Bingehên Polîtîkayê
Ji bo dabînkirina hawirdoreke ewle û bihêzkirina derbirina azad em hesabên ku zirarê didin civakê sînordar dikin an jî radikin. Me kombînasyoneke otomatîk û manûel saz kir da ku wan hesabên ku ji bo binpêkirina her yek ji polîtîkayên me yên li seranserê berhemên me bi awayekî rijd an jî domdar tên bikaranîn sînordar bikin an jî rakin.
Ji ber ku rakirina di asta hesabê de kiryareke dijwar e, her gava pêkan, em dixwazin şansekî bidin civaka xwe ku rêzikên me bizanin û Standardên me yên Civakê bişopînin. Wekî mînak, her dema ku em naverokekê radikin agahdariyek tê şandin û gelek caran jî em ji kesan re derbarê şêweya binpêkinê û sînordariyên ku tên sepandin de agahiyan pêşkêş dikin. Astengkirina hesabê jî têde, cizakirin wisa hatine sêwirandin ku li gor dijwarîya binpêkirinê û rîska zirarê ya ji bo civaka me bêne eyarkirin. Digel hişyarî û astengdarîyên dubareyî, binpêkirinên berdewam an jî binpêkirinên ku xwedan rîskên dijwar ên selametîyê ne, dê bibine sedemê astangkirina hesabekê.
Di Navenda Şefafîyê de derbarê de zêdetir bizane ka Meta çawa polîtîkayên xwe disepîne û hesaban çawa sînordar dike. Em dikarin di van rewşên jêrîn de hesaban, heyînên din (Rûpel, kom, çalakî) an jî sazîyên karsaziyê (Birêvebirên Karsaziyan, hesabên reklaman) sînordar bikin an jî asteng bikin:
Binpêkirina Stadardên me yên Civakê yên xwedî zirarên zêde, digel wan rewşên ku me ji ber rîska nêz a têkildarî ewlehiya şexsî an jî giştî ji hêzên ewlehîyê re ragihandine
Binpêkirina Stadardên me yên Civakê yên xwedî her yek ji zirarên ku divê ji ber rîska nêz a têkildarî ewlehiya şexsî an jî giştî ji hêzên ewlehîyê re bên ragihandin
Binpêkirina Standardên me yên Reklamkirinê yên ku têde zirarên ticarî yên xapîner an jî xeternak hene
Bi berdewamî binpêkirina Standardên me yên Civakê bi rêya weşandina naverokên binpêker û/an jî birêvebirina sazî an jî sazîyên ticarî yên binpêker
Bi berdewamî binpêkirina Standardên me yên Reklamkirinê
Çalakî an jî reftareke ku bi awayekî aşkere armanceke binpêker nîşan dide
Em dikarin di van rewşên jêrîn de hesaban, heyînên din (Rûpel, kom, çalakî) an jî heyînên karsaziyê (Birêvebirên Karsaziyan, hesabên reklaman) sînordar bikin an jî asteng bikin:
Xwedîtiya heman kes an jî sazîya ku hesabê wan berê hatiye nastengkirin
Yên ku ji bo xwevedizîna ji rakirineke berê ya sazî an jî hesabê hatine sazkirina an jî ji nû ve hatine armanckirin, digel yên ku bi hesab an jî sazîyên berê hatine rakirin re xwedî milkiyet û naverokeke hevpar tên hesibandin
Yên ku ji bo têkilîdanîna bi bikarhênerekî ku hesabekî wî hatiye astengkirin hatine sazkirin
Yan jî hatiye sazkirin da ku xwe ji kiryarên me yên sepandinê an jî pêvajoyên me yên nirxandinê vedize
Em dikarin li gorî van rewşên jêrîn hesaban, sazîyên din (Rûpel, kom, çalakî) an jî sazîyên karsaziyê (Birêvebirên Karsaziyan, hesabên reklaman) sînordar bikin an jî asteng bikin:
Yên ku bi hesaban an jî sazîyên din yên ku polîtîkayên me bin pê dikin an jî xwe jê vedidizin re xwedî têkiliyeke nêzîk in
Bi toreke hesaban an jî sazîyên din yên ku polîtîkayên me bi berdewamî an jî aşkere bin pê dikin re di nava kordînasyonê de ne
Çalakî an jî reftarên ku bi awayekî aşkere bi rêya toreke hesaban armanca xwe ya binpêkirinê nîşan didin
Em dê bixebitin ku di van rewşên jêrîn de hesaban an jî sazîyên din (Rûpel, kom, çalakî) an jî heyînên karsaziyê (Birêvebirên Karsaziyan, hesabên reklaman) yên ku dikarin li ser platforma me çalakîyên derveyî platformê pêk bînin sînordar bikin an jî asteng bikin:
Yên aîdî sûcdarekî mehkûmê çalakiya cinsî ne ku ji ber sûcên çalakiyên xwe yên cinsî yên têkildarî zarok an jî temenmezinan hikûm xwarine
Çalakiyên aîdî Sazîyeke Diyarkirî an jî li ser navê wê tê birêvebirin
Yên ku ji ber qanûnan ji wergirtina berhem, xizmet an jî nivîsbarîyên me hatibin qedexekirin.
Di senaryoyên jêrîn de, em dikarin ji bo tesbîtkirina milkiyet û/an jî çalakîyên destûrgirtî derbarê hesabekî de daxwaza agahiyên zêdek bikin:
Hesabên bidestxistî
Bi rêyên otomatîk sazkirin an jî bikaranîna hesabekî an jî sazîyeke din, wekî sazkirina nivîsekê (heta ku sazkirina nivîstekê bi rêyên destûrgirtî pêk neyê û bi awayekî din polîtîkayên me bin pê neke)
Hesabên vala ên ku demeke dirêj e bêdeng in.