Tazîtî û Çalakîya Cinsî ya Temenmezinan
Hûrgilîyên polîtîkayê
QEYDÊ BIGUHERÎNE
Îro
28ê Tbxa 2025an
26ê Hzra 2025an
14ê Glna 2025an
17ê Îlna 2024an
29ê Tbxa 2024an
25ê Trma 2024an
1ê Glna 2024an
29ê Sbta 2024an
29ê Îlna 2022an
28ê Nsna 2022an
23ê Brfa 2021an
24ê Mjda 2021an
26ê Tbxa 2021an
19ê Mjda 2020an
20ê Adra 2019an
15ê Cota 2018an
27ê Trma 2018an
29ê Hzra 2018an
25ê Glna 2018an
Bingehên Polîtîkayê
Em nîşandana tazîtî an jî çalakîya cinsî sînordar dikin ji ber ku dibe ku hinek kesên di nav civaka me de, bi taybetî jî ji ber paşxaneya xwe ya çandî an jî temenê xwe, li hemberî naverokên wisa hesas bin.
Em fehm dikin ku mirov dikarin tazîtîyê ji bo gelek sedemên cuda parve bikin, wekî şêweyeke îtirazê, ji bo bilindkirina hişyarîya derbarê sedemekê, an jî ji bo sedemên perwerdeyî an jî tibî. Di demên guncan û rewşên ku niyet tê de zelal in em ji bo naverokê toleransê pêşkêş dikin. Bo mînak, em dîmenên memikên jinan ên ku tê de sermemik hene sînordar dikin, lê gava ku dîmen kiryarên îtirazê, jinên ku şîr didin zarokên xwe û wêneyên şûnbirînên piştî emelîyata memikan nîşan bidin, wê demê em destûrê didin (carinan bi ekrana hişyarîyê û sînordarkirinên temenî tên etîketkirin). Herwisa em destûrê didin hunera dinyaya rastîn jî ku tazîbûnê wekî resim, wêneyên peykeran teswîr dike, hwd. (carinan bi ekrana hişyarîyê û sînordariyên li gorî temenî tên etîketkirin). Em amade ne ku dîmenên cinsî rakin da ku rê li ber parvekirina naveroka nerizayî an jî jêrtemenî bigirin.
Di bin vê polîtîkayê de, em wêne û vîdyoyên rastîn ên tazîtî û çalakiya cinsî, wêneyên tazîtî û çalakiya cinsî ya ji alîyê HÇyê an jî ji komputerê ve hatine çêkirin, û wêneyên dîjîtal ji holê radikin, bêyî ku ew "fotorealîst" xuya bike (wekî ku, ew mîna kesekî rastîn xuya bike). Wekî ku li jor hate destnîşankirin, em di heman demê de cih didin hunera cîhana rastîn û hin naverokên bijîşkî, perwerdehî û hişyarkirinê û ev di polîtîkayê de bi hûrgilî hatine destnîşankirin.
Naveroka têkildarî tazîtîya zarokan di Standardên Me yên Civakê yên li ser Îstîsmara Cinsî, Îstîsmar û Tazîtîya Zarokan de hatiye destnîşankirin.
Em ji bo naverokên jêrîn destûrê nadin hemû bikarhêneran:
Tazîtiya Temenmezinan
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal ên tazîtiya temenmezinan, heke van teswîr dikin:
- Xuyabariya organên cinsî (digel rewşên ku bi berzikê an jî nixumandinên dijîtal hatibine veşartin jî)
- Xuyabariya anûsan û/an jî girtina nêzîk a kemaxan
- Xuyabariya serê memikên jinan ji bilî peywenda şîrmijandinê an jî çalakiyên protestokirinê
- Vîdyoyên fotorealîstîk/dijîtal ên ku bala wan li ser navran, pêsîr û kemaxên jinan e ku bêyî hayê kesê(n) ku têde tên teswîrkirin hatine qeydkirin
- Ji bîr neke ku bi hin sînordarkirinan re, dibe ku em di hin peywendên zêdek ên taybet wekî tib an jî tenduristiyê de destûrê bidin teswîrên tazîtiya temenmezinan. Di beşên jêrîn de bi awayekî hûrgilîtir li ser vê mijarê tê sekinînin.
Çalakiya Cinsî ya Temenmezinan
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal ên çalakiya cinsî ya temenmezinan, ku tê de ev hebin:
- Çalakî an jî teşwîqa cinsî ya aşkere:
- Çalakîya cinsî an jî seksa oral ya eşkere wekî ku dev an jî organên cinsî yên kesekî têkeve an jî temasî organên cinsî an jî anusa kesekî din bike an jî organên cinsî li ser pêlîstikeke seksê bê bicihkirin an jî bê têrakirin, dema ku herî kêm organên cinsî an jî anusa kesekî xuyabar be
- Teşwîqa aşkere ya vajîna an jî anûsa kesekî, wekî teşwîqa vajîna an jî anûs an jî têrakirina nesneyên wekî pêlîstokên seksê li vajîna an jî anûsa kesekî ku têraçûna vajîna û anûsê rastrast xuya dike.
- Çalakî an jî pêxweşiya cinsî ya veşartî:
- Çalakîya cinsî an jî seksa oral ya îmakirî ku dev an jî endamên mehrem ên kesekî têk de diçin an jî di vajîna an jî anûsa kesekî re diçe, ku endamên mehrem an jî anûs û/an jî têraçûn an/jî kontakt rasterast xuya nake.
- Pêşxweşiya îmakirî ya vajîna an jî anûsa kesekî an jî organên cinsî yên ku li ser pêlîstikeke seksê hatine bicihkirin an jî lê tê rakirin wekî di pêxweşiyê de hatiye nîşandan, têrakirina pêlîstokên seksê li vajîna an jî anûs an jî têrakirina pêlîstokên seksê li vajîna an jî anûsa kesekî ku pêxweşî, bicihkirin û/an jî têraçûna vajîna û anûsê rasterast xuya dike.
- Çalakiya cinsî ya nêz ku bi pozisyonên îmakar diyar dibe ku hindik maye di navbera dest, dev an jî organên cinsî yê kesekî û organên cinsî an jî anusa kesekî din de temas dest pê bike.
- Çalakî an jî pêxweşiyên din ên cinsî:
- Ereksîyon
- Hebûna berhemên kêlekê yên çalakîya cinsî
- Pêlîstokên seksê yên ku li ser an jî li nav devî hatine bicihkirin
- Teşwîqa memikên tazî yên mirovan.
- Guwaştina pêsîrên jinan, wekî hereketeke bi tiliyan tê pênasekirin ku bi awayekî berbiçav li ser memikan hem guhertinên nîşane hem jî yên şikilî pêk tîne. Em di peywanda şîrmijandinên de destûrê didin guwaştina memikan.
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal an jî hunera dinyaya rastîn ên fetîşa ku tiştên jêrîn dihewîne teswîr dike:
- Çalakiyên ku muhtemelen dikarin bibin sedema mirina mirov an jî heywanekî.
- Parçekirina bedenî
- Mirovxwerî
- Pîsatî, mîz, tif, lîçik, xwîna heyzê an jî verişîn
- Hovitî
- Ensest
- BDSM (bengîtî û dîsîplîn, serdestî û bindestî, sadîzm û masoşîzm), bi tenê dema ku nîşaneyên cinsî jî hebin
- Dîmenên fotorealîstîk ên çalakîya cinsî an jî xweşîanînê dema ku di çarçoveya tibbê an jî tenduristiyê de bên parvekirin
- Dengê zêdekirî yê çalakîya cinsî
- Ji bîr neke ku bi hin sînordarkirinan re, dibe ku em di hin peywendên taybet ên wekî tibb an jî tenduristiyê de destûrê bidin teswîrên çalakiya cinsî. Di beşên jêrîn de bi awayekî hûrgilîtir li ser vê mijarê tê sekinînin.
Ji bo naverokên jêrîn, em rayeya dîtina naverokê bi bikarhênerên 18 salî û mezintir ve sînordar dikin û etîketekê lê zêde dikin da mirov bizanin ku dibe naverok hesas be:
- Dîmenên dijîtal û hunera dinyaya rastîn ên çalakî an jî pêxweşiya cinsî ya eşkere ku di peywenda tibê an jî tenduristiyê de têne parvekirin
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal û hunera dinyaya rastîn ên çalakî an jî pêxweşiya cinsî ya veşartî an jî bi awayekî din ku di peywenda tibê an jî tenduristiyê de bê parvekirin
- Di çarçoveya emeliyata guherandina zayendê de dîmenên fotorealîstîk/dijîtal û hunera dinyaya rastîn ên organên cinsî yên xuyabar, anusên xuyabar, kemaxên xuyabar an jî dîmenên nêzîk ên sermemikên jinan
- Hunera dinyaya rastîn a organên cinsî yên xuyabar (digel organên cinsî yên ku bi nixumandin an jî veşartinên dijîtal û organên cinsî yên ku tenê bi berzikê ve hatine nixumandin), anusên xuyabar, wênegirtinên nêzîkkirî yên kemaxên xuyabar an jî serê memikên jinan, dema ku tazîtî xala sereke ya wêneyê be û ne di peywenda tibbê an jî tenduristiyê de be
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal ên organên cinsî yên xuyabar, (digel organên cinsî yên ku bi nixumandinên dijîtal an jî veşartinê û organên cinsî yên ku bi pûrta berzikê ve hatine nixumandin) wênegirtinên nêzîk ên kemaxên xuyabar, anusên xuyabar an jî serê memikên jinan ên xuybar dema ku di peywenda xela, qirkirin, sûcên şer an jî sûcên li dijî mirovahiyê de tên parvekirin
Ji bo naveroka di rêzê de, em şiyana dîtina vê naverokê bi mezinên 18 salî û mezintiran ve sînordar dikin:
- Dîmenên wênerastîn/dîjîtal yên ku hema hema tazîtîyê nîşan didin, wekî tazîtîya ku tenê bi tebeqeyeke dîjîtal an jî tiştekî neşefaf hatiye nixumandin û hin mînakên tazîtîyê ku bi cilên şefaf hatine nixumandin
- Dîmenê wênerastîn/dîjîtal ên kesên ku bi rûv, kemax û an jî sîng(ên) jinan xala sereke ya dîmenê ne
- Dîmenên wênerastîn/dijîtal û hunera dinyaya rastîn ên çalakî an jî pêxweşiya cinsî ya eşkere, veşartî an jî bi awayekî din dema ku bi tenê şikil an jî konturên bedenê xuyabar in
- Hûnera cîhana rastîn, gava ku
- Dimenên ku çalakiyên cinsî an jî pêxweşîyên nixumandî, eşkere an jî bi awayekî din teswîr dikin ji bilî ku di çarçoveya tibê an jî tenduristiyê de bê weşandin
- Dîmenên ku hovitîyê teswîr dikin, bi şertê ku bi awayê nêtar an jî şermezarkirinê be û mirov an jî heywanên hatine teswîrkirin ne rastîn bin.
- Dîmenên wênerastîn ên xeyalî yên tên nasîn ku çalakî an jî pêxweşiyên cinsî yên veşartî an jî din teswîr dike
- Teswîrên dîmenên wênerastîn/dijîtal û hunera dinyaya rastîn:
- Çalakiyên têkildarî seksê yên wekî maçîkirina bi zimanê xuya û dansa seksî an jî erotîk
- Kesên ku çalakiya cinsî teqlîd dikin
- Tevgerên ku organên cinsî, masturbasyon, seksa oral an jî têkiliya cinsî îfade dikin
- Logo, wêneyên ekranê an jî vîdyoklîpên malperên webê yên pornografîk ên navdar
- Naveroka ku têde dengê aîdî çalakiya cinsî heye
Ji bo naveroka di rêzê de, em etîketekê li ser zêde dikin da mirov jê haydar bin ku ew naverokeke hesas e:
- Teswîrên dîmenên wênerastîn/ dijîtal û hunera dinyaya rastîn:
- Organên cinsî (digel organên cinsî yên ku bi nixumandin an jî veşartinên dijîtal û organên cinsî yên ku bi berzikê hatine nixumandin) yên xuyabar, wênegirtinên nêzîk ên kemaxên xuyabar an jî anusên xuyabar, dema ku di peywenda tibê an jî tenduristiyê de tên parvekirin. Bo mînak, dibe ku tê de ev hebin:
- Zarokanîn an jî kêliyên piştî zarokanînê:
- Xwe bi xwe miayenekirina ji bo kansêr an jî nexweşîyeke din
- Xuyabariya serê memikên jinan dema ku di peywenda tibbê an jî tenduristiyê de tên parvekirin (digel deqên kesên ji mastektomî an jî kansêrê xelas bûne)
Ji bo sepandina Standardên Civakê yên jêrîn, em agahî û/an jî peywenda zêdetir dixwazin:
- Hin caran gava hatibe dîyarkirin ku naverok hîcîvî ye, em dê destûrê bidin naverokên ji bo kesên 18 salî û mezintir ve hatine etîketkitin ku ew dikarin di halê asayî de Standardên Civakê bin pê bikin. Tenê heke hêmanên binpêker ên naverokên hîcîvî bin an jî bi tiştek an jî kesekî wisa girêdayî bin ji bo henekpêkirin an jî rexnekirina wan, dê destûra naverokê bê dayîn.
Tecrûbeyên bikarhêneran
Li hinek mînakan binêre da bibînî ka ji bo kesên li ser Facebookê sepandin çawa xuya dike, wekî: gilîkirina tiştekî ku li gor te divê li ser Facebookê nebin çawa xuya dike, an jî ji mirovî re bê gotin ku wî Standardên Civakê bin pê kirine û dîtina ekrana hişyarîyê li ser hinek naveroka taybet çawa xuya dike.
Nîşe: Em her dem pêşve diçin, lewma dibe ku tiştê tu li vir dibînî hinekê cudatir be ji yê em niha bi kar tînin.
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Gilîkirin
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ragihandina piştî gilîkirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Tecrûbeya jêbirinê
TECRÛBEYA BIKARHÊNERAN
Ekranên hişyarîyê
Dane
Rapora Sepandina Standardên Civakê ya herî dawî bibîne
Sepandin
Me li temamî cîhanê û ji bo her kesê li ser Facebookê heman polîtîka hene.
Komên nirxandinê
Koma me ya gerdûnî ya ku ji zêdetirê 15.000 nirxkeran pêk tê bi şev û roj dixebite da ku kesên li ser Facebookê ewle bike.
Têkildarîya hevparan
Pispor, akademîsyen, saziyên sivîl û rayedarên siyasî yên derve jî alîkar dibin di sazkirina Standardên Facebookê yên Civakê de.
Derbarê tazîtî û çalakîya cinsî ya temenmezinan de alîkarîyê wergire
Bizane ka tu dê çi bikî heke te li ser Facebookê tiştek dît ku li dijî Standardên me yên Civakî ye.
Serdena Navenda me ya Alîkarîyê bike