Li Metayê em sozdar in ku mafê gotinê bidin mirovan û wan ewle bikin.
Ji sala 2016an vir ve, me stratejiyeke bi navê "rake, kêm bike, agahdar bike" bikar aniye da ku naverokan li seranserê teknolojiyên Metayê birêve bibin.
Ew tê wê wateyê ku em wê naveroka zirarkar radikin ya ku li dijî polîtîkayên me ye link/link, em belavbûna naveroka bi pirsgirêk ya ku polîtîkayên me bin pê nake kêm dikin, û mirovan bi zêdetir peywendan agahdar dikin da ku ew bikarin biryar bidin ka çi parve bikin, bitikînin, bixwînin an jî parve bikin.
Ji bo alîkarîya vê stratejîyê, em xwedî wan polîtîkayan in ku pênase dikin ka li ser teknolojîyên me destûra çi tê dayîn û ya çi nayê dayîn. Tîmên me bi hev re dixebitin da ku polîtîkayên me pêş bixin û wan bidin sepandin. Ew bi vî awayî dixebite.
1
Em hevkarîyê li gel pisporên gerdûnî yên teknolojî, ewlehîya giştî û mafên mirovan dikin da ku polîkayên xwe saz bikin û wan venû bikin.
2
Em ji bo ewlehîyê taybetmendîyan ava dikin da ku mirov bikarin naverokê gilî bikin û hesaban asteng bikin, veşêrin an jî ji şopa wan derkevin.
3
Em bi rêya bikaranîna teknolojîyê û birxandina mirovan ve polîtîkayên xwe disepînin.
Em ewlehîya mirovan diparêzin û dixwazin ew me wekîh hesêbdêr bibînin bi rêya parvekirina polîtîkayên xwe û raporên sepandin û şefafîyê.
Polîtîkayên me
Polîtîkayên me pênase dikin ka li ser teknolojîyên Metayê destûra çi tê dayîn ya çi nayê dayîn. Heke naverok li dijî polîtîkayên me be, em destkarîyê li ser dikin.
Sepandina me
Em teknolojî û tîmên nirxandinê bi kar tînin da ku li ser Facebook û Instagramê her roj bi mîlyonan naverokan tesbît bikin, binirxînin û destkarîyê li ser bikin.
Raporên me yên şefafîyê
Em bi berdewamî raporên şefafîyê diweşînin da nîşanî mirovan bidin ka em polîkayên xwe çawa disepînin
Nêzîkatiya me ya li ser ravekirina rêzkirinê
Pergalên hişê çekirî (HÇ) rêzkirina naverokê ji bo gelek tecrûbeyên li ser berhemên Metayê agahîya rêzkirinê dide, wekî dîtina Facebook Feed, li ser Instagramê temaşekirina reelan an jî lêgerîna li ser Facebook Marketplaceê.
Venûkirinên dawîn