Alîkarîya Bo Nûciwanan Ku Naverokên Li Gorî Temenê Xwe Bibînin
VENÛKIRÎ 13ê GLNA 2026AN
Em dixwazin ku nûciwan li ser Facebook û Instagramê xwedî tecribeyên ewle û erênî bin û em dixwazin alîkariya wan bikin ku ew eleqedarîyên xwe keşf bikin di heman demê de naverokên li gorî temenê xwe jî bibînin.
Ji bo ku nûciwan naverokên neguncan nebînin, em sê rêbazên bingehîn bi kar tînin: rakirina bi temamî ya naverokên ku rêzikên me binpê dikin, veşartina hin cure naverokên ji bo mezinan an jî naverokên hesas ji nûciwanan û cibicîkirina rêzikên rijd li ser naverokên ku em pêşniyaz dikin.
Em bi berdewamî nêzîkatiya xwe bi pêş dixin da jê piştrast bibin ku em ji nûciwanan re tecrûbeyeke ewle û li gorî temenê wan dabîn bikin û lêkolîn û şîretên pisporan ên herî baş bînin ba hev da ku dilê dêûbavan rihet bikin. Herwisa me xwest ku em zêdetir bi standardeke serbixwe ya ku jixwe nêzî malbatan e re hevaheng bibin, ji ber vê yekê me rêbernameyên xwe yên li gorî temenan - rêzikên ku diyar dikin ka em kîjan naverokan ji nûciwanan veşêrin û xwe ji pêşniyazkirina wan dûr bigirin - li hemberî krîterên pilekirinên fîlman yên ji bo temenên 13+ û paşragihandina dêûbavan. Ev tê vê wateyê ku armanca me ya ji bo nûciwanan ew e ku wekî eyara eslî, ew li ser Instagram û Facebookê naverokan wekî wan bibînin ku di fîlmên li gorî temenê xwe de dibînin.
Çawa dibe ku tu di fîlmekî li gorî kesên 13 salî û mezintir de naverokên teşwîqker bibînî yan jî çêrên tûj bibihîzî, carinan nûciwan jî dikarin li ser Instagramê an jî Facebookê li rastî tiştekî wisa bên, lêbelê heta ku pêkan be, çi ji destên me bê em dê bikin da ku rewşên wisa kêmtir bikin. Em baş dizanin ku ti sîstem bêkêmasî nînin û em bi biryar in ku xwe bi demê re baştir bikin.
Di navbera medyaya civakî û fîlman de gelek cudahî hene. Me di venûkirina eyarên xwe yên naverokê de hevkarî bi MPAyê re nekiriye û ew li ser Instagramê an jî Facebookê ti naverokan nanirxînin û ew bi ti awayî eyarên me yên naverokan pesend nakin an jî napejirînin. Li şûna wê, me îlhama xwe ji rêbernameyên giştî yên MPAyê wergirt ku ji xwe ji dêûbavan re naskirî ne, herwisa me îlham ji paşragihandinên dêûbavan jî wergirt. Pergalên me yên çavdêrîkirina naverokan ne wekî paneleke pîlekirina fîlman in, ji ber vê yekê dibe ku tecrûbe ne bi temamî wekî wê be.
Tebeqeyên Pirhejmar ên Parastinê
Ji bo her kesî: Em naverokên ku Standardên me yên Civakê binpê dikin radikin.
Herwiha, ji bo naverokên ku me pêşkêş kirine standardên me yên bilindtir hene.
❌ Naverokên ku Em Radikin
Standardên me yên Civakê wan cureyên naverokê destnîşan dikin yên ku em li ser Facebook û Instagramê destûra wan nadin.
Gava ku em jê haydar bibin, em vê naverokê bi temamî ji bo her kesî - nûciwan jî têde - radikin.
Dema ku em naveroka ku van rêzikan binpê dike radikin, dibe ku em hişyarîyekê bidin hesabê ku naverok parve kiriye û em hesabên ku gelek caran an jî bi dijwarî polîtîkayên me binpê dikin asê dikin. Ev polîtîka ji bo parastina her kesê, nûciwan jî tê de, di civaka me de hatine sêwirandin.
Cureyên naverokê yên ku em bi temamî radikin ev in, lê bi wan ne sînordarkirî ne:
Xerabkarî û Îstixlal
Em destûrê nadin naveroka ku dikare xirabiyê li mirovan bike an jî wan îstixlal bike, wekî şandîyên ku çalakiya cinsî ya nerizayî teşwîq dikin, an jî parvekirin an jî daxwazkirina materyalên xirabkariya li zarokan.
Bo mînak, em van radikin:
❌ Şandîyeke ku laşfiroșiyê pêşkêş dike an jî ji kesekî daxwaz dike ku jê re dîmenên pornografiyê bişîne.
❌ Wêneyê kesekî ku di kiryareke întîm an jî cinsî de be û bêyî destûra wî hatibe parvekirin.
❌ Şandîyeke ku materyalên xerabkariya cinsî ya zarokan an jî wêneyên zarokên tazî pêşkêş dike an jî daxwaza wan dike.Xwekuştin, Xwe-Birîndarkirin û Bêserûberîyên Xwarinê
Em destûrê nadin naveroka ku xwekuştin, xwe-birîndarkirin an jî bêserûberîyên xwarinê teşwîq dike, pesnê wan dide an jî danasîna wan dike û di heman demê de cih dide mirovan ku li ser tecrûbeyên xwe biaxivin û li piştevanîyê bigerin. Bo mînak, em van radikin:
❌ Şandîyeke ku bi erênî li ser xwekuştin, xwe-birîndarkirin, an jî bêserûberîyên xwarinê biaxive.
❌ Çîrokeke ku dîmenên xwe-birîndarkirinê nîşan dide.
❌ Şiroveyeke ku ji ber bêserûberîya xwarinê tinazên xwe bi kesekî dike.
Reftara Nefretbar, Tadekirin û Destdirêjî
Em destûrê nadin naveroka ku dikare hawîrdoreke tirsê an jî dûrxistinê saz bike, tadekirin û destdirêjî jî têde. Bo mînak, em van radikin:
❌ Şandîyeke ku li ser bingeha nijad, ol, etnîsîte, nasnameya zayendî, an jî meyla cinsî li dijî mirovan gotarên biçûkxistinê dike.
❌ Şiroveyeke ku tinazên xwe bi mexdûrê destdirêjiya cinsî dike.
❌ Peyameke ku gefa belavkirina agahîyên şexsî yên naskirinê (wekî jimareya pasaportê) an jî teşwîqkirina destdirêjiya li kesekî dike.
Berhem û Xizmetên Qedexekirî
Em li ser platformên xwe destûrê nadin kirîn, firotin, an jî bazirganiya hin mal û xizmetên qedexekirî.
Di heman demê de em rê nadin ku mirov danasîna hin cureyên madeyan bikin an jî talîmatên li ser bikaranîna wan dabîn bikin.
Bo mînak, em van radikin:
❌ Çîrokeke ku kirîn, firotin, an jî bazirganiya dermanên curbicur pêşkêş dike.
❌ Şandîyeke ku dixwaze tûtin, nîkotîn, an jî alkolê bikire, bifroşe, an jî bazirganiya wan bike
❌ Şiroveyeke ku parçeyên çekan yên 3D pêşkêş dike.
Em ji bo karsaziyên meşrû yên ku bi qanûnî hin celeb berhemên sînordarkirî pêşkêş dikin, hin îstîsnayan dikin.
Naveroka Hesas û Gefker
Em destûrê nadin naveroka hesas ya radîkal, an jî naveroka ku dibe ku gefê li ser selametîya şexsî bike, wekî gefên tundîya li dijî mirovan. Bo mînak, em van radikin:
❌ Şandîyeke ku gefa kuştinê an jî revandinê li kesekî din dike, an jî kesên din teşwîq dike ku tundîyê bikin.
❌ Vîdyoyeke hesas ku seqetbûn an jî şewitîna giran a kesekî nîşan dide.
Em ji bo naverokên hesas ên di çarçoveyên bijîşkî de an jî dema ku ji bo bilindkirina hişyarîyê têne parvekirin hin îstîsnayan çêdikin. Li cihê ku em destûrê didin naverokên hesas, em bi gelemperî wan bi ekraneke hişyariyê diniximînin da berî ku mirov lê bitikînin, bizanin ku ew naverok dibe ku hesas be.
Tazîtî, Çalakiya Cinsî, û Zimanê Cinsî yê Eşkere
Em nîşandana tazîtî an jî çalakiyên cinsî û herwiha zimanê cinsî yê eşkere sînordar dikin.
Bo mînak, em van radikin:
❌ Dîmen û vîdyoyên ku têde tazîtî an jî çalakiya cinsî ya eşkere heye, yên ku ji alîyê Hişmendiya Çêkirî (HÇ) ve hatine çêkirin jî têde.
❌ Çîrokeke ku çalakiyên cinsî bi awayekî eşkere an jî bi hûrgilî vedibêje (eger ne henek an jî satîrîk be).
Em fehm dikin ku mirov dikarin tazîtîyê ji bo gelek sedemên cuda parve bikin, wekî şêweyeke îtirazê, ji bo bilindkirina hişyarîya derbarê sedemekê, an jî ji bo sedemên perwerdeyî an jî bijîşkî. Di demên guncan de û rewşên ku niyet têde zelal in em destûrê didin vê naverokê.
Ji bo hûrgilîyên temam ên li ser naverokên ku em radikin
, li Standardên me yên Civakê binêre.
🛡️ Naverokên ku Em Xwe Ji Pêşniyazkirina Wan Dûr Digirin
Em li cihên weke Reels an jî Keşf Bike ya Instagramê an jî Risteya Facebookê pêşniyazan dikin da ji mirovan re bibin alîkar ku naverokên nû yên ku pê re eleqedar dibin keşf bikin.
Rêbernameyên me yên têkildarî cureyên naverokê yên dikarin bêne pêşniyazkirin hene û heke naverok ji bo rakirinê têra xwe ne dijwar be jî, em xwe ji pêşniyazên ku dikarin kêmkalîte, dijber, an jî bi taybet hesas bin dûr dixin.
Em vê yekê dikin ji ber ku li gorî me, dema ku naverokên ji hesabên ku mirovan nehilbijartine bişopînin nîşanî wan bidin, divê standardên xurttir hebin.
⚠️ Naverokên Zêdek yên ku Em ji Nûciwanan Vedişêrin
Nûciwan: Em ji bo nûciwanên ji 18 saliyê biçûktir parastina zêdek pêşkêş dikin.
Ji bilî wan naverokên ku em ji bo her kesî radikin, em zêdetir naverokan vedişêrin û herwisa em xwe ji wê yekê dûr digirin ku naverokên ku dikarin ji mezinan re bên pêşkêşkirin ji nûciwanan re jî bên pêşniyazkirin. Armanca me ew e ku wekî eyara eslî, nûciwan li ser Instagram û Facebookê naverokên wekî wan bibînin ku ew ku di fîlmên li gorî temenê xwe de dibînin. Nûciwan bi destûra dêûbavên xwe dikarin bi tenê xwe bigihînin eyareke sêyem û vezelbartir ku wekî "Zêdetir Naverok" tê binavkirin. Li ser Instagramê, nûciwan an jî dêûbavên wan dikarin eyareke sînordartir a bi navê Naveroka Sînordar jî hilbijêrin.
13+ (eyara eslî): Eyara naveroka 13+ îlhama xwe ji krîterên pilekirina fîlmên ji bo temenên 13+ û paşragihandinên dêûbavan wergirtiye û ji bo nûciwanan wekî eyara eslî hatiye çalakkirin. Em bi pisporên nûciwanan yên li seranserî cîhanê re xebitîne da em baştir fahm bikin ka çi cure naverok ji bo temenmezinan guncan in, lê ji bo nûciwanên ku temenê wan di bin 18 salîyê de ye neguncan in û me ev rêbernameyên li gorî temenî li hemberî pilekirinên fîlman yên ji bo temenên 13+ nirxandin. Di vê eyarê de, ji bilî wan naverokên ku me ji her kesî re rakirine, em dê naverokên zêdek ji nûciwanan veşêrin.
Li ser Facebookê, eyara 13+ û tedbîrên parastinê yên têkildarî wê qonax bi qonax têne sepandin. Eyara naveroka 13+ dê mijûldarîyên nûciwanan ên bi profîl û Rûpelên ku bi giranî naverokên ne li gorî temenê wan parve dikin sînordar bike. Ev tê wê wateyê ku, tevî ku gihîştina temenmezinan bo naverokê heye, nûciwan dê nekarin wê bibînin an jî pê re mijûl bibin, heta, heke ew ji alîyê hesabekî ku wê di Riste an jî Çîroka xwe de dişopînin ve bê parvekirin jî. Herwisa, em dê nehêlin ku nûciwan bikarin wan hesabên ku naverokên ne li gorî temenê nûciwanan parve dikin, keşf bikin, bişopînin û bi wan hesaban re têkevin pêwendiyê.
Li vir bitikîne da ku tu hin ji wan cureyên naverokên ku em dê di vê eyara standard de ji bo nûciwanan veşêrin bibînî.
Xwekuştin, Xwe-birîndarkirin û Bêserûberîyên Xwarinê
Em hin naverokên derbarê xwekuştin û xwe-birîndarkirinê de vedişêrin da ku nûciwanan ji materyalên dibe ku tengavker an jî hesas bin biparêzin.
Bo mînak, em dê van li gorî temen sînordar bikin:
⚠️ Şandîyeke ku têde kesek behsa tecrubeyên xwe yên şexsî yên xwekuştin, xwe-birîndarkirin an jî bêserûberîya xwarinê dike, ji bilî ku di çarçoveya başbûnê de bin.
⚠️ Wêne an jî vîdyoyeke ku kesên li nexweşxaneyekê bi otenazî an jî xwekuştina bialîkar re mijûl in nîşan dide.
⚠️ Çîrokeke ku kesek têde behsa reftara xwe ya zeîfbûna zêde dike.
Berhem û Xizmetên Qedexekirî
Em naveroka ku dikare bandorê li nûciwanan bike da ku beşdarî çalakiyên ku dibe zirardar bin ji wan vedişêrin.
Bo mînak, em dê van li gorî temen sînordar bikin:
⚠️ Şandîyeke ku tûtin, berhemên nîkotînê, alkol, an jî çekan bifiroşe dema ku ji alîyê karsaziyeke meşrû û xwedî firoşgehên fîzîkî ve bê parvekirin.
⚠️ Çîrokeke ku mirovan teşwîq bike ku dermanên psîkedelîk (wekî enteojenan jî tên zanîn) an jî berhemên kenewîrê wergirin.
⚠️ Dîmenên ku têde terîfên vexwarinên alkolîk hene.
⚠️ Şandîyeke ku berhem û xizmetên zeîfbûnê difiroşe.
Naveroka Hesas û Gefker
Em piraniya wêneyên hesas û acizker ji nûciwanan vedişêrin, heke li pişt ekraneke hişyariyê ya ji bo temenmezinan em destûrê bidinê jî. Bo mînak, em dê van li gorî temen sînordar bikin:
⚠️ Wêneyê kesekî ku bi giranî şewitî ye ku em dê ji bo mezinan bi ekraneke hişyariyê biniximînin.
⚠️ Wêne an jî vîdyoyeke têkildarî êrîşa gulebarandin, hovîtî, an jî qezayên kujer yên otomobîlan.
Tazîtî, Çalakiya Cinsî, û Zimanê Cinsî yê Eşkere
Em naveroka zêdek ya ku têde bi awayekî eşkere tazîtî an jî çalakiya cinsî tune ye lêbelê dikarin wekî pêşniyaza cinsî bên hesibandin ji nûciwanan vedişêrin.
Bo mînak, em dê van li gorî temen sînordar bikin:
⚠️ Şandîyeke nêzî tazîtiyê, wekî tazîtiyê bi bergeke dîjîtal ve hatiye niximandin.
⚠️ Wêneyekî nêzîkkirî yê kemaxên kesekî.
⚠️ Çîrokeke ku bi zimanekî cinsî çalakiyên cinsî vedibêje, bikaranîna metaforên cinsî jî têde.
Ji bo hûrgilîyên temam ên li ser naverokên ku em radikin, li Standardên me yên Civakê binêre.
Heke ew li gorî krîterên pilekirina fîlmên ji bo temenên 13+ û paşragihandinên dêûbavan be jî, em dê ji pêşniyazkirina cureyên zêdetir yên naverokan jî dûr bisekinin. Piranîya naverokên ku em ji mezinan re pêşniyaz nakin jixwe bi temamî ji nûciwanan re veşartî ne, lêbelê em ji bo nûciwanan pêşdetir diçin û ji pêşniyazkirina cureyên naverokê yên zêdek dûr disekinin ên wekî wêne an jî vîdyoyên xwedî naverokên bi eşkere cinsî, gotinên kêfbar an jî tevgerên rîskbar ên wekî xweavêtina ji cihekî bilind.
Naveroka Sînordar: Li ser Instagramê ji bo dêûbavên ku kontrolên zêde tercîh dikin, me eyareke nû û zêdetir sînordar bi navê "Naveroka Sînordar" pêşkêş kir.
Dema ku eyara Naveroka Sînordar bê vekirin, ji bo ku em bikarin zêdetir naverokan ji tecribeya Hesabê Nûciwan veşêrin, em dê parzûnên xwe yên naverokan bihêztir bisepînin.
Herwisa em dê encamên Lêgerînê sînordartir bikin û şiyanên nûciwanan ên dîtin, hilanîn an jî wergirtina şiroveyên li bin şandiyan bigirin.
Zêdetir Naverok: Nûciwan dikarin bi tenê bi destûra dêûbavên xwe derbasî "Zêdetir Naverok"ê bibin û dêûbav dikarin vê destûrê tenê bi rêya çavdêriyê pêşkêş bikin.
Di vê eyarê de, nûciwan dê hêj jî ji parastinên jixweber sûdê werbigirin ku zêdetir naverokan ji nûciwanan vedişêrin li gorî temenmezinan, û heke Standardên me yên Civakê binpê bike em dê naverokê bi temamî rakin.
Lêbelê, dibe ku ji nûciwanan re hin naverokên ku divê di eyarên 13+ û Naveroka Sînordarkirî de neyên nîşandan bên pêşniyazkirin û em dê temama hesabên ku naverokên neguncan li gorî temen parve dikin veneşêrin.
Ferexetname: Di navbera medya civakî û fîlman de gelek cudahî hene. Dema ku me eyarên xwe yên naverokan venû dikirin em bi MPAyê re nexebitin, û ew li ser Instagramê ti naverokan pile nakin û ew bi ti awayî eyarên me yên naverokan pesend nakin an jî wan piştrast nakin. Li şûna wê, me îlhama xwe ji rêbernameyên giştî yên MPAyê wergirt ku ji xwe ji dêûbavan re naskirî ne, herwisa me îlham ji paşragihandinên dêûbavan jî wergirt. Pergalên me yên çavdêrîkirina naverokan ne wekî paneleke pîlekirina fîlman in, ji ber vê yekê dibe ku tecrûbe ne bi temamî wekî wê be.
Naveroka Binpêker Çawa Tê Gilîkirin
Em zêde dixebitin da naverokên ku rêzikên me binpê dikin nas bikin û berî ku ew li cem me bêne gilîkirin em piraniya naverokên ku em bi awayekî pêşîlêgirtinî bi rêya teknolojiya xwe peyda dikin radikin. Heke tu tiştekî bibînî ku me jibîr kiriye, ji kerema xwe ji me re bibe alîkar ku em platformên xwe bikin ciheke ewletir bi rêya gilîkirina wê li Facebook an jî Instagram. Hemû gilî bênav in.
Çavkaniyên Zêdek
Standardên me yên Civakê cih didin hûrgilîyên li ser cureyên naverokê yên ku em radikin û ji bo her qada polîtîkayê li gorî temen sînordar dikin. Ji bo xwendina wan, li vir bitikîne.
Di heman demê de me teknolojiyek pêş xistiye ku bi awayekî pêşîlêgirtinî temenmezinên ku dibe ku gumanbar bin nas dike, wekî temenmezinekî ku çend caran ji alîyê nûciwanan ve hatiye astengkirin an jî gilîkirin, an jî heke temenmezinek dubare li naverokên binpêker bigere.
Em dê temenmezinên gumanbar ji nûciwanan re pêşniyaz nekin, û em dê nûciwanan ji temenmezinên gumanbar re pêşniyaz nekin.
Tu dikarî derbarê vê yekê zêdetir bixwînî li vir.
Tu dikarî li Navenda Ewlehiyê derbarê awayên ku em civaka xwe diparêzin û li Navenda Malbatê li ser awayên ku em piştevanîyê didin nûciwan û malbatan zêdetir bixwînî.