Angaşta têlefona dengî ji bo Sextekariyê di Hilbijartinan de li Herêma Kurdistana Iraqê

VENÛKIRÎ 22ê TBXA 2025AN
2025-019-UA-FB
Îro, 27ê Sibata 2025an, Desteya Çavdêriyê Dosyeyek bijart ku ji aliyê bikarhênerekî Facebook’ê ve li ser klîpeke dengî ya belavbûyî ji aliyê medyayeke nasyar li Herêma Kurdistana Iraqê ve beriya Hilbijartina Parlimanî li wê herêmê, ketibû ber nerezamendiyê. Ev klîp ku bi hin wêneyên Bafil Talebanî û Qubad Talebanî rêberên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hatiye rûmalkirin, wisa diyar e gotûbêjek navbera wan li ser sextekariya di hilbijartinê de radixe ber çavan. Di şiroveya tevî vê klîpê de hatiye ku ev klîp “Gotûbêja qeydkirî” der bareyê “pîlanên wan ên qirêj” ji bo Herêma Kurdistanê ye. Li gor raporan, medyaya ku ev klîp belav kiriye, ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) – partiya din a siyasî ya sereke ya herêmê – ye. Venihêrandinên li ser vî dengî nîşan dide ku ew bi awayê dîjîtal hatiye çêkirin an guherandin.
Meta’yê pê derxist ku vê postê anegorî our Standardên Civata Facebook’ê polîtîkaya Zanyariyên Çewt ên me binpê nekiriye û naverok jê bir.
Anegorî Polîtîkaya Zanyariyên Çewt a xwe, em naveroka ku gengaz e rasterast pêwendîdar bi destwerdanê di funksyonên pêvajoyên siyasî be, jê dibin. Halbûkî, dibe ku em labelên agehîder jî li ser dengên rasteqînane, dengê çêkirî yê dîjîtalî yan guherandî ku “xetereya bilind ji bo xapandina madî ya gel di mijareke ji hêla gelemperî ve giring” pêk tîne, destnîşan dikin. Me label li hinek postên pêkhatî ji klîpa dengî – lê ne hemî postan - zêde kirine û diyar kiriye dibe ku bi awayê dîjîtalî hatibin çêkirin yan guherandin da ku rasteqîn bên xuyakirin, da ku rê li ber xetereya erênî ya sexte bigirin.
Em ê biryara Desteya Birêvebriyê piştî bidawîhatina venihêrandinê cîbicî bikin û vê postê anegorî wê yekê biroj bikin. Ji kerema xwe ji bo agehdarbûn ji biryara Desteya Birêvebriyê piştî derxistina wê, sardana malpera Desteya Birêvebriyê bike.
Kurtasiya bijartina dosyeya Desteya Birêvebriyê bixwîne.
Biryara dosyeyê
Em ji biryara îro, 19ê Hezîrana 2025an, a Desteya Çavdêriyê derbarê vê dosyeyê pêşwazî dikin. Desteya Birêvebriyê biryara Metayê derbarê labeldarnekirina hemî babetên naverokê li Facebook’ê îbtal kir.
Meta di heyama 7 rojan de dê biryara Desteya Birêvebriyê bişopîne.
Dema ku ji hêla teknîkî û operasyonî ve derfeta kirina vî karî hebe, em ê herwiha der bareyê naverokek ku weke vê dosyeyê û di hemen warê wê de ye, tev bigerin. Ji bo zanyariyên zêdetir, ji kerema xwe serî li Posta Newsroom’ê ya me derbarê şêwaza cîbicîkirina biryarên Desteya Birêvebriyê bide.
Piştî pêkanîna venihêrandinekêli ser pêşniyazên pêşkêşkirî ji aliyê Desteya Birêvebriyê ve, em ê vê postê tevî bersivên wê yên seretayî bo wan pêşniyazan biroj bikin.
Pêşniyaz
Pêşniyaza 1 (Cîbicîkirina Pişkî)
Ji bo piştrastbûn ji vê babetê ku labelên “Xetereya Bilind” bi awayekî berdewam ji bo hemî naverokên sextekarîkirî yên wekhev an yeksan tên sepandin, Meta divê labela têkildar ji bo hemî naverokên ku medyayên sextekarîkirî di platformên xwe de dihewînin, di nav de hemî postên ku dengê sextekarîkirî di vê dosyeyê de dihewînin, bisepîne.
Desteya Rêveberiyê vê pêşniyazê dema ku Meta pêvajoyeke ron ji bo naskirin û sepandina berdewam a labela “Xetereya Bilind” a guncan ji bo hemî nimûneyên medyayên sextekarîkirî li seranserî platformê raber bike, dê wek cîbicîbûyî li ber çav bigire.
Daxuyaniya Sozdariyê: Me vê dawiyê rêbernameyên xwe yên hundirîn anegorî hin rehend û aliyên vê pêşniyazê biroj kirine û niha di dema sepandina labela xetereya bilind anku high-risk li naverokê, naveroka bankî li ber çav digirin. Ev pêvajo derfeta sepandina zêdetir a labelê ji bo heman naveroka ku nayê parvekirin, bi mebesta şermezarkirin an redkirinê, dabîn dike.
Têbînî: Hevtûş digel pêşniyaza berê ya Desteya Çavdêriyê û nêrînên sûdmendên pispor, em labelên xetereya bilind li ser naverokekê disepînin ku gengaz e di mijareke giring de, xelkê gelemperî bixapîne. Ev labela berbiçavtir dibe ku li labelên din ên zanyariyên Jîriya Çêkirî ku em ji bo dabînkirina têgihê bo naverokê disepînin, tê sepandin. Me vê dawiyê rêbernameyên xwe yên hundirîn biroj kirine da ku dema emp ê derdixin ku labela xetereya bilind pêwîst e, dema naskirina naveroka dupatkirî û yeksan, labelê jî bisepînin. Bi vî halî, em herwiha dizanin ku naveroka yeksan û wekhev dibe ku di warekî aşkira yê şermezarker an redker bihê parvekirin û vê demê em di van babetan de labelê nasepînin. Wek mînak, heke bikarhênerek vîdyoyeke berhemhatî bi rêya Jîriya Çêkirî ji rêberekî/e cîhanî ku tiştekî bibêje ku wî/wê neaniye ziman, veparve bike, lê bikarhêner aşkira bibêje ku “ev vîdyo aşkira Jîriya Çêkirî û çewt e”, pêwîst nake em di wê babetê de labelê bisepînin, ji berk u piştrastkirina aşkira di binnivîsê de li ser vê yekê ku vîdyo berhema Jîriya Çêkirî ye, tê vê wateyê ku îhtimala xapandina xelkê bi rêya naverokê bi awayekî berbiçav kêmtir e.
Angorî birojkirinên vê dawiyê di rêbernameya hundir a me, em vê pêşniyazê tevav dizanin.
Wek beşeke hewlên xwe ji bo parastina esehiya hilbijartinan û ji bo piştrastbûn ji vê mijarê ku bikarhêner di bere berê hilbijartinan de ji medyayên sextekarîkirî di platformên Meta’yê de agehdar dibin, Meta divê piştrast bibe ku labelên hînker ji bo medyayên sextekarîkirî li Facebook, Înstagram û Threads’ê bi heman zimanê ku bikarhêner di platforma xwe de bijartiye, bihêne nîşandan. Desteya Birêvebriyê dê vê pêşniyazê di dema ku Meta li Navenda Zelaltiyê ya xwe hin zanyariyan li ser zimanên ku labelên medyayên sextekarîkirî ji bo bikarhêneran bi wan li platformên wê bedrest in, raber bike, dê wek cîbicîbûyî li ber çav bigire.
Daxuyaniya Sozdariyê: Vê demê, em labelên agehîder, weke labela “xetereya bilind”, di pirtir ji 70 zimanan de, piştgirî dikin – ku pirraniya berbiçav a zimanên heyî di xizmetên me yên sereke de dihewîne. Em dizanin ku bi miliyaran bikarhênerên me bi bereyeke cihêreng a zimanan diaxivin û em sozdarê baştirkirina herî zêde ya wekheviyê navbera zimanên bikarhatî li sepanên xwe û zimanên heyî ji bo labelên agehîder in.
Têbînî: Em aniha nîşanên agehîder bi gellek zimanan raber dikin û cihêrengiya binkeya bikarhênerên xwe yên cîhanî nas dikin. Em berdewam sîstemên xwe ji bo standardkirina ezmûna zimanî ya bikarhênerên xwe heta radeya pêkan bihêztir dikin.
Sîstema me ya niha bi rêvekirina bo tîmên navxweyî ji bo daxwaza piştevaniya wergerê bo berhem û taybetiyên me, di nav de labelên agehîder, bi rêya pêvajoyekê ku ji aliyê rêveberên xwecîkirinê ve tên birêvebirin, piştevaniyê dide destpêgihîştina cîhanî. Ev birêveberên xwecîkirinê daxwazan ji pisporên ku digel wê berhem, taybetî yan warê taybet nasyar in re, terxan dike. Bi rêya vê pergalê, daxwazên wergerê anegorî têbîniyên cûrbicûr li gorî pêşînîbûnê dihêne rêzkirin. Ev tîm bi awayê hevpar ji bo berhevkirina bertek û fîdbakên xwecîkirinê li ser daxwan pêk ve dixebitin da ku tê bigihêjin ku gelo biwêj bi hêsanî bo zimanên cihêwaz dihêne wergerandin an na. Wekî din, ev pêvajo hin destûrkar û protokolan ji bo daxwazên wergerê bo taybetiyên mînanî rêzkirin li gorî pêşîniyê û demên radestkirinê raber dike.
Gerçî ku em vê demê gelek taybetiyan di nav de labelan werdigerînin, lê em labelan bo hemî zimanên piştevanîbûyî wernagerînin. Sîstema me ya heyî ji bo birêvebirin û rêzkirina anegorî pêşîniyê ya daxwazên wergerê hatiye darêştin da ku ev piştrastî pêk bihê ku bikaranîna labelên têkildar li platformên me neguher û ji hêla zimanevaniyê ve guncan in da ku cihêwaziyên hûr û devokê nîşan bide. Em ê binirxînin ku çawa vêya zêdetir verast bikin. Em ê tevxebitîna navbera tîman vekolînin da ku piştrast bibin ku navbera zimanên piştgirîlêkirî yên me – ku ji aliyê bikarhêneran ve li platformên me tên bijartin – û wergerên heyî ji labelên agehîder ên me, wekheviyeke zehftir heye. Em ê hin birojkirinan derbarê vê hewlê di raporên pêşerojê bo Desteya Çavdêriyê raber bikin.