasnameya xwe îfade bikin, wekî eleqedarî an jî karên xwe. Em destûrê nadin bikaranîna xizmetên me û em dê wan hesabên Facebook, Instagram, Threadsê an jî sazîyên din ên Facebookê (wekî rûpel, kom, û çalakîyan) sînordar an jî asteng bikin yên ku:
Aîdî zarokên temenbiçûk in
Kesekî din an jî saziyekê bi vî awayî teqlîd dikin:
Bi armanca xapandina kesên din, wêne, nav an jî tiştên wekî yên wan bi kar tînin
Bêyî destûrê, axaftina li ser navê kesekî din an jî saziyekê (mînak: bi rêya sazkirina Rûpel an jî Profîlekê)
Nasnameya xelet pêşkêş dikin bi armanca xapandin an jî xelitandina kesên din an jî xwevedizîna ji Standardên me yên Civakê. Em di nirxandina temsîla xelet a nasnameyê de li ser hejmareke zêde ya faktoran disekînin, wekî:
Guherînên dubareyî an jî berdewam ên hûgilîyên nasnameyê, wekî nav û temen.
Agahiyên xapînok ên profîlê, wekî hûrgilîyên bioyê û şûngeha profîlê.
Bikaranîna wêneyên stok
Bikaranîna navekî ku Standardên me yên Civakê bin pê dike.
Beriya ku em li ser Facebookê ji hin cure çalakîyên wekî sînordarkirina demkî ya profîl an jî hesabên te bigire heta neçalakkirina mayînde pêk bînin em dê zêdetir agahiyan bixwazin:
Dîroka xelet a jidayîkbûnê pêşkêş dike
Navekî cudatir ji navê xwe rastîn ê ku tu di jiyana rojane de p^de têyî nasîn bi kar bînî
Tekane hesabekê saz bikî ku zêdetir kesan temsîl dike an jî ji aliyê zêdetir kesan ve tê bikaranîn
Gelek hesabên Facebookê saz bikî an jî bi rêve bibî
Hesabekî wisa saz bike ku heyîneke ne însanî ya wekî karsazî, heywaneke malê an jî karaktereke xeyalî temsîl dike
Di rewşa bêtevgeriya demdirêj de profîlên vala biparêzê
Hesabên heyran, hîcîv û parodîyê
Em destûrê didin hesabên ku ji bo hest, mîzah, parodî, hîcîv, rexne, şirove û fikirên heyranan hatine terxankirin. Divê hesab bi awayekî zelal rewşa xwe ya nefermî di herî kêm de bi navê hesabî û bi awayekî îdeal jî li cihekî din ê profîlê nîşan bide, wekî li wêneyê profîlê an jî biyografîyê (bo mînak bi tevlêbûna "rûpela heyranan" li nav/havî). Dibe ku hesabên ku xwezaya xwe ya nefermî bi zelalî aşkere nekin, bên sînordarkirin an jî rakirin.