Standardên Civakê
Destpêk
Ev standard li ser paşragihandina ji mirovan û pêşniyazên ji pisporên qadên wekî teknolojî, ewlehîya giştî û mafên mirovan ava dibin. Ji bo em jê bawer bin ku gotina her kesê bi qedr e, em pir baldar in ku standardên wisa saz bikin ku têde cihê hemû nêrîn û bawerîyan heye, bi taybetî jî yê kes û civakên ku dê biçûk bihatana dîtin an jî bihata kenarîkirin.
Mirov her roj Facebook, Instagram, Messenger û Threadsê bi kar tînin da ku tecrûbeyên xwe parve bikin, li gel heval û malbatê têkilîyê danin û civakan ava bikin. Ew xizmetek e ji bo mîlyaran kesan ku di navbera welat û çandên cuda de bi komeke zimanan ve xwe bi azadane îfade bikin.
Meta qebûl dike ka ji bo Facebook, Instagram, Messenger and Threadsê çi qas giring e ku ew bibin cihên wisa ku mirov ji bo ragihandinê xwe bi hêz bibînin, û em erka xwe cîdî dibînin ku rê li ber xerabbikaranîna xizmetan bigirin. Ji ber vê yekê me standard ava kirin ka li ser van xizmetan destûra çi heye û ya çi tune ye.
Ji kerema xwe ji bîr neke ku guhertoya Ingilîzîya DY ya Standardên Civakê koma polîtîkayên herî dawî hatine venûkirşin nîşan dide û divê wekî belgeya sereke bê bikaranîn.
Dilsozîya me ya bi gotinê
Armanca Standardên me yên Civakê avakirina cihekî wisa ku ji bo îfadekirinê û axaftinê mafî bide mirovan. Meta dixwaze mirov bikarin bi rêya şiroveyên nivîskî, wêne, muzîkê an jî bi navgînên hunerî derbarê mijarên ji bo giring bi rihetî baxivin, herçend hinek kes wan nepejirînin an jî wan qebûl nekin jî. Heke ew hêjayî nûçeyan be û li gor berjewendîyên civakê be, em hin caran destûrê didin naveroka ku di halê asayî de li dijî standardên me ye. Tenê piştî ku me berjewendîyên giştî yên li hemberî rîska zirarê nirxandin em vê yekê pêk tinin, û di wan darazan de em li standardên mafên mirovan ên navneteweyî dinêrin. Dema ku peywenda zêde destûre dide me ku em bi awayekî maqûl fehm bikin ku naverok li dijî standadên me ye, dibe ku em naveroka ku zimanekî nedîyar an jî veşartî bi kar tîne rakin.
Dilsozîya me ya bo îfadekirinê di asta herî bilind de ye, lê em qebûl dikin ku înternet rê dide fersendên nû û zêde yên xerabikaranînê. Ji ber van sedeman, dema ku em îfadekirinê sînordar dikin, ew wê yekê ji bo xatira yek an jî zêdetir nirxên di rêzê de dikin:
PÊBAWERÎ
Em dixwazin jê bawer bin ku naveroka ku mirov dibînîn pêbawer in. Li gor me pêbawerî ji bo parvekirinê derdoreke baştir saz dike û lewra em naxwazin ku kesên xizmetên me bi kar tînin xwe û kirinên xwe xerab nîşan bidin.
SELAMETÎ
Em sozdar in ku Facebook, Instagram, Messenger û Threadsê bikin cihên bi selamet. Em wê naverokê radikin ya ku rîska zirara fîzîkî a ewlehîya mirovan zêde dike. Naveroka ku gefan li mirovan dike xwedîyê potansîyela tirsandin, vederkirin an jî bêdengkirina kesên din e û li ser xizmetên me destûra wê tune ye.
MEHREMÎYET
Em sozdar in ku mehremîyet û agahîyên mirovan biparêzin. Mahremîyet azadîyê dide mirovan ku wekî xwe bin, bikarin rê û dema parvekirina li ser xizmetên me hilbijêrin û bi hêsantir girêdanî sazbikin.
RÛMET
Li gor me rûmet û mafên her mirovan wekî hev in. Em hêvî dikin ku her kes dê rêzê li rûmeta kesên din bigire û destdirêjîya wan nake an jî wan biçûk nabîne.
Standardên Civakê
Standardên me yên Civakê ji bo her kesê li her dêrê cîhanê ye û ji bo her cure naverokê derbasdar in, naveroka Hişê Çêkirî jî têde.
Her qismekî Standardên me yên Civake bi "Binasîya Polîtîkayê" dest pê dike ku armancên polîtîkaya ku ji aliyê her rêza polîtîkayê ve tê şopandin dîyar dike:
Naveroka ku destûra wê nayê dayîn; û
Naveroka ku ji bo sepandinê agahî an jî peywenda zêde dixwaze, naveroka ku bi ekraneke hişyarîyê destûra wê tê dayîn an jî naveroka ku destûra wê tê dayîn lê tenê ji aliyê kesên 18 salî an jî mezintir ve tê dîtin.